|
AÞTÎ Nusret Kurt Aþtî, ew keça bedew û semyan e ku li ser axên Mezra Botan kokên xwe di hinava dîrokeke talankirî de çandiye û bi þahiyên Newrozane ve mezin bûye. Ew zarokê delal ê þaristaniya Kevana Zêrîne ku di derguþa rabirduyeke wêranbûyî de bi tilîliyên rojzayînan ve gihaye. Bi bayê ji têlên porê wê yê zêrîn hînî nefes girtinê bûn, lewma ji tayên por tîrên dijwar afirandin Xwedayên þermê. Li ser singê keça bedew hînî jiyanê bûn, lewma destpêkê mirin li wir çandin. Ji kaniyên çavên wê yên deremetdar hînî vexwarinê bûn, lewma ew kanî kirin golên xwînê. Destpêkê rabûn hewiþan û wiha gotin Xwedayên derewîn “aþtî xwiþka þer e”, lewma divê bi hev re bijîn. Pir neçû ji bedewî, aramî û dilxweþiya Aþtiyê hesidî birayê þer bi xwe nekarî lewma bêbextî kir û got, “aþtî bi her kesî re dikene, lewma namus bi ve me nehiþtiye” Xwedeyên di qesrokan de ji ser xwe ve çûne helwesta þer pesinandin. Dilên wan bi badenoþan ve vexwarineke nû dibû, xwîn, xwîn! Çi xwedî tamake xwoþ e!! Þer rabû Aþtî li qeyd û kelemçeyan da, bi zorê porê wê yê zêrînê keskesorane girt û di erdê xiþikand, kaniyên xwînê di laþ û dilê wê de derkir, xiste qefesan, bes nekir di zindanên tarî de girê da. Jan kirin yara dilxweþiyê, girî li ken markirin, aramî bû dîlê pevçûnan. Hemû amrazên çandiniyê û afirandinê vegerandin ser amrazên mirovkuþtinê. Li ser hîmê zanînê, tifing, top û atom afirandin, mirovkuþtin bû qehremanî, lewma nîþanên serfiraziyê bi hev ve kirin. Xwîn, bi kêfa Xwedayên þermê bû, lewma li aliyekî mirov ji birçiyan re jîn wenda dikirin, li aliyê din para wan dibû sermaya çekên xurttirîn. Dema ku birayê Þer hevsarê jiyanê hemû qetandin û berbi dawiya jîna xwe hesp bezand. Vêca Xweda li hewiþeke nû rûniþtin û gotin, “Aþtî taca Þer e.” Aþtî, ji zindanên tarî derxistin, ber taldeyên þerên xwînî. Keziyên zêrîn bi heriyê sewandin, çavên þînasîmanî bi xubaran þuþtin, rûyê hîvane bi rûpoþên qeþmerane rapêçan û her dema xwestin derxistin pêþberî mirovên dilkulek. Aþtî kirin taca þeran, lê bi navê wê yê þêrîn tevkujî pêk anîn û termên mirovan di çalên wijdanan de tunekirin. Lewma Aþtî niha li ber dîwarên xirbe û kolanên bênav bûye qehpeya jiyanê. Þer piþtî her pevçunê tên paþila wê de bêhnê berdidin. Her rojê li ber deriyekî stûxwar e, di quncikekî de li parsa hebûnê û bendewarê nav û nîþana xwe ye Aþtiya bedew þahbanuya Mezra Botan ji nû ve xwe spartiye neviyên þaristanan û li hêviya xwedîtinê ye. Lewma newiyên Mezra Botan bi zimanê Xwedayên þermê li çiyan bedêlên Aþtiya bedew didin. Her roj li çiyayên Kevana Zêrîn dengê bedêldarên aþtiyê bilind dibe û diqêrin, “em þervanên aþtiyê ne looo! Her dilopa xwîna me ji bo vejandina aþtiya Mezra Botan e, lewma em nêçîrvanên teyrên termxwarin, armanca me bi serbestî li ser singê asîmanan firandina kevokan e.!!” Kokên Aþtiya bedew ji nû ve di malzaroya axên Mezra Botan de þîn tên, her roj þax didin û mezin dibin, ji bo ku bigihên cejna Newrozan û serkêþiya dîlana azadiyê bikin. Ew zarokên delal ji nû ve di dergûþa wêranbûyî de, li ber lorînên þervanên çiyan serê xwe radikin, porên xwe yên zêrîn berbi hewaya zozanan ve berdidin, ji kaniyên xwe bi Dicle û Feratan re Kevana Zêrîn av didin û li ser singê xwe ji nû ve jînê vedijînin. Aþtiya li ber deriyan stûxwar û di quncikan de bendewar, di warê navê xwe wendakirî de ji nû ve nav digre û dibe jiyan. Lê Xwedayên þermê hîna þerbikan li hev didin û bi badenoþan ve xwîna mirovan vedixwin.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org