|
AXÎNA
GELÊ MIN BÛ TILÎLIYA CENGAN Nusret
Kurt Me
tirsên hundirê xwe rûxandin, lewma niha axînên me bûne tilîliyên
cengan. Em
dîsa dikevin hundirê payizeke nû, weke remza xemgîniyê, dê dîsa dar
pelên xwe biweþînîn, xweza boxçeya xwe girê bide û bikeve xewa
zivistanê. Lê piþtî her payizeke xemdar û zivistaneke mirî her
bihareke zindî heye. Hemû
demsal ji me re payiz û zivistan man. Bihara me di sibatan de xesandin,
lewma hemû hêviyên me stewr ketin û birînên dilên me nesax man. Di
tariya zindanan de riziyan sorgulên me. Lewma þilereyên me li zozanan stûxwar
man û nêrgizan di hendefan de mal avakirin. Þîlanan xwe di çeman de
fetisandin û binevþ bûn nêçîrê gijlokên ewrên tarî. Bi
ketina payiza nû re dîsa axînên gelê min li çar aliyên welatê min ê
qedexe diçelqin. Di çiyan de tên bombebarankirin, di gundan de tên
serdegirtin, li bajaran di zindanan de tên wendakirin û li welatên biyanî
rastî lînçan tên. Hêviya me di kûrahiya heyaman de tepisandine, her çarþemê
çav li riyên mizginiyekê ne. Lê malkambaxa ewran dîsa xwe di asoya
hilavêtina rojê de dicivinîn û muxalefetiya riya mizgîniya gelê min
dikin. Lê me xofa dilê xwe parçe kir, lewma tirsên me bûne wêrekiyên
tekoþînan. Di
meclîsên xwedeyên derewker û wêrankar de fermanan ji gelê min re dixwînin,
lewma hêviyên aþtiya me, tevî daristanên me didin ber agir. Daxweza dilê
me, didin ber guleyên tank û topan. Awaza nalîna me bi lînçên destxwîn
ve tên herimandin. Her roj li ber lehiyên berjewendiyên biyaniyan xwîna
ciwanên me dirijê, her roj bi polîtîkayên derewîn ve mafên gelê min
di bin lingan de tê perçiqandin. Lê me perdeya ber çavên girtî ji hev
veçirand, lewma bêdengiyên me bûne awazên berxwedanê û li çiyan deng
vedidin. Destê
me yê aþtiyê bi xençeran birîndar e, di meyxaneyên siyasetmedariyê de
bi badenoþan xwîna zarokên me bi ser hinavên xwe ve dikin. Birînên þoveniya
xwe ya Dehaqî bi germîna xwîna ciwanên me dikewînin. Li qeraxên golên
ji hêsrên dayikên me dêlindêzên xapînok ên þahiyên aþtiyan li dar
dixin. Li nav rûyê me temaþe dikin û kenê wampîran dikin. Dengê þîrqîniya
darên li ser stûyê me ye dibe kabosa xewên þevên me yên birîndar.
Dengê gurmîna guleya di singê me de çikiyaye bi xwîhdanên cemidî me
ji xewnan þiyar dike. Lê me pîrhevokên þevan kuþtin, lewma kabosên me
bûne þirînxewên xewnên azad. Weke
reseniya hebûna xwe û þênberiya koka xwe, ew rastîna gelê min e di
welatê stêran de dikeve riya Kadizan bi rênîþaniya Gelawêjan ve rojê
pêþwazî dike. Ew kenê vejîna gelê min ê birîndar e îro li çiyan
deng vedide û li lûtkeyên bilind bi babelîskên deman re dîlanê digre.
Sing dide ber babelîskên tirsê, di hesingehên dilan de rimên wêrekiyê
dikute. Hêsrên çavan bi dilopên þînkaniyên zozanan diþo, birînên
xiyaneta dîrokê bi avsûna kenê hezkirinê ve dipeçe. Me
dêwê tirsê yê xwe bi xwîn û canê me ve xwedî dikir û her roj em
tune dikirin, bi wêrêkiya tîrên çiyayî kuþt. Lewma niha axînen me
tilîliyên cenga hebûnê ne, nalînên me kenê lêvên vejînê ne. Vaye
niha êdî payiz e, ger em di bahozên çilêya zivistanê de nefetisin, ger
em li ber aþut û þapên Sibatan neçin, emê ji nû ve bi cemreyên Adarê
re bikevin dilê axê û weke Newrozan geþ bibin. Êdî
li ser bênderên me, li þûna lodên tirsê, dîlanên wêrekiyê tên
gerandin. Her govendgerek bi rengekî, her govendgerekî bi zimanekî dibin
rejneyên wêrekiyê û bi þuþtina axê ya ji xwînê ve þitla aþtiyê
digihînin. |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org