Xwenenasiya Mezin û ‘Kurdkirina Kurdên Tirkiyê’
 
 
Nîzamettîn Akkurt
 
 
 
Di serî de ez bêjim ku ez weke kesekî ji vê peyva ‘Kurdên Tirkiyê’ gelek aciz im. Ev çi mantiq û aqil e ev çendî wext e li ser dihizirim lê tênegihîþtime. Ez bawer im ezê ti cari tênegihîjim.
Lê ez vî zanim ku ev ne aqil û mantiqê kurdî ye. Mantiq û aqilekî yên din e.
Em kurd bi aqilê yên din dihizirin û di ser de jî radibin ji bo wî aqilê yên din xwe diçirînin. Pênase û navlêkirinên ecêb û sosret ava dikin. Ji bo aqil û mantiqa Kurdayetiyê karekî wiha kirin nayê aqlê me. Ji ber ku ew aqil ne yê me ye.
Mirovê ku bi aqlê yên din dije, dihizire û raderbirîna xwe dike, nikare rengê xwe bide wî karê xwe. Her wiha ew karê ku dike nabe malê rengê wî, tenê dikare xizmeta wî aqlê ku hildigire bike.
Ez rabim di þûna ‘Kurdên Baþûr’ de bibêjim ‘Kurdên Îraqê’ ev bêrêziya min e. Ev nîþan e ku ez bi mantiqê Kemalîzmê dihizirim û raderbirîna ku dikim jî dixime xizmeta wê kirûyê. Di ser de jî ez nikarim rabim û vê raderbirîna xwe ya çewt weke helwesta Kurdayetî nîþan bidim. Kengê ku ez ketim nav hewldaneke wisa, wê demê divê bê fêmkirin ku êdî min hedê xwe derbas kiriye, li ser navê Kurdayetiyê ez radibim bi peyvên Kurdî dijminatiya Kurdîtiyê dikim.
Kurdî nîþan didim, lê li Kurdî dixim.
Kurdî dinivîsim, lê xizmeta yên din, wan xwediyên ku bûne serdestê mantiqa xwe dikim, him jî bi rengekî bêperwa.
Çima ezê xizmeta yên din bikim?
Çi derdê min heye ku ezê þûjina xwe di rengê xwe de rakim?
Heke derdekî min tune be, wê gavê divê bê hesibandin ku ez nexweþekî derûnî me, ez ji rê derketime.
Loma kengê ku ev pênase û navlêkirinên wisa dertên pêþberî min, ez aciz û tengas dibim.
Acizî û tengasiya ji þaþî û çewtiyan, delîl û nîþanên pêþketinxwaziyê ne.
Ji bo gihîþtina asta acizî û tengasiyê jî, di serî de lazim e ku mirov xwe nas bike.
Ên ku xwe nas nakin, nikarin derveyî xwe nas bikin, yek jî navan li wan bikin.
Balkêhs û ecêb e tebî, hinek ketine nav hewldanan ku Kurdan bikin Kurd.
Dibe qey hetanî niha bi gotina wan ‘Kurdên Tirkiyê’ hirc (li min gelek biborînin) bûn, ne Kurd bûn, ev xwediyên pênase û navlêkirinan dixwazin wan vegerînin Kurdîtiyê.
Di vê xalê de ez aciz û tengas dibim. Her ku aciz û tengas dibim li ser berhem û jiyana navdarên Kurd ên weke Osman Sebrî, Cegerxwîn, Celadet Bedirxan, Nûredîn Zaza û Qedrîcan zêdetir dihizirim.
Bi ya min ev anketa ku li Amedê hatiye çêkirin pir watedar e. Weke bêþirove ez wê nûçeyê li jêr radixim ber çavan:
 
 
Serokê þarederiya Sûrê ya Diyarbekirê Abdullah Demirbaþ anketek li 16 taxan, di 8920 xanîyan de û bi 80 hezar kesan re di navbêna 8 mehan de çêkiriye.
 
Encamên anketê di pirtûkekê de bi navê "Pirtûka Anketa Herêma Þarederiya Sûrê" (Sur Belediyesi Alan Anket Kitabý') bi tirkî, kurdî û îngîlîzî hatiye weþandin.
 
Ji kesên beþdarî anketê bûne, pirsa " di jiyana rojane de pirtir hûn bi kîjan zimanî dipeyîvin?" hatiye pirsîn û bersiv jî wisa ye.
 
ji %72 bi kurdî
ji %24 bi tirkî
ji %1 bi erebî
ji %3 ji gotine bi zimanê din
 
Li gor anketê ji %69 ji bo pirsa " bi zimanê ku hûn dipeyivin (zimanê zikmakî) xwendin û nivîsa we heye an na?" gotine ku bi zimanê me ê zikmakî ku em dipeyîvin xwendin û nivîsandina me tune ye (yanî kurdî nikarin bixwînin û binivîsin).
 
Ji %95 beþdarên  anketê daxwaz kirine ku cîyên dîrokî bêne çêkirin.
ji %75 beþdarên anketê daxwaz ji þarederiyan kirine ku giringiyê bidin peywendiyên bi gel re.
ji %75 beþdarên anketê jî daxwaz dikin ku giringî ji bo paqijiya bajêr bê dayin.
 
Abdullah Demirbaþ dibejê mebesta anketê naskirina gel a ji nêz ve ye û divê objektîf jî bê nirxandin.  Demîrbaþ wisa dom dike " Li þarederiya me 104 hezar kes dijîn û me bi 80 hezar kesan re anket çêkir û me pirsiye "bi zimanê ku hûn dipeyivin xwendin û nivîsa we heye an na?  ji %69 gotine "NA" ev jî xebata me rast derdixe.
 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org