SPÊLA

 Nîzamettîn Akkurt

 

Tu di rewneqiya bêdengiya min de yî,

yê ku di çerxa xwe de

li zerya xwe digere.

Belkî jî helbestvanê min î,

di helbestên min de.

  

Negirî Spêla negirî,

ew guleya nîveka gelawêjê,

ku bi canê te ve vedaye,

qasî libakirina ala destên te,

bi lêxistina tîra destê xwe,

di çikandina 12’yan de

devqîçiya we dilîlîne.

Nexêr!

bigirî Spêla bigirî,

birijîne stêrkên dilþadiya helbestvanan,

ji ber ku tebax bûne gelawêj

li ser bêhna qurnefîla dil û veqetînê.

Bigirî Spêla bigirî,

heya ji destên te bê bigirî!

 

Zerya,

Zerya Spêla,

ma qet nehat hiþê te çima,

lê çima ew veqetîn,

ku dil kiriye tim xemgîn,

nola tenêtiya har û dîn,

bêsual û pirs we diqurtînin?

 

Ma qet bi hiþê te neket çima,

lê çima ew þevên sar,

hestan kirine bor û har,

wek fîtosa bêþermîn û ar,

hema xwe li we dikin bar?

 

Zerya,

Zerya Spêla,

nameyê ku tê ji dûr,

dil parçe dike, dike piç û hûr,

li balê dibe misqalek,

kûr birîna xençer û þûr.

 

Zerya,

Zerya Spêla,

tu bedewê

hey lê canê derewê.

 

Bigirî Spêla bigirî,

wî çawa tu qezenc kirî,

wisa jî wenda dike,

bêked û erzan,

biêþ û giran.

 

Bigirî Spêla bigirî,

ji ber ku te 15’ê gelawêjê

weke morîkên mircanê,

mîna xeleka zêrîn ji dil û canê,

nekir bi xal û gerdanê,

bi gewrî û qirika jarê.

Bigirî Spêla bigirî,

bigirî û bizanibe ku,

helbestvan jî li te nayên rehmê,

vê neqlê û vê carê.

 

Bigirî Spêla bigirî,

te çawa ew kir dildarê xwe,

piþt re jî dilsarê helbestên xwe,

ew jî te wisa dike dilwendaya xwe,

bêked û erzan,

biêþ û giran.

 

Bigirî Spêla bigirî,

heya ji destên te bê bigirî,

bi qarîn û kurekurê,

ma çi ji destê te tê porkurê!..

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org