REXNEÞAPE V.

  Nîzamettîn Akkurt

Berf heliya, binêre

Berfîn dibiþkivin

Çilspî û binefþî

Bi dilopên tava sertaç

Ku daniþiya li eniya me

Ma tu dibinî

Wê girnîja bi tirsê ve tê

Û me hepîs kiriye hinava xwe

Bi ajoya pirpirokan

Li pey me dimîne dilþikestiya rêwingan

Piþtî razên Ýncila pîroz

Cara yekem

Vêga

Li vê biska li te dinêrim!

 

Tu li ba min î niha

Ku tim bi tirsa wendakirinê dijim

Bi hatina awirên moleqanê

Me bi hev re lê nêribu

Di pifkirina sobeya nepêketî de

Li wê pîrtukgeha

Bi flortên çav û destan destpêdikir

 

Ma tê bîra te

Dilop diçun kamuranê

Û dest didan þunewar û heyam

Di nav qîrên dîn û haritiyê de

Ez li Dolcîno bum

Û te bi çavên melisankî li min dinêrî

Bi nakokiyekkeçikek êrî

Dev bi ken û besimîn

Piþtî serdema Beatrîs?

 

Û tu li ba min buyî

Bi guhnedana wan xinizê çavtuj

Û bi hilgirtina namilên qelew

Ku tim dibe barkiriyê kaprîs û moleqanan

Di bin ronahiyên vî bajarî teysandî de

Bi nepêniya henasên nîvêþevê!

 

Niha tu direvî

Lê bi ku derê ve

Bê navnîþanên rasteqîna jiyanê?

 

Bizanibe ku

Di nav dewsandeka tenêtiya bajêr de yî

Û pêþrewkên dilkovaniya te

Mejî

Dil

Û piþt re jî hedana te didewixîne

Bi giraniya namilan

Pêþiya þev û avabuna rojê.

 

Diþewitîne  rubarên êrî

Dizanim

Tu diltepînî

Wek çivîkek þilûpel

Di nav kefa destên min de!

 

Ma tu rêwî yî

Hey desthilanîka min a nazenîn

Ya ku hestê min dije

Li nîvê þevan

Li wan rêken durê rasteqîna bahran

Lê jibîr neke

Bajêr

Di mij û xumama xwe de dihele û diçe

Wek çemên tenêtiyê

Tune dike berhurikên xwe

Di wan katjimêrên

Ji îþkencexanan xwîn

Û ji te bêhna derejiyan tê der

Kirîvên te qamçî û þelaq dikin

Tevahî pitikên di çavên te de digirîn

Ma bi te jî ne sosrete

Nagirîn

Li vî wextê

Ku xew siwarbuye li þevê!

 

Ji ber ku dilkovaniya te

Êdî jana vî bajarî ne bextewere

Di kulmên þidandî de

Yek jî hilgirtiyê dîl û benî

Di nav dilê xwe de

 

Tu di þaþwaziya çavên min de yî

Ya ku gihaye veqetana rê

Û tirsmendê dijberê rasteqîna têkhere!

 

Hey bedew xanvana binketinên min

Di her rasthatinê de

Dinêrim li te weke mistek tijî av

Deka bibêje

Hey Sîndirella hêvîdara paþerojê

Ku ji min re tê bi bêhna kulîlka tolgînê

Ma tû dê bikarîbî

Bi wan çavên daxkirî

Dîlîtiya dostaniya me azad bikî

Ku weke çivîkek xwe diperpitîne

Li ser çiqlên dara

Her êvar!

                    Nîsan 00

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org