RAST BIKARANÎNA LÊKERAN Û RÊPÎVANÊN WAN

 

Nîzamettîn Akkurt

 

Ji wan peyvên ku kar, xebat, bûyer, pêkanîn û çalakî diyar dikirin re lêker tê gotin.

Di zimanê me de ji ber ku lêker, dikarin bi rengên xwerû, hevedudanî û biwêjî peyda bibin, dikarin reng, zayend û mêjera tiþt û kesan jî bigihînin zelaliyê. Lewma qurmê hevokê li ser lêkerê tê avakirin. Avakirina lêkerên weke ku bi darijtina lêkeran bi xwe tê çêkirin, bi hêmanên ku bi xwe ne lêker in jî pêk tê. Pêkhatina teþeyên nû bi alîkariya hêmanên din ku bi lêkerê re kelijandinê çêdikin re þênber dibe. Ji ber vê çendê lêker dikarin him bi rengê raderî û him jî bi rengê pêveberî di nava hevokê de cih bigirin.

Di zimanê me de mijara herî girîng, berfireh û pêwîst e li ser bê sekinandin lêker e. Ji ber ku axaftin û gotin, yanî di havokê de rola avakirinê dileyizin, bêyî wan hevokên rast û kamil çênabin.

Lêker, di nava hevokê de weke ku rola bingehîn dileyizin, pê re jî gelek rolan digirin ser xwe. Mirov dikare bibêje ku ev taybetmendiya lêkeran çawa ku di çi zimanî de peyda nebe, girîngiya xwe di zimanê kurdî de dide çêkirin. Her wiha di rengê lêkerê de weke ku kar, tevger û bûyîn diyar dibe, teþeyê wê bi xwe jî darîçav dibe.

Ji ber vê girîngiyê mirov dikare mijara lêkeran li ser navê van beþan hilde dest:

A)    Ji aliyê sazbûnê ve lêker

B)    Ji aliyê avaniyê ve lêker

C)    Ji aliyê peywirê ve lêker

D)    Ji aliyê kiþandinê ve lêker

 

A) JI ALIYÊ SAZBÛNÊ VE LEEKER

Di nava hevokê de ji ber ku hêmanê bingehîn lêker e û hevok qurmê xwe datîne ser hîmê lêkerê, serkeftin û xweþikbûna vegotin û nivîsandinê bi nasîn û rastkaranîna lêkerê ve girêdayî ye.

Lêker dikarin di rewþa xwerû, hevedudanî, pêkhatî û biwêjî de peyda bibin. Di vê peydabûnê de bi gelemperî taybetmendiyên ku raber dikin hene.

Di rewþa raderî de rayek  û qertafê raderî,

Dema ku lêker di rewþa xwerû de bin, ji rayekê,

Di rewþa pêkhatî û hevedudanî de jî ji hêmanên din û qertafê raderî,

Lêkera biwêjî jî bi teþeyê hêmanên din, rayek û qertafê raderî pêk tên.

 

Di vê beþê de lêkerên ku ji aliyê sazbûnê ve vediqetin çar celeban wiha dikarin bêne pênasekirin:

1-Lêkerên Xwerû

2-Lêkerên Hevedudanî

3-Lêkerên Pêkhatî

4-Lêkerên Biwêjî

 

1-LÊKERÊN XWERÛ:

Ev cureyên lêkeran ji rayek û paþgirekê pêk tên. Lêkerên xwerû dema ku di rewþa raderî de bin, paþgirê digirin. Mînak: Çû - yîn, Hat - in,

Ra - bûn, Rûniþt - in, Kir - in, Xwar - in...

Ev lêker ji hêmanekî pêk tên. Dema li gorî dem û kesan neyên kiþandin, qertafên raderî digirin. Weke; kirin, dan, anin, birin, xwarin, ketin, bijartin û xistin. Dema qertafên raderî bên avêtin rayeka lêkerê tenê dimîne; weke; kir, xwar, ket, bijart, û xist.

 

2- LÊKERÊN HEVEDUDANÎ

Lêkeren hevedudanî ji çend hêmanan pêk tên. Ev yek bi alîkariya hêmanên din tê pê. Kelijandin li ser lêkerên xwerû reng digire. Di cudakirina van hêmanan de tê dîtin ku, her hêmanek bi serê xwe wateyekê dide.

Mînak: Girê - dan, Çê - kirin,

Hil - girtin, Dil - mayîn, Pir - bûn, Delal - bûn, Derbas - kirin...

 

Lêkerên hevedudanî li gor taybetmendiyên kiþandina xwe, dikarin bi du cureyan ji hev bên veqetandin. Lêkerên li gor cureya yekem wiha ne. Ev cureyê lêkeran ji peyveke ne lêker û ji gihîþtina raderekê pêk tê. Peyvên lêker û yên ne lêker weke yek peyvê tên nivîsandin.

Mînak: Rabûn      ra - bûn, Dagirtin       da - girtin,

Jêkirin      jê - kirin, Hilgirtin      hil - girtin.

 

Di lêkerên hevedudanî de bikaranîna cureyê duyem jî wiha ye. Ev lêker, bi gor karanînê dirûvê nivîsandinê digirin. Ev cure lêker ger di rewþa raderî de bin bi hev ve, na heke di rewþa pêveberê de bin û lêkera alîkar negirtibin cuda tên nivîsandin. Ger di nava hevokê de lêkera alîkar hebe, lêkerên hevedudanî bi hev ve tên nivîsandin. Ev cure ji nav yan jî rengdêr û raderan pêk tên.

Mînak: Amade - kirin, Ava - kirin, Qaîl - bûn, Guh - dan.

 

3- LÊKERÊN PÊKHATÎ

Ev cure lêker bi alîkariya qertafên paþgir /-isîn/, /-isandin, /-ijîn/, /-ijandin/, /-tin/,/-în/ û /-andin/ pêk tên. Di nav van paþgiran de /-în/ ji bo lêkerên negerguhêz û /-andin/ jî ji bo lêkerên gerguhêz in. Lêkerên ku negerguhêz in, bi alîkariya paþgira /-andin/ vedigerin gerguhêziyê.

Mînak: 

Qel

Kel 

Fir 

Ger

Xap

Þop

Rep

Þib

Bez

Rez

Qij

Þêl 

Riz

Pit

qelîn

kelîn 

firîn 

gerîn

xapîn

þopîn  

repîn

þibîn 

bezîn

revîn

qijîn

þêlîn

rizîn

pitîn

qelandin

kelandin

firandin

gerandin

xapandin

þopandin

repandin

þibandin

bezandin

revandin

qijandin

þêlandin

rizandin

pitandin

 

4- LÊKERÊN BIWÊJÎ

Lêkerên biwêjî ji gelek hêmanên ên ne lêker weke; daçek, pêþdaçek, paþdaçek, cînavk, rengdêr, nav û hêmanên lêkerên xwerû û hevgirtî pêk tên. Dibe ku gerguhêz an jî negerguhêz bin, wek lêkerên hevgirtî ew jî xwedî wateyê ne.

Mînak:

Þop gerandin, amade kirin, bar kirin, mukir hatin, tijî kirin, ava kirin, bîr birin, dil mayîn, dil þikestin, vala kirin, slav kirin, nas kirin, qayîl bûn, derbas kirin, pêlê kirin, nav girtin, çêtir dîtin.

Lêkerên ku li jor hatine rêzkirin, di rewþa raderî de ne û dema ku di nava hevokê de bi kar tên, bi gor rastnivîsa lêkeran dirûvê digirin. Lewra ger di nava hevokê de bi teþeyê raderî bi kar bên, bi hev ve tên nivîsandin, lê ku bi rengê pêveberê bi kar bên, ji hev cuda tên nivîsandin. Dîsa ger di rewþa pêveberê de lêkera alîkar hebe, hingê jî bi hev ve tên nivîsandin.

Mînak: Beriya demjimêrekê amadekirinên me qediyan. (Rewþa raderî)

Em niha amade dikin.  (Rewþa pêveberî)

Dê hemû bên amadekirin.   (Rewþa lêkera alîkar)

  

LÊKERÊN BIWÊJÎ YÊN GERGUHÊZ

Ev cure lêker, lêkerên gerguhêz in.

Mînak: 

Li hev an –în 

Ji ber rakir- in 

Baweriya xwe an-în 

Dest pê kir – in

Lihevanîn

Rakirin

Anîn

Destpêkirin

Lêkerên biwêjî yên gerguhêz dikarin di rewþa raderî, pêveberî û lêkera alîkar de bi kar bên.

Peyva lêker pêveberekê yan jî hizra bizav û deman hildigire û dike ku ji ber hinek peyvên biwêjî, di berê de were.

Mînak:

Bar dan milê xwe.

Wan danîn ber hev.

Zad dane wî.

 

LÊKERÊN BIWÊJÎ YÊN NEGERGUHÊZ

Hêmanên ne lêker bi tevahî ji daçekek û ji biresara wê (ev bireser gelek caran cînavk e, lê navek jî dibe) pêk tê. Hêmanê lêker jî, raderek negerguhêz e.

Mînak: Bin - ax - bûn=Binaxbûn.

Li - hev – xistin= Lihevxistin

Bi - hev – ketin= Bihevketin.

Li – xwe – gerîn= Lixwegerîn.

 

Ev cureya lêker li gorî teþeyê lêkerên negerguhêz bi rêpîvanên rast tên kiþandin.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org