SÊKUÇA
AÞTIYÊ
Nîzamettin Akkurt
Hevdîtinên Abdullah
Gul û þanda pê re li welatên mînanî Ûrdûn, Îsraîl û Filistînê pêk
hatin. þanda ku derkete riya aþtiyê û gelek hevdîtin pêk anîn, bi taybet
ji aliyê Filistînan de gelek bi qedir û qiymet hatine pêþwazîkirin. Helbet
mirov dikare vê yekê watedar bibîne û Filistînî mafdar in ku þabûne, ji
ber ku di nasîna dewleta wan de yê ku yekem mora xwe lê xistibû Tirkiye bi
xwe bû. Bi gumana min ev alî rexneyê naxwo.
Di hevdîtin û
ragihandinên karbidestên Tirk de, xala ku herî zêde derdikeve pêþ anîna aþtiyê
ye ji bo Rojhilata Navîn e. Bi taybetî axaftina A. Gul di roja 5’ê vê heyvê
de vê yekê eþkere danî holê.
Helwesta ku aþitiyê ji
bo kêþeya di navbera Îsraîil û Filistînê de ferz dibîne, helwesteka erênî
û baþ e.
Ez bi xwe tê de nabînim
ku aliyekî rexne bixwo hebe. þerê êdî ku hatiye halê amrazekî bêwate li
benda aþtiyê ye û di halê hazir de desteka ji dewletên dîtir bê, dê
karibe tevkariyeka mezin bide çêkirin. Ji ber ku þer û pevçûn û bi taybet
jî nakokiyên ku navendên Rojhilata Navîn de dertetine holê û hê jî bi hêza
xwe ya hundirîn nebûne xwedî çareserî, bi pêþveçûna xwe re divêtiyeka
mezin dertînin holê, ji bo destek û tevkariya derveyîn.
Rûxandîna rejîmên dîktatoriyal
ên Rojhilata Navîn di kesayeta rejîma Ireqê ya Saddam de yekem numûneya baþtirîn
e ku em dikarin bidin. Hizr û bîra min ew e ku destwerdana derveyîn nebûyana,
yek jî ez vê weke destek û tevkariyê dihesibînim, ne gengaz bû ku rejîma
heyî were rakirin ji hêla hêzên herêmê yên hundirîn. em qebûl
bikin û nekin îro di hundirê Iraqê de guhertinên cidî û riþt pêk tên.
Di jiyana civakî de û bi taybet jî di navbera komên civakê de têperandina
kevneperestiya berê di radeyeka mezin de ye. mirov dikare ve yekê di her wêneyekê
jiyanê de bibîne.
Vêca rewþa neha ya herêmê
bi rastî jî ji her alî ve bendewariya aþtiyê dike. kêþeya Îsraîl û
Filistin, kêþeya kêm netew û olên herêmê, di pêþ de jî ya kurd li
benda aþtiyê ne.
Û li kîjan deverî û
di kîjan kêþeyê de aþtî gavek biavêje, dê di heman demê de tesîr û
bandorê bide kêþeyên dîtir. Tirkiye bixwaze û nexwaze jî dê ev yek tesîrê
bide anîna aþtiya ji bo kurdan.
Jixwe her wekî ku
Tirkiye zendên xwe ji bo aþtiyê badaye, dikare vê yekê bike destpêka kêþeya
tirsa xwe ya herî mezin.
Li Baþûrê Kurdistanê
ger ji ber desteka ev çend salan a Tirkan be û ger ya destwerdana vê dawiyê
li ser Iraqê be rewþa pêkhatina dewletekê derketiye holê. hê jî ev aktîf
destekdayîn ji gelek milan ve pêk tê. Dê ev yek ji gelek aliyan ve wergiriya
xwe fireh bike. Ev halê peresanê bi xwe ye. Tesîr û bandora ku pêk tîne,
bi xwe ve sînordar namîne.
Jixwe hin derdor di aliyê
aktîf destekdayînê de gotûbêjan dikin. Heger ev yek hinek hêz nîþan
bide, dikare bingehê tifaqeka mezin pêk bîne, bi taybet di nava hêzên
kurdan de. Gelek hêzên kurd vê yekê di gelþa hilbijartinan de nîþan dan.
Helbet di serî de Kongra Gel û pê re jî gelek derdorên din, jixwe gotûbêj
jî hene, dê xwe ji vê yekê nedine paþ.
Di heftiya bê de
Tirkiye, DYA û Iraq di navbera we de dest bi civînan dikin. Tê zanîn ev civîn
li ser kêþeya kurd pêk tê. çendî ku pêþveçûna dewleta kurd a herêmî
weke mijarekê bigire nava xwe jî, xala yekem ku Tirkiye dixwaze bixe rojevê,
Tevgera Azadiya Kurd e. Dê Tirkiye hemû kartên xwe deyne ser masê, çendî
ku hevsengên herêmê li gorî kartên wî nayên jî, di ya xwe de israrkirin,
gengaz e ku bibe helwesta sereke.
Lê belê ev yek jî pir
zelal e. Helwesta kevin ti gavî nikare bi Tirkiyê bide avêtin, bi taybet jî
di vê pêvajoya ku mûzakere dest pê kirine ji bo Yekîtiya Ewropa. Rewþa hêz
û dînamîkên herêmê jî dest nadin ji bo vê yekê.
A baþ, Tirkiye dikare
heman rola ku di anîna aþtiya kêþeya Îsraîl û Filistîne de dixwaze
bileyize, di vê civîna sêkûçe de jî bileyize. Nexwe weke ku bilev dikin anîna
aþtiyê ji bo Rojhilata Navîn dê bibe xeyalek mezin ji bo Hikûmeta AKP’yê.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org