NÛRSEK

 Nîzamettîn Akkurt

 

Min dîsa xwe kire nîn,

lê çima dev ji min bernade

ew xala zêrîn?

Bi mehedan tême dewixandin,

ku qet li xwe peyda nakin

di wê bisînorî û bêsînordariya çetîn de.

 

Û ez im dîsa,

ya dibe sêlûna nayê borandin,

li perava aliyê xwe yê din,

bi xwe re li ser lêva hendefan

ku her vedikin

bawana bertekên hatine hewandin,

di wan qîrên binefþî de,

li ba þikestî hestan

kûr û giran.

 

Ez dizanim lê bi min ne eyan e,

kê ez dizîm

û kê em ji me revandin,

di nav tenêtiya þevan de,

bi kelka tariyan?

 

Lê va ye ez im her dîsa

dicebirim,

di kêzênên hedanê de.

Ew xemla kêrsimê

hatiye kolan li bin parsûyê rastê

kewa xwe digire,

li ser navê tolwergirtina wan qasan

bi lîlîn û giriyan,

bi sebir û hedan.

Tu awêneya teyisîn î,

dibêjin ji min re,

ya guyê xwedayên bilind,

rengvedana dilopa xwîn î,

ya diherike ji parsûyên kalepîr!

 

Demsal û dansalên tenêtiyê

çendî biêþ in,

mînanî bêhêziya min jinê,

di rengê min de ne hemû jan

û dûr mane ji þilbûna baranan

ji dilê bitajan.

 

Emê te bihêvojin dibêjin ji min re,

bi nehezkirina xwe,

emê lê bikin ji wan latên qirase,

dîwarên bejn û bala te,

li kêlek zîguratên me yên zagondanêr,

da ku bibe xeml,

yek jî rewneq û þayese.

 

Û ez jî ji wan re dibêjim,

çima rûdêna we deqdeqî ye,

ma nexwe nexþe ye

a wê zîgurata we

ya malxirab û malwêran,

ku dê ji min re bibe goristan?

  

Li bendê me,

lê nabînim,

di rengê pirsên bêbersiv de ye ev cîhan

û di tama zenûniya risasî de,

maye ev hewayên bêtercîh,

ku me bi tenê dihêle,

wek dîroka me,

yek jî

di lezgîniya parsûyê rastê de

dide bazdan,

me ji me direvîne,

ew siwariyê hespê spî,

ji bo çi afirandin dan?

 

Û ew dengê ji kûr tê

wiha dibêje:

Gelî jinan,

bifiroþin jiyana xwe

ya ku hatî dayîn,

wî mûþteriyê

ku pêþî derkeve pêþberî we!

  

Qasî kevoka

ku hevala xwe wenda kiriye,

bi tenê me, ez bi tenê,

qasî þêrê nêçîra xwe ji dest filitandiye,

bihêrs im ez

û ez

di bingeh de ji berê

xwedî wê gava zêrîn im,

ku ez dame avêtin ber deriyê ketinê.

 

Diçim û rêwî me li heyamekî nenas,

li paþ xwe dihêlim hemû dost û dilnas,

qurnefîl, zarok û janên xwe

û wan xetên zirav,

ku min stêrkên çavên xwe

tê de bi sebir û hedan kutabû,

bi van mehedên destên xwe.

 

Ax li min û li min,

çi hate serê min,

kes napirse

ka çima

çi hate bi serê min.

Lewma difiroþim

wê jiyana belayê serê min!

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org