Rexneþape

 

Nîzamettîn Akkurt

 

Zenobya mir

Jehrî vexwar

Û tirûþa tevahî dîrokê

Hedimand nav îsîna deryayê

Li ser bircên bajêr

Bi zeng û zêrîn

Li hember Roma’yê!

 

Ma tû yî li tîrêjê avê

Dikevî xeml û bala Zenobya

Û min jehrî dikî?

 

Beriya þahiya mezin roja dehemîn bû

Tê bîra te

Em heliyabûn bi awirên pitikan

Û weþiyabûn ji gûnehên dinyayî

Ji janên bê pênasa parsûyê min

 

Me êrî û xwerû himbêz kiribû

Li wê dêlindêza dema zeraqê

Bi dilkêþî û dilhebinî

Piþtî Îsa yê Nasiranî

Li çerxa hîvik

Di wan kolanên bajarê kêmdar de.

 

Piþt re

Li pey kaprîsan dihat cîhana tûfanan

Û min hizir dikir ku te wenda dikir wê rasteqînê

Li bin bandora nebesiyên rabirdû

Bi wê gilþa qirase

Bi vizêniya B-7 an.

 

Lê êvar ne wisa bûn

Di þerê qehr û kederan de

Perestgeha ku te lê dijiya

Bi kerb, bi xwîn û bi xwêdan

Tim bê çare dimayî

Li piþt rûniþtekên dawiya televîzyonê

Kengê te me bidîta.

 

Û kengê bi þûrê dexesiyê

Te xwe di aland ji heyamek din re

Lê tû çiqas dibûyî biyaniyê xwe

Ma bi rastî te fêmnedikir

Da ku kevokan bigirî li ser kenê

Weke þekir avêtina îskana çayê

An trênên ji idest filitî

Te dipekand serejêr

Bêkerixandin

Bêzebirandin

Bêfikare!

 

 

Belkî jî tû Zenobya bûyî

Bêyî zanîna jan nekiþandinê

Tim jan dikiþand!

 

 Xwezika te bizaniba çiqas tehl bû

Gava ku dimeþiyayî li ber lêva hendefan

Bi wê qûrmê qirase û amorf

Þamdan pêdixist bi wan lêvên þirþirî

Û raûndên sadîzmê dida kiþandin

Bi dostên min ê tû car xirabî nakin

Moleqanî û bi zimanê tewþ

Di dêlindêza jiyana me de.

 

Ketî bejn û bala Zenobya

Tû yî qasî dinyayê hezkarê xwe

Û ji min zêdetir kerbdarê xwe!

 

Deqa li henarokên te

Belkî jî gûneha te bû

Weke ku

Dûristiya te dilhebû pêþkeþ bikî jî me re

Ku werhatibû bi tehma nan û þerabê

Bi pêlegerên dexesî û kaprîsa har

Dibû meziyetek bingehî

Û sedemê wendakirina te!

 

Tecirmana te

Di rasteqîna herî hêsanî de veþartî bû

Di çavên reþ zeytûnî de

Ku ji dest filitî bû

Û dibû hesreta netêrbûnê

Dema tû lê digeriyayî

Û qet nedidît!

 

Ma çima

Te kurmê xwe nediavêt

Û wê berteka jî heyamên xapînok

Bi dijminatiya zilam ve hatibû

Bi navê xencerek di destê te de mayî.

 

Xwedî derneketî li þûrê girnîjê

Ya henarokên sor û spî

Ne jî li gûlên sor û bingehî

Ku te kiþandibû nav mejiyê xwe

Li ber lêva hendefan

Bi wê moleqaniya direviya ber bi rasteqîn

Çargavî û bê hefsar!

 

Me þîn dikir

Sûretê Dayika Meryem pîreka wenda

Her sehar

Di tayên pora hineber de

Li navbeyna dostanî û hiþkegirê

Û dîsa her sehar

Me bi kêr û xenceran dikola

Dewsa stêrkçavên zûwa

Da ku bibe destpêka

Bîrên þevên bê binî!

 

Ka tû bibêje

Ma em mecbûr bûn

Ku li ser xwe kin

Wê nekiþandina qehredar

Mîna wendakirina xewnên qeyran

Di wan heyamên þidandî de

Ku tim li pey me diherike

Bêkerixandin

Bêzebirandin!

 

Niha jî

Li wî bajarê ku tû çûyî dinêrim

Ya ku xwiyanga min e

Belkî jî dibêjim

Nola Zenobya

Li nav kolanên bajêr

Li gêzgerinekê

Li stargehê.

 

An belkî jî

Wê tû bibî sedemê jana xwe

Bi wan arezûyên nezan

Bibi terkeserê goþebendan

Ber bi cejna ajoyan ve!

 

Lê ez dizanim wê tû bigirî

Û bêriya girîna min bikî bêçare

Hêdî

Û bidizîka!

 

Gava tû bibêjî, ez Zenobya me

Li wê roja þahiya mezin

Ku em diheliyan bi awirên pitikan

Piþtî Îsa yê Nasiranî

Serdema hîvik de

Ger were bîra te

Wê tû aqil bikî

Da ku bibî çûka anka?

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org