REXNEÞAPE

Nîzamettîn Akkurt

 III

 

Dîrok me disotîne,

li agurên

ku me li ser bertekan ava kiribû,

napêçe,

nagire,

kûrbûnê wernagire,

mîna diltepêniya te ya neþikandî.

 

Êdî ev bajêr biyaniyê me ye,

wek mejiyê li rika xwe tewîyayî,

bi navê gustîlkan

em digirin tiliya sîlahþor,

vê dîroka bajarê bêbin.

Yek jî

em dikin dîlê neynûn oje nedîtî

wan girtiyên rexneya sêdarî,

ji ber ku wêrekiya lêpirsînê mir

di nav gerdîþên tax û kolanan de,

ku ti caran ne pêþwazê îdîa me bû!

 

Divê em biþewtînin,

wilfa kombûnên teng,

di wan stargehên

her revokê riheta xwe ne,

li wê kêliya alandinan.

 

Nexwe

dê dîrok birevîne,

bi lepên qirase,

bi sîtilên reþ

deyne ser agirên geþ!

 

Ew kaniyên me hiþtine, hevbeþ in,

dest lê nedane,

bi xemla pertikên guzan

ciyê dan û standinan

yên navbeyna pirtûkan,

ku tim qiyamet û heþr in,

awirên binçav û ajogeþ in.

 

Tu zayenda xwe nasnakî,

fena guleyek amadeyî bipekî,

barkiriya nifiran,

li dijî keysa xwedawendên pîroz,

li wan serquncên ku me li pey xwe hiþtin,

ber nediyar fîþek î!

Divê em dest bikin

ji ciyekî vî bajarî,

hêmin û qajvajok,

wêrek û gijgijok.

Ji ber ku dejenere dibare,

li ser tax û kolanên bêçand,

bi gevzandina libên berfa reqsok û hejok!

 

Tu xwiyanga min î,

ger binêrim,

ji destên min li erdê bikevî.

Dê di ber çavên te de biþemite,

ew bîskên flortê,

ku me xemlendibû bi kenên devqîç

û bi diltepênî alastibû,

wan henarokên cêwîk

hêdî û bi dizîka,

bi terpêniya rehjenê berteqîn!

 

Binêre,ma tu nabînî,

li me dinêre heyam

bi keneke devliguh!

 

Beriya newrozê,

bi eþq û azwerî,

bi Laleþ û bawerî

em pevþayê hev bûn,

bê ku qeyrana perçiqandinê bizê!

 

Û me talox dikir paþ heyamên tacîr,

wan xelîseyên qetran,

gava ku em bi hev re tê de diheliyan,

bi xwekêmdîtina te.

Û tim beriya þevan bû,

alandinên me yên har,

li nav kolanan,

li ser stargehan bi hiþtina

duyên barikat û bendan!

 

Belkî jî teng dibin kolanên meþa me,

nola te,

li wê deqa gihîna laþan,

ku me tim li piþta xwe dixist,

bi þûr û mertalan!

 

Berevaniya takekes bingehê te ye,

tiliya xwe nakî hawirdor.

Tu him lêktê yî û him jî pêktê yî,

wek wê lawîra dicehime zikbirçî,

di navika goþebendên xwe de!

 

Ji bîr meke,

ev bajêr hate piþaftin

û xwe nas nekir di xetên rûyê te de,

ji xeynî wan çavên dejenere.

Ji ber ku qurmê xwe nîn e

û li ser þewatek bêbinî disekine

bi sotina dilê me yê þevîn e,

di wan berbangên xumamî de!

 

Mêze bike,

dest dihejînin stargehên te

û kemaxên xwe yên tazî li ba dikin,

di nav rihetiya giran de,

bi tengkirina sêkûçan,

li ba goþebendan!

 

Êdî ez te bi destên xwe nagirim

û kena te ya diranqîç û devliguh,

lewma ne tu yî, ya dibêje:

‘Tu birûxe,ezê bibim serdest!’

Ma ne divê ku tu þer vekî,

li dijî rasteqîna xwe,

bi helandina soratiya bafun

û wê pergela kategoriyan,

bi navê nasîna jiyana xwe!

 

Zarok digirîn di wan rêzên ku te hiþtine de

û di nava xilpokan de dubare dikin,

bi xelîsên wirzê,

ku tim badayê hev in,

ew vegera nirxê îdeal, ku divê ji me bizê!

 

Zingêniya zingilan gazî me dike,

ji paþ sînorê heyaman

û dilorîne  þivanê xerîb,

bi zimanê gerdûn û asîman,

wek zayenda te têdigihîje, qelþa hîmên nîvçe,

bi navê xemla xwezaya pîroz û dilovan!

Lê bizanibe,

ya tu ji bîr dikî qiyamet û heþr e,

ku þervan bi nifir jê re bûne revok,

te digire bi lepên nermok

û kena diranqîç û lêvtoq!

 

Filitandina te nîn e êdî,

tu dîlê kompleksan î,

raza nayê çareserkirin

û nepêniya bêeyan.

Axaftinvan û ber pê dane nîþandan,

helbet ew tu yî,

ya ku disotîne

dîroka nav rehên hinav û dilan!

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org