QILUSA PÎROZMEND

 

Nîzamettîn Akkurt

 

Du bireserê temenê me,

parve kirine namilên çep û rast,

em mehkûn hilgirtiyê wan,

ew girtiyê dilan in.

Mîna evinek,

ku giraniya wê

terkeser bûye bîrên bê ser û bin,

a hiþpaka me.

Em jê qut nabin,

lê tim westayê qutbûnê ne.

Em pê dikenin,

lê tim girînokê bêçare ne.

Em jê hez dikin,

lê tim xapînokê xinzirî ne.

Ew kevala rasteqîn,

ku em her jê dest bernadin.

 

Ên heyî du melayîket in,

yek delaliyê dinivîse,

ya din ariyê,

yek xêran,

ya din gunehan,

yek ne ez im,

ya din ne tu,

ronî

û tariya me ne.

Em bûne mehkûn hilgirtiyê giraniya wan,

ji tenêtiya hezar salan.

 

Em dikenin bi girîn,

bêyî ku bi me eyan be qedan

û pê re lê dixin xeleka agirê ketinê,

li ser laþê qehpik û gunehan.

 

Me

tenêtiyê bi giraniyê,

sedemê  bi hincetê,

guneh bi namilê çepê binav kir.

Tenê ji bo xwedikirin

û terkirina wî,

ew lêzokê bênal,

lawirê birçî û çavnebar.

 

Me ew tim li ser namilê çepê hilgirtibû,

bi xefleta xemsariyê,

em mehkûmê wan,

ew girtiyê dilan.

      Gelawêj 99

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org