Rêya Heftanîna Þewitî

Nîzamettin Akkurt 


Divê bê qebûlkirin, ku gundiyên penaberên Maxmûr, dema ku di sala 1994’an de rastê zext, zorî û kiryarên kirêt ên Dewleta Tirk hatin û mecbûrê koçê bûn, bi mafdarî weke alîgir û sempatîzanê PKK’ê hatine binavkirin. Di halê hazir de ev pênaseyeka rast bû jî. Ji ber ku kesên tevlî koçberiya jênerevîn bûbûn, ji ber bîr û baweriya xwe ketibûne vê riya zor, zehmet û çetîn. Helbet di wê demê de ti kesekî hizir nedikir, ku dê penaberî ji deh salan zêdetir bajo. Jixwe berê wan ber bi Baþûr ve bû, ku Baþûr di wan salan de mîna paþeniya PKK’ê dihate dîtin. Mirov dikare bi hêsanî bibêje, ku çendî hindik be jî, di vî alî de rihet bûn. Ji ber ku ciyê berê xwe dabûnê, weke ciyê navenda wargeha bîr û baweriya wan dihate hesabê. Ji aliyê din ve Baþûr bi kiryarî di bin desthilatdariya hêzên kurd de bû. Helbet çûna bal birayên Baþûrî jî dilrihetiyek dida wan. Çima ku gelek merivên wan li wî aliyê sînor hebûn û hinek ji wan belkî bi dehan car sînor qut kiribûn û çûbûn bal merivên xwe. Loma baþ zanîn û nasîna deverê avantajeke mezin bû ji bo gundiyên Botanî. Her wekî beriya çend salên nêzîk, birayên wan ên Baþûr neçar mabûn û qê nehatibûn Bakûr bal birayên mezin û di ser de jî eleqeyek mezin nedîtibûn. Niha jî ew bi xwe diçûn bal birayên biçûk. Her wiha hizreke ku gumanê bi wan re bide çêkirin, zemîn û þûnewarê berbiçav nedidît di hiþpak û bîr û baweriya wan de.

Yek jî hemû mercên hebûn, nedihiþt ku penaberên neçar mane, bi rengekî aqlê selîm tevbigerin, da ku ji hev derînin, dê di dema pêþ de çi were bi serê wan. Ne ewqas dema wan hebû, ne jî derfetênhizirînê.

Li jor weke xetek ji agir leþkerên Dewleta Tirk di destan de benzîn, bi çek, top, teng û firokên þer gund, bexçe, zevî û daristan diþewitandin. Bênavber xeta ji agir ber bi sînorê Baþûr ve dahf didan.

Du rêk hebûn li pêþiya wan însanan: Yekem, di nav agir û þewata 4000 gund û daristanên bêserûbin de mayîn, ku ev dihate wateya kuþtin û qirkirinê; duyem, bi zar û zêç, jin, kal, pîran ve ketina riya ber bi Baþûr ve diçe. Jixwe hemû gerîlayên Çirav, Gabar, Cudî û Katoyê bi heman dirûvê riya Heftanîna Þewitî nîþan didan. Warederên Bakûrî bi neçarî û jênerevînî heman riyê þopandin: Riya Heftanîna Xopan û Þewitî!..

 

Jiyan Xeyalþikîner e

Salên ku li wargeha Etrûþê derbas bûn, ji aliyê standardên jiyanê de tam nebe jî, piranî êþ, elem û sextiyeke mezin e. Þertên jiyanê ewqas zor û zehmet in, ku hedarkirin ne gengaz e. Lê dîsa jî pênaberên ji axa bakûr bûyî, bi sebr û hedaneka mezin,  hinek jî ji ber bêçaretiyê îdare dikin. Him li aliyekî þert û sercên pir sext hene, ku divê li hember vê yekê berxwedêriyeka mezin bê nîþandan, ji aliyekî dîtir ve jî, baweriyeka ku sînorê hedariya însên derbas dike heye. Ev xal di rewþa mercên welatparêziya di cî û warê xwe de misoger e, ku, kêm zêde her penaberekî bakûrî, di dil, bîr û hiþpaka xwe de baweriyeka bêhempa hildigirt. Lê bi heman þêwazê mirov nikare piþtrast bê, ku heman baweriya di dil, bîr û hiþpakê de tê hilgirtin, di merc û þertên nayê hedarkirin de, heman radeyê nîþan bide. Jixwe gava ku mirov dîroka pênaberan vedikole dibîne, ku her ku dem derbas bûye, an jî wargeh hatine guhartinê, di jimarê de kêmbûn pêk hatiye. Ev yek jî rastê piþtî salên Wargeha Etrûþê tê. Bi hizra min ev nakokiyek nîn e. Bi temamî rastîna jiyanê ye, ew rastîn e, ku çendî di dil, bîr û hiþpakê de baweriyeka mezin hebe jî, ger di rastîna jiyanê de guncaw kiryar û sepandin, bi rengekî berbiçav û þênberî wê baweriyê xurt nekin, dê nakokî derkeve. Helbet vê nakokiyê wekî lewaziyekê nirxandin jî, bi ya min nedîtina rastîna jiyanê ye. Gengaz e, para lewaziyê heye, jixwe lewazî destpêka ferqkirin û pêhesîna nakokiya rastîna jiyanê bi xwe ye.  

Rojên li wargeha Bihêrê û Þeraniþê tam bêhizûriyek e. Him zora jiyanê û him jî zora dewleta tirk dihêle ku cardin bikevin ser riya koçberiyê. Di rê de du zorak pêlê mayînê dikin. Di ser de jî nêzîkatiyên hêzên herêmî penaberan di rewþeka zehmet de dihêle. Ji aliyê din ve Neteweyên Yekbûyî di aliyê alîkariya însanî de neketiye dewrê. Rayedar diçespînin ku penaberên bakûrî werine Etrûþê. Dibêjin “ger hûn neyên emê alîkarî nedin we!” zar û zêç, kal û pîr di nava herî û baranê de tên û li Geliyê Qiyametê bi cî dibin. Li virê NY alîkariya çadir û xurekê dide wan. Bi cî dibin, ji ber ku bi baweriya wan dê ev der bibe ciyekî mayînde, lema çi tiþtên jiyanî hene, hewl didin ku pêk bînin. Penaber karê xwe ewqas pêþ de dibin, ku dest bi kolandin û çandina fêkiyan dikin. Li derdora çadiran baxçeyan ava dikin.

Sala 1995’an meha tebaxê ku ez çûme wargeha Etrûþê, min bi çavên xwe dît, ka penaber di nav hewldaneka çawa de ne. Her derê Geliyê Qiyametê bi çandina balîcan, îsot, bexdenos, kundir, dolmik, xiyar û gelek tiþtên dîtir hêþîn kiribûn. Ez bi xwe li nav wan baxçeyan geriyam û min ji wan çandiniyan xwar. Li her semtekî ciyê temaþekirina televîzyonê hebû.

Ev kitekitên nava jiyanê li aliyekî, polîtîk hesabên li ser penaberan, di wan salan de hiþt ku êþ û sextiya jiyanê bigihîje radeya bilindtirîn. Hesabê dewleta tirk, hesabê PDK û hesabê PKK. Dewleta tirk, me li jorê jî destnîþan kir, ew guman hilnedigirt, ku warederên bakûrî bigihîjine asta pênaberiya siyasî. Loma hemu hewldanên ku li dar dixistin, ji bo paþveanîna warederên bakûrî bûn. Însan hetanî radeyekê dikare wateyê bi vê yekê bide. Ji ber ku di navbera dewlet û penaberan de sînorê ku hebû, sînorê dijminatî û bêmafiyê bû.

Lê herdu hesabên din, ê weke PDK û PKK bi temamî li ser bingehê pevçûniya navxweyî pêk dihatin. Ev bi serê xwe mijarek e, ku divê li serê bê rawestan û vekolîneke zanyarî bê derxistin.

Di nav van hersê hesabên sext û çetîn de penaberên Etrûþê, di nav hewldana cî û warbûnê de, him tovê îhtîmala pêkanîna xeyalên nû û him jî avakirina zemînê valadesxistina wan xeyalan hêdî hêdî derbasî þênberiya jiyanê dikirin.

Çi bûn ew xeyal?

PKK, ku heta salên 1995-96’an di nav kurdên baþûrî de xwe negihandibû hêza rakêþanê, piþtî ku li ber xwe ji deh hezarî zêdetir girseyekî dît, zêdetir hêvîdar bû û kete nav hewldanên mînak afirandinê.

Di wê demê de talîmat, analîz û nirxandinên ku hatine kirin, çendî ji hev cewaz bin jî, hemal xal di hemûþan de jî heye. Ew xal jî afirandina Prototîpê Kurdistana Azad e, di mînaka Wargeha Etrûþê de. 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org