Rexneþape IV.

  Nîzamettîn Akkurt

Wendayî

Bajarê wenda yê dilê min ê birîndar

Her roj

Fiqîna bayê werdigire

Wê pora te ya ji nebawer

Di nav gêjgerînekên xirabe de

Ku me xwe

Û her aliyê xwe qehr dikir

Li bin darê hejira þîn buye.

   

Tu þêrîkê min buyî

Ya bertekê jiyana wê min hevîr kiriye

Wek wêneyê belaya ser

Yek jî min þuþti

Bi xwîna sor

 

Helbet tu yî ew muptela

Bi êriya zaroktî zaye

Piþt re jî di xaçerêkên xeter de tim rastê min hatiye

Wek adetê helandinê

 

Tê bîra te

Me ayet û sura xwend bi hev re

Gava ku em ketin wî bajarê bêriya xwe

Bab û bendan me rêzkir

Tavê laþê me diqemirand

Def lê dixist

Trampet dinalî û mest dikir

Di filorta çavên kilçîn kiþandî de

 

Te Perçe dikir

Di çavan de tev rengên dexesiyê

Gava em diketin bajêr

Di wî deriyê hîm lewhe û þamdanî de

Bi gummeniya ziman û têlan

Her berêvar

Berî ku roj biçe ava

 

Û her neqlê mîroyek min digirt û dibir

Di zelamet tariyê de

Helbet dostê min buyî

Ku wek mistek avê min dixwest vexwim

Bi wê xwerutiya þêrîn

Serkeftina me tune bu

   

Ma nexwe,

Her yek ji me teredînek mebest pak bu

Dema ku nola gladyatora tim þer dikir

Û dîsa tim dibu têkçuyê hêstên xwe

An jî

Ma nexwe,

Cudatiya me çî bu ji mirovkujên cewîk

 

Caniyê tilîkê

Û lêxistiyê mejiyê xwe

Belkî jî

Em nivîskar bun

Di mahzena destpêkirina têkçuyînan de

Ku tim dibu westayê meraqa jin û mêr

Yên zêncîrên þerê koleyan pênus dikir

Li ser tabletên tijî pelq

Bi wan þurên  ji xwe diz

 

Ma bi rastî me fêmnedikir

An

Em bibun girtiyê evîndariyê

 

Li wan bîren kûr

Ku tim me lê xiyanet dikir

Û bi marên firarî

Her þev di paþilê de radizan

 

Belkî jî

Tu wendayê li nav kolanan buyî

Ku ez lê digeriyam

Û wek zarokek dildikir biramîsim

Quncirîk bikim

Û nola mistek av vexwim.

 

Bajêr wendaye êdî

Bedêlê wî li ser milan hilgirti

Tê de hejîr þîn buye

Lêgerê wî tune

Lê nihêriyê wî nîne

Di bin berfê de raketiye

Wek wan stargehên veþarî di namilan de

Li ruyê ronî bi navê mahzenan

 

Em bi hev re

Terke bajêr dibin

Bi hewîþa dêlindêzê

Bi berdana þahiyên dinyayê li paþ xwe

   

Ba belav dikir porê me

Tê bîira te

Me dêlindêzek li darxist li vir

Lê nebu tu car pevþabunên me

Ji xeynî buhura karçikan

Û yek jî îkonayan

 

Me bi dîlitiyê le laþ xist

Bi guhnedana qîrên giyanê

Û bi xwendina ayetan

Tu ezîze Margeretta

Ez jî Dolcîno bum

Piþtî vebuha her sibehî

Wek wan zarokê kêfok

Me xet dikir kevalên reþbîniyê

Li çavên xwe

Bi pênusên kildankê

Li wan tufanên qarewar

Ku stêrk xemla xwe berdidan

Li ser rîþên kefiya me

Lê em tim xemsarê xwe.

 

Te digot:Fermana dilê me

Dibêje xwe bigihîne wê lîlozê

Duman li hev diket

Dilop diheliyan

Li wê firtoneya

Hêþînî wendayê spî ne

Lê tu çiqas spehî buyî

Gava te gulaþ dikir bi gladyator re

Bi vekirina stargehan

Bi xirêniya temenekî wenda

 

Belkî jî tu buyî bi wê nakokiya hinav

Ya xwestekan

Ku bi xemsarî û sersarî

Tim di qilusa xwe de hildigirim

 

Bizmar bi bizmar jê kî

Gul bi sitirîn

Dilê xwe bi stargehan

Di wan kolanên xirabe li bajarê birîndar

Laþê hilweþîne

Di wan rêkên bi hesret û bi hedan

Û biþewtîne bi agirên barîkatan

Wan þunewarê barkirê hestên jehrê

Di nav kefa destê dexesiyê de

Tenê bila bimîne

Di paþila te de çîrokek

 

Û dema di kurman de te min kuþt

Pêþiya berêvaran

Wê roniya qendîlê qels be

Behndon be

Hingê tu dê bajêr red bikî

Li ser quncên revok

Bi tenêtiya cixarekî

Ji ber ku ciyê hebandina veþariya te ye

Stargeh,

Kelbextî û penahendê

Ciyê hêz û qelsiya te

Bi avêtina hewla keysê

Azwer û kompleksa te ye

Wek tavê

Wê tu red biki

Xwe û gladyatorê runiþtkarê sêkuçan

 

Tu mahkumê nîgaþayî bê serkeftin

Ya di xewnê xwe de gulaþ dike

Li gêjgerînekê bajarê hilweþandî

Û ya dixwaze bavêje têkçuyîna

Bi wan pêçiyên bêhêz!

 

Ez dibêjim;

Azwerî di hundirê xwe de ne xirabin

Lê xwiyangên xwedavenda dexesîn

Û

Perçe perçe kirin wê ava pîroz

Li giraniya sêkuçan

Û qedexe danîn

Li ser erîtiya zarokên cêwîk

 

Ma jixwe me dizanibu

Keysa bi aqil

Û hevîrkirina sistiya dostaniyê

Li navbeyna beren hevneborî fitlonekan

Bi navê kulilkekî aj bidin

Nola ku me tariyê ji xwe re kiriye heyî

Û dev jê berda

Ji duyê por û çavên xwe

Li ser wan kevirên teneþîr ê

Çawa ku

Þîdeta gulaþê me diçand

Li bin tava sotînêr

Bi zanebun

Û bi bîr û biryar

Tu gulaþê namilê min ê rastê yî

Û hilgirtiyê çîroka min

Di paþila xwe de

Ku tim lê digegirm li bajarê wenda.

 

                       8 Çile 00

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org