ÞAMIL
ESGEROV ÇÛ SER DILOVANIYA XWE
Þamîlê Selîm Esgerov ku þaîr, kurdolog, etnograf, wergêr
û “yekem þervanê kurdên Azerbaycanê” di roja 20’ê Gulana 2005’an
de di 77 saliya xwe de çû ser dîlovaniya xwe.
Þamîl Esgerov, ku di sala 1928’an de li Kurdistana Sor li gundê Axçakentê
bajarê Kelbecerê hatibû dinê, hê di ciwaniya xwe de bi dîrok û edebiyata
Kurdistanê re, ku wê demê nav û dengê wê jî li holê nîn bû, eleqedar bûye.
Dibistana navîn û amadeyiyê di dereceya baþ de qedandiye û paþê jî
dibistana mamosteyî ya bilind a dewleta Azerbaycanê, pey re dibistana bilind a
partiyê li Bakûyê û ûnîversîteya pedagojî ya Azerbaycanê xilas kiriye.
Her sê dibistanên bilind bi “madalyona zêr” kuta kiriye.
Li bajarê Kelbecera Kurdistana Sor edîtorê rojnameyê, serokê rêxistina
ciwanan “Komsomolê” mudirê dibistanê, waliyê bajêr, mudirê perwerdeya
bajêr, serokê mûzeya dîrokê bi rengekî navdar daye meþandin. Weke mamoste
di dema seroktiya Þamîl Esgerov de, rêxistina ciwanên Kelbecerê di
gelemperiya Yekitiya Sovyetê de, di “pêþbirka sosyalîst” de rêza yekem
girtibû.
Mamoste Þamîl li bajarê Bakûyê ji teklîfên ku bibe rektorê ûnîversîteyê
re gotiye na û mayîna li Kelbecerê tercîh kiriye, ku bêhna kurdayetiyê jê
werdigirt. Di sala 1993’yan de piþtî ku Kurdistana Sor ji hêla artêþa
Ermenistanê ve hate dagirtin, bi neçarî jiyana xwe weke penaber li bajarê
Bakûyê domandiye.
Mamoste Þamîl li ba xebatên civakî bi xebatên xwe yên edebî û zanistî
li Yekîtiya Sovyetê û li derveyê welêt weke þexsiyetekî navdar hatiye nasîn.
Tevî ku bi xwe matamatîksiyen bûye, bi kurdî û azerî helbest nivîsandiye.
Edebî, etnografî, dîrokî û hunerên estetîkî di serî de nêzîkê 40
pirtûkan nîvisandiye. Mamoste Þamîl, li ser xebatên edebî yên Mamosta Cîgerxwîn
teza xwe ya doktoriyê nivîsandiye, destana “Mem û Zîn” a Ehmedê Xanî
wergerandiye zimanê azerî û wekî din jî, di serî de ji Feqiyê Teyran,
Melayê Cizîrî, Evdirehman Hejar û Evdila Goran bi sedan helbestan bi zimanê
azerî bi lêv kiriye. Her wiha ferhengoka zimanê azerî-kurdî, kurdî-azerî
nivîsandiyê û bi vê yekê armanc girtiye, kurdên li Azerbeycanê ku zimanê
wan asîmîle bûbû, ji nû ve zindî bike. Dîsa yekem ferhengoka qafiya(miþar)
zimanên kurdî û azerî ji hêla Mamosteyê mezin ve hatiye çêkirin.
Mamoste Þamîl emrê xwe yê biwate di rêya ronahîbûna kurdan û biratiya
gelan de borandiye. Bi xwe di vê riyê de çendî ku rastê zext û zorê
hatibe jî, ji þewaza jiyana xwe tu caran tawîz nedaye. Di sala 1978’an de
bi sedema ku “kurdayetiyê” dike, çar salan di zindanê de dimîne, di nav
rewþa çetînahiyê de bi navê “Lal Kiz” destana helbestî ku 20 hezar rêzik
e û dîroka têkoþîna gelê kurd vedibêje nivîsandiye û bi vê eserê
helwesta xwe nîþan daye, li dijî bêmafiyên ku têne kirin.
Timî di dilê Mamosteyê mezin de evîna Kurdistana mezin hebû, ew tam dildarê
Kurdistana Sor bû. Mirov dikare bibêje ku li Kurdistana Sor ciyê her kevirî,
her darî û her kaniyê dizanibû. Mamoste Þamîl, li komara ku lê dijiya
dostên wî yên ku ji “kurdayetiyê” hez nedikirin jî, jê re digotin
“Ansîklopediya Zindî” û abîdeyê zindî yê dostaniya kurd û azeriyan.
Ji bo kurdên ku li nav Yekîtiya Sovyetan belav bûne, wateya Mamoste Þamîl
mezin e û li ba dilê wan ew tekane þervan e, ku têdikoþe di oxira
kurdayetiyê de, li nav kurdên Azerbaycanê.
Gelê kurd ewladêkî xwe yê gelek nirxdar wenda kir. Em Mamosteyê mezin Þamîl
Esgerov ku bi dengekî mezin ji gundê Kelbecerê diaxiviya, bi dilovanî û
sipasdariyeka mezin bi bîr tînin. Ew mamosteyê me yê mezin e. Bîraweriya
mezin, jîriya wî ya ronî û têkoþîna ku daye di oxira ronahîbûna
kurdistanê de çavkaniya ilhama me ye.
Li ser navê hezkiriyên wî
Knyaz Mirzeyev: Akademisyen, profesorê filologiye û serokê yekitiya kurdên
Qazakistanê.
Nadir Nadirov: Akademisyen, profesorê petro-kimyayê.
Þêx Remezan. Serokê yekitiya Kirgizistanê.
Bariyê Bala: Þaîr
Ehmedê Hepo: Nivîskar
Mihemedê Misto: Profesor
Bariyê Paþa: Albay
Wezîrê Knyaz: Dozger
Resûl Memedov: Doktor
Ezîzê Ziyo Eliyev: Bazirgan
Hiseyin Sadikov. Profesorê matematîkê.
Hesen Hecî Silêman: Nivîskar
Xebatkarên rojnameya “Dengê Kurd”.
Xebatkarên rojnameya “Jiyana Kurd” û kovara “Nûbar”.
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org