Tirkiye dixwaze bi rêyên nezagonî penaberên Kurd ji bo vegeriyanê qayil bike
Nîzamettîn
Akkurt / Maxmûr
Piþtî
hevdîtina li Enqereyê ku rayedarên tirk bi DYA û Iraqê re pêk anîbû
û xwestibû rewþa penaberên Maxmûrê têxe rojevê, di vê dawiyê de tê
dîtin ku hewldanên xwe yên
bi vî awayî zêdetir dike. Ji bo ku wargeha Maxmûrê vala bike û
vegeriyana wan a bakûr pêk bîne, ji aliyekî ve di warê dîplomatîk de
hevdîtinan bênavber didomîne, ji aliyekî dîtir ve jî, zorê li ser
malbatan dike da ku vegerê qebûl bikin. Rayedarên tirk bi taybet vê
xebata xwe li ser Cizîrê û Zaxoyê, bi wesîteya hinek kesan pêk tîne.
Di mijara zorê li malbata bike û vegeriyana wan pêk bîne de, hat hîn bûn
ku 4 malbatên Þirnaxî ku beriya 2 mehan ji wargehê veqetiyabûn û çûbûn
tirkiyê bi kar tîne û dîsa hinek þebeke xistiye dewrê û bi vî awayî
dixwaze beramberî hinek waedan xebata qayilkirinê bi rê ve dibe.
Ev
xebatên ku tên birêvebirin wekî ku armanc digire penaberên wargeha Maxmûrê
bizivirîne bakûr, li ba vê yekê dil heye ku endamên kongra-gel jî
bigire nava vê wergiriyê. Bi vê armancê karbidest û rayedarên tirk
gelek hewl didin û hinek þexsên kurd ku niþteciyên herêmê ne xistiye
dewrê. Dîsa mirovên kurdên wargeha Maxmûrê ku li bakûr dijîn xistine
dewre û ev mirov karê qayilkirinê dikin li ser gel û endamên
kongra-gel, ku werin û feyde bistînin ji zagona vegera malê.
Di
vê çarçoveyê de hate hînbûn ku awuqatekî Cizîrî di vê xebatê de
rolekî aktîf wergirtiye ser xwe. Ev ewuqat jî bi rêka mirovên xwe yên
li Zaxoyê têkilî bi hinek kesan datîne û bi vê rêkê dixwaze radestbûna
malbat û endaman pêk bîne. Her wiha zorê li ser malbatan dike û bi rengê
ezê zarok û nasên we ji bo ku feyde bigirin ji zagona vegera malê waedan
dide. Niþteciyên wargeha penaberên Maxmûrê ku van pêþveçûnan ji nêz
ve diþopînin, weke ku tê zanîn di mehên derbasbûyî de bi gelek awayan
helwesta xwe nîþan dabûn.
Di
vê mijarê de rayedarekî þaredariya Maxmûrê ku me serî li dîtinên wî
da û nexwest navê xwe eþkere bike, diyar kir ku di wê ferqê de ne ku
xebateka dijber tê meþandin li ser malbatên wargehê. Rayedarê wargehê
pê ve çû û destnîþan kir ku berê jî xebatên wisa li ser penaberên
wargehê pêk hatibûn, lê çawa ku di berê de negihiþtibûn encamekî wê
di dema pêþ de jî heman çarenûsê bijîn.
Rayedarê þaredariyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: Vegeriyan,
ne bi lîstok û fenan, tenê û tenê bi vebûna pirsgirêka kurd dikare
bibe jiyanî.
Weke
ku tê zanîn di bihara sala
1994’an de , li bakûrê Kurdistanê piþtî ku 4 hezar gund hatine
valakirin, bi taybet ji herêma Botanê nêzîkê 12 hezar kurdên bakûrî
neçar man ku koçî baþûr bikin. Ev kurdên baþûrî bi dorê li wargehên
weke Þeranîþ, Bihêrê, Etrûþ, Feliyê Qiyametê, Nînova û Nehdarê
di bin desthilatiya hêzên herêmê de man. Kurdên bakûrî ev 7 sal in
girêdayê Musûlê nêzîkê navçeya Maxmûr, li wargeha Maxmûr di
bin çavdêriya NY de jiyana xwe didomînin.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org