|
Di Helbesta Nûjen a Kurdî de Du Kom: Peyvrês û Hêmarês
Nîzamettîn
Akkurt
Li ser helbesta Kurdî
ya nûjen (modern) qasî ku mirov hilde dest û karibe dahûrîneke zanistî
pêk bîne, gelek lêkolîn nehatine kirin. Helbet mirov bivê nevê jî ev
kêmasiyek e. Jiholêrabûna vê kêmasiyê bi pêkanîna wan lêkolînên
zanistî û dahûrînên bilind ên wêjeyî dikare xwe þênber bike. Hetanî
ku ev neyêne kirin, mirov çiqas bi hestiyarî û bi bergeha xweþbînî li
rasteqîna îroyîn binêrin jî, nikarin xwe ji wê kêmasiyê felat bikin.
Lewma di roja îroyîn de pêdiviyeke herî lezgîn ku divê bê
derbaskirin, pêkanîna lêkolîn û vekolînên di vî milî de ne. Ev jî
rastiyek qirase ye, ku her kesê jirêzê nikare vî barî hilde ser milê
xwe. Ev karekî akademîk û weke ku diyar e zehmet e jî. Lewma ne rast e,
ku yekî weke wêjevan rabe û pêkanîna vî karî bide ber xwe. Akademîsyen
dikarin karê vekolîn û lêkolînê pêk bînin, wêjevan jî di bingehê
wan encamên lêkolîn û vekolînan de dikarin dahûrîneke bilind a wêjeyî
pêk bînin. Helbet sedem heye ku
ez radibim û van xalên girîng ên veqetîna mijarê destnîþan dikim. Çima
ku ez ne akademîsyenê vî karî me, ku rabim û lêkolîneke zanistî pêk
bînim. Tenê weke wêjevanekî dikarim hin xalên li ber çavan rabixim pêþberî
wan kesên eleqedar. Di roja îroyîn de
çendî ku dîitin û gotûbêjên reþbîn hebin jî, di derbarê helbesta
nûjen de, bi ya min weke ku diyardeyên vê yekê hene, ku mirov di gelek
xalan de dikare bibêje rast e, xwedî bimaf e jî, di heman demê de
diyardeyên wisa hene ku, yekser dilê mirov xweþ dikin û di ser de jî
dihêlin ku mirov ji wê reþbîniyê dûr bikeve û ber bi xweþbîniyekê
ve biçe. Lewma bi hêsanî
dikare bê peyitandin ku, helbesta nûjen a Kurdî hê jî hêz bi xwe re
dibîne û ber bi pêþ ve diçe. Dayîna çend mînakên helbestvanan di vê
mijarê de ku serkeftî ne, ewqas ne zehmet e. Lê belê tevî vê
yekê ev jî heye: Helbesta nûjen a Kurdî ya roja îroyîn, qasî ku em
texmîn nekin tevlîhev e. Meqseda min ji vê tevlîheviyê di aliyê rêbaz
û teknîka helbestê de ye. A herî jandar jî
ev e, gava ku mirov li helbestvanê xwe dinêre, weke ramanekê mirov nikare
bibêje ev helbestvan bi helbestên xwe ve filan rêbazê temsîl dike. Di
helbestan de þopên rêbazê hebin jî, tevahîtîbûnek di hemû helbest,
ango hemû helbest nebin jî, di xeta ramana helbestvan de rêbazeke xuyayî,
safî û zelal nayê dîtin. Helbestek ji vê rêbazê bandor wergirtiye,
helbesta din ji rêbazeke dîtir. Dema ku rewþ wisa be, hingê mirov nikare
bibêje aha ev helbestvan xwedî vê rêbazê ye. Her wiha ev jî
heye; gelo ma gelek girîng e, ku her helbestvan bi hemû helbestên xwe ve
xwemalên rêbazekê be? Nexêr! Rêpîvanekî wisa nîn e. Kes ne mecbur e
bibe xwemal an jî xwediyê rêbazekê. Ew bi wî kesê eleqedar ve girêdayî
ye. Lê ev jî heye; ger helbestvanê em bibêjin ew kesê mijara gotinê,
ne xwedî rêbaz, stîl û þêwazeke xuyayî be, di her helbesta xwe de xwe
ji ser vî çiqlî biavêje ser wî çiqlî, gelo dê çawa karibe xwe weke
ekol û þêwazekê di cîhana helbesta Kurdî de bide rûniþtandin? Baþ e
ji bilî vê rê û azîn hene? Nexêr! Wê gavê em dîsa
hatin ser xala pêþî, yanî divê helbestvan xwedî cewaziyeke dicihde be.
Divê ew taybetmendiyê wî hebe ku, wî ji yên dîtir cuda nîþan bide. Di helbesta nûjen a
Kurdî de ev alî, bibexþînin, ji hev derketî ye. Gotin dicihde be yekûnek,
kategoriyek an jî rêbazek nîn e ku mirov qala tevahîtîbûna derbirîna
wê bike. Ji ber vê çendê ew dîtin û gotûbêjên reþbînî bi hêsanî
dikarin xwe bigihînin raderbirînê, mafdar in, çima ku rewþeke wisa
heye. Ev xala rastiyê ye, ku divê mirov nebe alîgir ji bo kategorîzekirina
helbest an jî nivîskaran. Dîsa li wêjeya Kurdî nayê ku mirov rabe û bîçimê
wê di safoka wêjeya Rojava an jî Rojhilat de derbas bike. Herî hindik ev
yek ji bo helbesta nûjen a Kurdî rast e, lê ya klasîk ne tê de. Helbesta nûjen a
Kurdî, çendî ku aliyên wê yên bandorwergirtinê hebin jî, weke ku bisîstem
pêþ neketiye, bi gora orîjîna xwe (hinek dikarin ji vê re bibêjin
“bi gora ecêbbûna xwe”) pêþ ketiye. Yanî ev pêþketî an paþketî
be jî, wisa ye. Di halê hazir de ev
heye, awêneyeke xuyayî li ber çavên me disekine. Ev awêne çendî ku ne
safî û zelal be jî, mirov weke kom dikare di nav du koman de wî kevalî
bicih bike: Peyvrês û hêmarês! Qismek helbestvan
hene di helbesta nûjen a Kurdî de stîl û teknîka helbesta xwe li ser
bingehê peyvê dirêsin. Qismek jî heye stîl û teknîka xwe di bingehê
hêmayê de dirêsin (çiqas serkeftî ne, ew mijara lêkolînê ye). Lewma
qismê pêþî li xweþikbûna peyvê dinêrin, ji bo wan helbestvanan hûnandin
û pê ve girêdayî ahenga peyvê li pêþ e, ji ber vê çendê hêma û
ramana helbestê gavek li paþ dimîne. Di ev cure helbestê de çi mebesta
helbestvan nîn e ku, ramana tiþtekî bi awayekî neyekser bide. Bingehîn
armanca wî ew e ku, dixwaze bi çend gotinên xweþ hestên xwendevanên
xwe rep bike. Qismê diduya bi
awayekî din tevdigere û naxwaze bi bîçimê heyî re xwe têr bike. Ji bo
wî dana ramanekê, mesajekê bi rengekî balkêþ an jî neyekser girîngtir
e. Ji ber ku raman û hêma li ba wî li pêþ e, ji yeksaniya peyvrêsiyê
direve û ber bi cihekî din ve diçe. Ev cihê din cudabûna wî ye,
cewaziya wî ye, cudabûn û cewazî dihêle ku, hêmayên rengereng ava
bike. Divê ev yek jî bê
destnîþankirin ku, ev veqetîna ku tê diyarkirin, ne ew cure veqetînek e
ku, sînorên wê di pêþ de hatine diyarkirin. Weke ku asta kesayetan kar
û xebata wan diyar dike, ev yek bi heman rengî asta helbestvan a ku li ser
pêþketîbûna bergeha kesayeta xemilandî ye, dihêle ku berê kar û
xebata wî diyar bibe. Lê belê divê
wateyeke mînanî peyvrês ne xwedî asteke bilind in û hêmarês pêþketî
ne, neyê derxistin. Ev yek bi helbestvan ve girêdayî ye, yanî ka bi çi
rengî derbirîna xwe dike. Her wiha mirov dikare bibêje ku senifandina van
koman bi temamî bi awayê bîçimê raderbirînê ve girêdayî ye. Ê
dixwaze, dikare bi wî cureyê ku dil pê heye raderbirîna xwe, bîçimê
helbesta xwe pêk bîne. Di vî warî de her kes serbest e û yê diyarker
helbestvan bi xwe ye. Niha pirsa girîng
ev e; gelo ev rengên komên wiha di warê helbestê de çawa pêk tên? Ger
ji herdu koman, yanî ji peyvrês û hêmarêsan em çend mînakên hatine
dahûrandin bidin, dê mijar baþtir bigihîje raveya xwe. Di vê mijarê de
pirtûkên ku emê hildin dest û dahûrîna wan pêk bînin ev in: 1-Çû-Mirad Yapiþtiran-weþanên
Tevn 2- Nameyek ji rinda
min re-Xizan Þîlan- weþanên Apec 3-Zulfiyar-Rehîm
Qoserî-weþanên Tevn 4-Axaftina beri
mirine-Mesûd Xelef-weþanên Tevn
Nivîsa piþtî vê “Li
Ser Helbesta Mirad Yapiþtiran Çend Gotin û Hinek Mînakên Hilkeftina Hêmayê”
ye.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org