|
BAVO
Gurherikînên
Feratê
Bûn sûlav
Û ji qeraxên çavên me weþiyan Lewma
tovê xendeyên
Te di lêvan de çandibûn
Li ber lehiya xeman çûn Þûrê
nezaniyê her roj
Jinûve serê me dibire
Û em di tariya têgînên razber de
Eqlê xwe vedigevizînin Em
bêkesên hebûna xwe ne bavo Em
sêwiyên ber deriyê xwe
Yên xwedî þopên þaristaniyan in Em
di dawa çiyayên jînê de
Bûn qewmê kewê gozel
Û her roj me li ser giyana hev
Ferman û kuþtin xwendin Evînên
me
Li ber xezeba zikreþiyê ketin Hêviyên
me li ber seqema
Nezaniyê çilmisîn
Û hizrên me
Li ber þapa berjewendiyan
Bûn gorên bêkêl û bênav Kurmê
darê ji darê ye bavo! Berbang
li janê welidîne Lewma
her roj dibe þahidê
Tevkujiyên karesatane Tirk,
di zîndanan de
Serokên me jehr dikin Ereb,
di sînemayan de
Zarokên me diþewitînin Ecem,
li kolanên bajar û gundan
Jîna ciwanên me talan dikin Li
þûna sorþeraba saqî Her
roj bi halanên badenoþan ve
Bi xwîna me serxweþ dikevin Û
em jî her roj
Bi xeyalên dilxweþiyê
Xwe dixapînin Û
serê hev dixwin bavo! Lewma
Avaþîn bi rondikên me
Giryan e û dînehar e Zêya
Mezin bi xwîna me
Þêlû û dilazar e Felekê
kirasê bextreþiyê
Li me kir bavo Bi
derbeyeke xedar
Bedena me kir çar parçe Benê
siwariya me ket destên
Zordestên xwînxwar Lewma
her roj dilê me
Xwînê vedirêþe Û
tirsa mirinê dibe dizê
Aramiyên hebûna me Em
di bextê vê cîhanê de
Ne bextewar in bavo! Lewma
awazên lûleyên me
Li çiyayên bêser deng vedidin Û
em bûne nêçîrvanê
Jiyaneke xwedî hêvî
Azadiyeke kovî Di
çolistana newayên þînê de Dengbêjên
me
Bi awazên berxwedêriyê
Vedijin! Û
dîwanên me
Bi xendeyan dixemilin Lê
em ji xwe biyanî ne bavo! Li
teniþta jiyanê bêxwedî ne Qurbanê
þûrê berjewendiyê ne Dîlên
ber pûkên dilêþiyê ne Nebêje
ev çarenûsa me Kurdan e Ferz
û fermana pêxemberan e Em
êdî ne beranê kêrê ne Binêr
li þûna xîmava tarî Destanên
me bi xwîna sor
Rûpelên spî dixemilînin Helbestvanên
me
Li gel hevokên stûxwar
Bi peyvên hêvîdar jî
Helbestan dihunin Tîr
ji kevanê qetiya bavo! Êdî
lêgerîn sînoran nasnakin Xeyal
qedexeyan bin pê dikin Ji
min gazinda neke bavo! Nebêje
Nusretê Evdirehmanê Quredî Bûye
mecnûn û bi çiyan ketiye Ez
jî lêgervanê xeyalên xwe me
Û bi dûv pêkanîna wan ketime Da
ku, Sûlavên
çavên dayika xwe biçikînim Li
ser lêvên zarokan xendeyan þînbînim Da
ku li ser serê zaneyan
Þûrê vederiyê biþkînim Û
giyana ciwanan bi mezinahiya
Zanînê bigihînim Tevî
neviyên Zerdeþt
Xwe ji gêra razberiyê rizgar bikim Û
xwe di þênberiya rihê xwe de
Nas û nasrav bikim Da
ku, Em
bi hebûna xwe ve bêkes
nemînin Em
li ber deriyê xwe
Sêwî nemînin Û
em li lûtkeyên çiyayên vejînê
Bibin dost
Û rêhevalên xwe Ji
min gazindan neke bavo! Nebêje
kurê min dîn bûye Ger
ez dîn bim Dînê
evîna azadiya xwe me Lewma
hemû sînorên lêgerînan
Bin pê dikim! Adar
-2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org