VEBÊJ Û GUHDÊR

  Nizamettîn Akkurt

Tu bexçewanê pîroz, av didî bi stêrkên çavan qurnefîla dilê min, di navbera me de du bostên maseya kevir hebû û helesoriya bayê poran têkilhev dikir wê parçeyê kêm-laþê min; dest bavêjim, ezê bigihîjimê, min temam bike, ewa ku bi salan jê re bûme lêger.

Ew tecirman, ew agirê findê, ya ku ez li dervayê rasteqînê hiþtime, ji dîtinê dûr xistime, bêhizir û bêraman kirime!

Tu nû bûyî, mîna pitikek xwerû bûyî, ew pitikên nû dest bi çalepitikan dikin û meþê hîn dibin; bi gavên xav û bi hestên nesewiyayî. Niha jî, tu li pey helbesta dilê xwe ketî nav xopana riya û li seqema zivistanên destþewat rast hatî. Her çiqas þûnewarê hatinê li te nehatibe jî, fena pitika wî mîrzayî tu bi xêr hatî!..

Tu gula Zagrosa pîroz î, ku min daniye ser deqa singê çepê û tim bêhn vedide mîna dilopa xuziya zozanan. Di navbera me de dirêjahiya metreyên helesoriya bayê poran disekiniya, li ser wê maseya kevirîn û ez li her deverî, di her hêmanî de, bi her heyamî, li her qasa bi tenê, dema di stargeha xewnên xwe de dihelim, finda kevçikê dilê xwe pêdixim bi çavþiniya te.

Ez di perpitandinan de me, di çokên min de liba dikevin perê pirpirokên leyîstok û nikarim gav bavêjim dervayê wê stargeha ku dilê min vediþêre ji mejiyê min; mîna raz û nepeniyan, nepend û nediyariyan. Ew stargeha dihewînim, di hewandinan de vediþêrim; bi êþ û hiznan, bi þûr û tufanan, bi þeytan û sêrebendan. Ma qey nehatibû dizîn ji hêla tilîkên teniþtzer ew cîhana rasteqînan, di þevek nîvhîvxavî de.

Tu kêm parçeyê giyana min, vebêjê nenasê têrbûnê û pêxwasê xewnên taloxkirî. Bi gor tolaz û teredînan; bi sitûyê þikestî, bi gor dilê xwe ketim pey suwariyê dilê xwe û hatim!

Sînor û zozanan, raz û astengan min derbas kir û ez hatim. Ne awirên rikan, ne bayê qure û þanazan, nikare bibe têkberê qeliþandina ronahiya sinca min. Ez guhdara xwerû û xalî, hatim û têketim nav awirên çavan. Hatim ku guhdar bikim di nava hesta mestbûyînê de wî dengê, wî dengê ku tê ji nav vizêniya bayê geronek û bijî spî!..

Te ji min re wahiy û bendan vegot, ji wan rûpelên bûyernivîsa ku nehatî nivîsandin û nayête nivîsandin. Min dizanî û ez têdigihîþtim, bi sehek û pêjnên nexapînok. Piþt re min wiha vedigot ji qurnefîla kevçika dilê xwe re: Vebêjek rêzmoriya axaftin û gotinan miþtaxe dike, di tariya perdeya paþ dikê de, bi zimanê wahiy û bendan, helbest û rêzikan, bêlîd û çarînan, bi herikandin û barandina ronahiyê, di nava quncirîkên tevzonekê bêhemdê canê xwe de. Û tim ji bona min dibû, ew þiverêkên kamilbûyî, bi moriyên þîn. Ew roj, ew kat û ew qasa ku zilamê tazî qîrên hebûniyê davêt li tariya paþ perdeya dikê, di wê xulekê de, li ronî-bexçeyê Vebêj, li stargeha xewnên þepitî û di ramanên þeveder de.

Diketim nav þiverêka rêzmorîþînê û li pey suwariyê dilê xwe diçûm, bi wan çavên ku cawê ronahiyê ve hatine pêçandin; çawa ku a-niha li vê derê, di vê kêliyê de, mînanî pêþengên bêhna axê û þiverêkên quntara Zagrosê ji wan tê û xwe serejêr berdidin nîveka dilopa xuziya derametan.

Tu nû hîn dibî û têdigihîjî, hey xwedandêra qurnefîl, ku bendên çarînan guhdar dike ji zimanê min!.. Ma jixwe jiyana me ne hasil e, ji wê dilopa xuziya zozanên bêserûbin? Xwe bi nermojankî datîne ser kevçika dilê þîniyê û bi dizîka hêlîna xwe dihone, li ser qesema hevmêzînê, mîna lemên binax, ku hazir û amade ne ji ketina rewa erdê re. Lê gava ku di nava tasa zêrîn de bi ronahiyê re dihele, bi xwe re þîniyê jî dihelîne; di kêliyekî de, ji nedîve û bêdawî!

Çend car em hatin vê dinyayê û çend car çavên me rûbirû ma di wan seqayên barkiriyê xumaman de? Dibe ku bi hejmara çend tilîkên destan, yan jî qasî dilopên þapebaranan.

Tu naxwazî bibînî û naxwazî pê bihesî, bi wê hesta hezkirinê, ku di nava tirsê de hewandî maye. Weke ku hinek li destê te bixin û birevînin, ne tenê ji mirovan, ji xwe û ji suwariyê dilê xwe jî veþartî dihêlî. Hizra te ew e ku, hinek pê bihesin wê heþir û qiyametê rakin li ser serê te. Ger tu xwe vebikî wê mîna kevokek binbaskþîn li xwe bide, bifire û biçe paþ sînorên xeyalên bêbinî.

Tu naxwazî bibînî û naxwazî pê bihesî, lê tevahî qasên jiyana te weke kulmên þidandî û hiþk dide derbaskirin di nav dewîxandina hest û ramanan de.

Ew hesta tevlîhev dema ku mîna pêlên bahrê te dide ber xwe û dibe sahîlên nediyar, weke her demê li hember jiyanê qels, jar û lewaz dimînî. Tu ewqas ji rasteqînê dûr dikevî ku, kê tayek giya dirêjî destê te bike, wê tu her du destên xwe bidiyê.

A te ne tirsa wendakirinê ye. Ên ku bi tirsa wendakirinê ve dilerizin, zêdetir bi hembêz û paþila xwe ve diþidînin wê yekane hebûna xwe. Dîsa jî tu caran ne dilxwazê çûyîna paþ sînorên xeyalê bêbinî ne.

Hal wisa ye ku, ew tiþtên bi navê jiyanê em dizanin, ew rasteqînên ku nehatine erênîkirin in. Lê hema wisa mane di quncikê gelala hiþê me de û ger ji wana re çareseriyek bingehî neyête dîtin, nola qetraneke giran û zeliqandî dadikeve ser rengê jiyana me. Hêdî hêdî tevahî hêmanên jiyanê vedixwe û rengê xwe didê. Wê demê jiyan tênagihîje ka xwe di nava kîjan qiyametê de peyda kiriye, çawa ku mîna a-niha li te hatiye.

Ne tu dizanî, ne kes dizane û ne jî bi kesî eyan e! Ji lewma bera wan her pênc Bekoyan dane û axaftin bi þirîqî li quntara eniya wan dane: Hûn pênc peyayê kihêl, çavbirçî, dilguman û tirêl ketine nav dêrana têrpîn û diltepîna lingên suwariyan, ne bi we çavmêzan e, ne jî dîtin, xeber û pêzan e.

Kes nizane û bi kesî ne eyan e! Ji lewma datînin ser kefa destan û zîvîna poran heþr û qiyamet û tofan e! Lê xaliqê ezmana jî dizane, li vê dinyaya xirab û þewitî hê ji kesî re nebûye nesîb, da ku bibe serkeftinêra dizî û þelandina jiyana bawermenda xwedî viyan e!.. Lê her çiqas cihêbûn ne ji qayiliyê, ne jî ji lavan e!..

Çend car em ji hev dûr ketin li vê dinyayê û çend car çavên me li hev daleqandî ma di nav binefþ û xubara dûrketinê de?

Her çavlêketin nola guleya xwe perpitandinê ye, qebza çekê ji hev dixe û singa lê dikeve dipeliþîne. Xwe di nava sotîneriya xemgîniya bêheyam de terkeserê kiþandina êþ û janan dike, ya din jî bi roj û þevan mîna sergêjê barkiriyê fikar û gumanan di nav dehl û rezan, çol û beyaran de digerîne.

Ne ez te dibînim, ne jî tu min dibînî. Di navbera me de dîrok û þûnewar hatiye malandin, ji hêla gêzikvanên zarîkera zilamê keysdar ve û disotînin wan heyamên bermayî fena agirê meþale û findan.

Sê meh dibêjî, ji demsalek sê meh, ji salek yek demsal; ez derneketim nav vê dinyaleka derewîn! Niha jî, dibêjî ji çavên min yên zerolat re, di nav pênederxistina girîn û kenê de. Ên min jî, kevirquncê têmenê min hene û kamil in ji sê mehên xwe veþartî. Ji demsala nixumandî, wek vederekî terkeserê tenêtî û tenahiya tarîyê bûye. Ku ez fena dankutarê diperçiqandim, di wê stargeha bi textê rewan.

Bi gora te, ma çav dikarin wêneyê temenekî hatî jiyandin bidin? Ma xwestek pê heye, bête jiyandin, di bîbika þîniya çavên xwedî raz û nepeniyan de?

Li wê derê binêre, tuyê bibînî nepeniya tevahî jiyanan û maþelana ku me dibezîne li pey xwe, fena bûkewrên koçber, çargavî û bezvan. Çax û benga xortaniyê di þîniyê de diherike û tevlî rûbarên dilê me dibe; geþ û bor, dîn û har, lezok û guhnedar!..

Û em di her neqlê de mîna rahîb û rahîbeyan, kengê li ser laþê me þûþtin û pêhesandin pêk dihat, ew bedena zîvîn û zelîlîn bi xwe re ditevizand. Barana gunehan diweþiya nola serza kulîlkan, li hawîrdora çavên sîxur û Bekoyan. Pêhesandin bi me nîþan dida, bi hestekî dilêr wê dinyaleka hatî peydakirin, bi kotekî û zorê û bi hêvî û hesret daleqandî maye li ser çiqlên tîrêjên asoya paþerojê.

Bi me ne eyan bû ka di çend û kîjan rawestgeha derd û kulan de bûye veder û veþêr, ew genciya zêrîn. Hema dîsa jî li hêviya me dimîne, þîmendîfela êþê, li wê rawestgeha rêhesinî, ku bi agirê jibîrkirin û zerolatbûyînê xwe disotîne, her berêvar, bêkerixandin, bêsebir û bêhedan!

Û tu bi tirsa ku jiyana te heder dike û têxe nav lepên xwesteka keseran bi laveya bêpaxavî çembera temenê xwe yê dîroka þewitandinê diafirînî, di nav henûniya bêmecal û bêçare de.

Gava ku me bi hezarûyek dek û dolaban xwe dibihûrand, di bîçim û fesla xapandinê de, yekser em dibûn rêwiyên bêbilêt, ji wê þîmendîfela hesinzeng re. Ma çî ji destê me tê û em têkberê çî ne? Em serîhildêrên kîjan salî û demsalî ne, ku di nava hewla þikênandina çembera çarenûsê de digevizin? 

Çember ne li derve ye, di hundirê mirov de ye. Xefik e û amade kiriye ji bo lêxistina xwe di nav mejî de, ku di vê oxirê de xwêdan dirêje. Carna jî mîna helbestvanek wenda ye, peyvên zêr vedibêje. Lê kîjan çember dikare bihedirîne li dijberê nermahiya maþelanê û þiliya baranê? Wey gidî li te rebenê! Herçî jiyana me bibe yekuna çemberên ne aîdê me, ji laþ û bedenê!

Vebêj pêþî peyv û gotinên sehrê dibarîne ser çemberê, ji zimanê xwe yê gezok û lerzok, wisa ling davêje pêlekana jiyana nenas û berzok! Me li kû derê vê jiyanê wenda kir û kê ji destên me yê bêguneh revand, li kîjan axir zemanî, li kîjan þûnewar û þûngehê damanî? Kes nizane, bi kesî ne eyan e. Zilam e, þîrê xav vexwariye, kurê însan e!

Min di çavên te de amade kir çembera yekem, bi sebir û hedan, bi himet û sekan. Jixwe tenê mirov dikare wisa bixemilîne dîroka temenekî xwerû û xalî. Piþt re ew sêhr hate þikandin di navbera me û dîrokê de, li wê xeta fileh bi fermaniya heyaman; ka em dê çawa bilivin, di bin keysa gerdîþên qehredar û palêmar, di bin gerdîþên tijî fikar û gumanbar de?

Li wê dêra payiza pelweþî, bi danezana mor û binefþî raboriya bi derbirana bawermend û rêzdar hate afirandin, di nava hesta xwe tiþtek hesibandinê de û dîsa îro li vê derê, li ber tava sotîner û zadegan, li qada Dêlindêza çiqil rûtan li me vedigere ew raboriya di navbera dîrok û heyam de tengasmayî, bi firtoneya awirên þikestî, bi çavên ji lerzê mandîketî. Lê carna spî, carna jî reþî, ma qey ne jin e, þîrê xav daye, carna jî difeliþî!

Êdî em, du bêrêzikên ji vê dinyayê hatî qewitandin bûn, hilgirtê xaça tewandî û mehkûmê çembera sitûyê xwe, ku bûne gerokên diyar û meskenan, li wan sînorên ferman tûj û sotî de. Em nikarin xetê derbas bikin û bibin têkberê avêtina van cil û berkên xaça tewandîz û em nikarin li ser piþta qilûs hilgirin, wî barê giran, bi hedara dilzadegan.

Em nikarin wergirin û nikarin bavêjin vê fermaniya heyaman û nikarin biþewitînin wan cilên ku ji laþên me reng wergirtiye, di nav þûþtina çemê çil delavî û agirê darên maziya bertavî. Bi têkberiya þiyana bêdengî û reþiyê ji çem û çiyan tu derbas dibûyî, þevek ji nedîve, bi dilterpênî, di bin barana ferman û guleyan de. Min qet hêvî nedikir û ji xwe re digot: Nikare derbas bibe, dest nadin tevahî gerdîþ û kevneþop.

Di tevahî sêkûçan de tu heyî û temamê quncên veder navê te tera dikin, ji keviya lêven xwe yê þirþirî. Tu kengê hatî dinyayê û çî çaxî destpêkirina vê ecêbê li serê te qewimiye, tenê remildar dizanin. Dîsa tenê remildarên serqoq û helbestvanên þanaz dewixandî bîr tînin yekitiya çarenûsa te. Di nav hesta kamiliya asîmanî û seheka hewilnaq de datînin ba navê Vebêjê kêm parçeyê giyana te.

Rojên te yê ku derbas dibin û êþa dilmîniyê napejirînin, mîna dilopên li pey hev dikevin, di quncê stargeha te de golek mezin dikêrsimînin. Ji hemû kesî veþartî xwedî dikin wê mêxika reh berdaye xwîna dilê kevroþkî.

Tu guhdara henûnî û li ser wilfa henûniya te çok vedaye, ew hizra te ya ku bi þayiþa xiyanet lêhatîkirin xwe daye wermandin. Hisên her mirovî hene û her mirov carna dikeve xapandina hisan. Wermandina hesta xiyanet lêhatîkirin, carna di rengê bi xwe nebawerbûn û carna jî xwe qels hîskirinê de pêk tîne. A me ber bi hesta xiyanet lêhatîkirin ve dahf dide çi ye û çi ye bi rojan mîna kurmê daran ewlebûnê diqewere?

Mirov hene û carna di nav tujî û bêbersîviya pirsên jiyanê de leqay vê hestê tên. Cîhana ku bi hest û ramana xwe ava kirine hildiweþe û piþt re jî dikevin nava hejandina ku qet nayê hêvîkirin!

Tu piþtî dema xiyanet lêhatîkirin ketî nav rasteqîna vê cîhanê û hê jî dijwariya vê hestê li te neqewimiye. Lewma remildar û helbestvanan serê xwe diteqandin û dawiya dawî de çi wate nedidan vê yekê.

Ne hincetên te hincet bûn, ne jî bahaneyên te! Ew derbirîna li ser navê hincetok, te dida rûniþtandin di livandin û helwesta xwe de, tevahî dirêjahiyên bi xwe nebawerbûnê xwe dixemiland di wan çavên xembar û tijî tirs de.

Piþt re jî dibû egera qirufekên nedicîde û rûmeta dewixandî. Lê belê ya te ne mînanî van her duyan bû, pir cuda, cewaz û bêþiban bû.

Ew halê rûmeta te di bin derbeyên zexim de didewixand, dihiþt ku qirufekên nedicîde bi te peyda bibin û te dahf bidin nav rewþên kenok. Tenê û tenê ev zêdetirîn hezkirina te bû û bûbû tirsa te ya lerzok. 

Hezkirina te ewqas zêde û qenc bû, þevan bi te þiyarbûnên tirsê, xewnên hewilnaq û zirav qetandinên bêhemd; di têkiliyên rojane û danûsitandinên hêsanî de, têhilanîn û bertekên qet nayê hêvîkirin; di heyamên nedicîde halên xemgîniya reþbîn û giran; li hember heval û hevkaran axaftinên þikînêr- ku ti wext û zemanî nayê selihandin- û pê re jî derbirana biçûk ketinê bi te dida jiyandin.

Lewma hemû kesî bi navê mirova xirab te dinasî û nola barana qet dawî lê nayê, gilî û gazincan digihandin mêxika dilê þikestî.  Di her gihandina gilî û gazincan de derba mehedê qirase li þanaz û rûmeta wî diket û çawa ku bagera guhertina hestan lê biqewime xwe bi azwerî berdida nav êþ û janên bêdawî. 

Gava ku gilî û gazinc ji ba min diçûn ber bi mêxika dilê þikestî ve, bayê hundirê giyana min dilepitî û ez di bin siya heyamên tewanbar de bi gunehên giran û nayê hilgirtin ve diperçiqandim. Ez ne tewanbar û gunehkar bûm, lê tirsa min ji wê tirsê bû, ku ew raboriya nemir, ciwaniya serberdayî û bêhedaniya har, pêhesandina tirsa wendakirinê li min bike çarenûs. Lewma di dengê min de þikestina mirinê heye, lewma bi çapulkên pitikan dikevim nava jiyanê û newêrim derbas bikim wê xeta zirav.

Di navbera me û dîrokê de ew xeta ku rengê xwe tîr dike, kengê tune bibe û vegere xweliya xalî, ezê sermest bibim. Wek wan çivîkên biharê nû dibînin û zimanê xwe bi çiqilên daran vê dadileqînin.

Niha jî li te dinêrim, li ser xaka diya min a pîroz. Piþtî derbaskirina astengên asê, sînorên mayinkirî, çemberên ji agir, xefikên çalekort û xeta zirav. Mîna helesoriya bayê poran, ken û girnîj li ser lêva te qerisî dimîne. Sebir bike xwerûya terxî, tava pîroz çiyayan diselixî, wê bihêle qet neke rewxî!

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org