BEDÊLA MEZIN

 Nusret Kurt

 

“Ma tu niha dibînî heval

Di asîmanên dilê me de

Kevokên spî difirin

Li van çiyan, tovên hêviyê

Me bi xwêdana eniya xwe çandin,

Em dê bi xwîna xwe av bidin

Em dê bi hezkirinên xwe mezin bikin

Di biharan de hêvî deremetdar in

Di biharan de hêvî dewlemend in

ma tu dibînî gula dilê rêhevalê xwe?

Deste bi deste gul vebûne

Li her aliyê me bêhna nêrgizan

Li her aliyê me þilereyên stûxwar.

Di biharan de çilmisîna gula me

Ne bedêla tawanên me ye

Tenê xelata dilsafiya me

Û xelata dilsoziya me ya bi xwedê re ye!!”

 

Berbang bi dengê teqîna lûleyên gunehbar vebû, berbang bi dengê qîrvedana çekên tawanbar herimiya. Guleyên sor, guleyên dijwar û guleyên sincirî ji hev qetandin aramiya berbanga sibeha te. Çirûskên roniya sibehê bi sor hine kirin, ronî þêlû kirin û temaþeya roniya sibeha te bêtam hiþtin. Tûjî bi ser þîrîniya xewa te de rijandin, xewnên te di nîvî de parçe parçe hiþtin. Çavên te ji bêxewiya þevan westiyayî pêþwazî dikirin, roniya berbanga sibehek nû. Gir bi agir diþewitiyan, dol ji qêrîniya teqînan diçelqiyan. Hêviya dilxweþiya pêþwazîkirina berbangek nû, di bin hêrsa çekên gunehbar de hate çilmisandin. Kew bêwext ji hêlînên xwe firiyan, kevroþk bêwext di kunan de kemiþiyan. Dengê guleya sotîner mizgîniya tengezariya roja nû dida. Mizgîniya roja jandar, roja êþdar, roja dilsoj û roja awarte. Mizgîniya rojek bi qêrîn, mizgîniya rojek bi têqîn û rojek bi girîn. Nepeniya rojê bi hilavêtina çirûskên destpêkê ve hatibû eþkerekirin, raza rojê bi teqîna guleyên ji devê çekên giran ji hev belav bibû. Rojê semyaniya hilavêtina xwe wenda kiribû, çiyan tecirmaniya avsûndariya xwe bi çêkan dabû dizîn. Sibehan bedewiya xwe ji dest berda bûn, destpêka rojê weke her sibehê ne zindî bû, ne giyanî bû. Lê xweza her wekee xwe bû, her di rewþa xwe de bû, her geþ bû, her xweþ bû û her xwe didomand. Bayê honik weke her roj di cemidîna sibehan de rûyê te miz dida, bi te re direqisiya û bi te re hebûna te parve dikir. Dilê te mîna lorîna dayika ser dergûþa zarokê xwe yê delal lê dida, dilê te weke xwendina kewê gozel dixwend. Weke volqanekî xwe di qefesa singê te de radikiþand, girtîbûn li xwe nedianî, weke pêlên behran xwe li dîwarên singa te dida, weke þapa çeman xwe li benda singa te dixist. Çek di aramiya rojê de har dibûn û ji devikên xwe xêrnexwazî direþandin, þer direþandin û mirin dibarandin, weke rejneyên payîzan, weke bagerên zivistanan. Her ku çirûskên rojê hildiavêtin, sibeh ronî dibû, guneh zêde dibûn, tawan pir dibûn û þer tûj dibû, germ dibû, sotîner dibû. Dewsa dengê bilbilan dengê tifingan guhên merivan diçirand, dewsa bêhna nêrgizan bêhna barûta tûj pozê merivan diþewitand, dewsa dilopên barana biharê, dilopên xwînê axa sor þil dikirin. Dewsa refê quling û kevokan firok bibûn serdestê asîmanên aram, ne deremeta baranên biharê, tovên mirinê direþandin û sirûþt berevajî werdigerandin. Mirovan dewsa taþteya sibê, xurîniya xwe bi xwarina guleyan diþkênandin. Dil peroþmend bûn, dil þermende bûn, dil tirsnak bûn, dil biþanaz bûn. Dil çirûskên asoya çiyan diramûsand, dil kêmîna tariyên þeva dirûxand, dil dengê devikên gunehbar diçewisand.

Te hebû dilek ji çiyan mezintir, te hebû singek ji pola polatir û te hebû awirek ji þûrê ser eniya te tûjtir. Te hebû viyanek ji lat û tehtan zexmtir, te hebû daxwazek ji bihûþta xwedeyan xweþtir. Te hebû hezkirinek ji hebûnên cîhanê dewlemendtir, te hebû evînek ji hemû bihayên jiyanê bihatir. Tu niha bi berbangê re berbang bûyî, ji çirûskên rojê re heval bûyî, li hember devikên gunehbar çeper bûyî, ji bo dozê parazvan bûyî, ji bo xwezayê þênî û giyanewer bûyî. Peroþmendiya sîvoriya ser qurmê darê bûyî, gumana dilê pezkoviyê þikêrên jor bûyî, strana kewa pesarê hember bûyî, çavikê çiqilê dara kezwanê bûyî û zîlika kivarka bin axê bûyî. Tu mebest û fîrûza biharê bûyî, tu xemil û þemal, tu reng û wateya meha gulanê bûyî. Tu çalakî, tu libatî û tu livgerî bûyî. Niha di berbanga sibehê de tu lêdana dilekî peroþmend û biheyecan bûyî. Tu azîneya têkoþîna li dij devikên gunehbar bûyî, tu gerîla bûyî, yanî tu tama jiyanê bi xwe bûyî. Te bi tama biharê berbang pêþwazî dikir, te bi helwesta sibehek aram roj hembêz dikir.

Girê Ferhat zozan bû, girê Ferhat ripûrût bû, þilfûtazî bû, gilover û nizim bû. Weke kalekî serî keçel ji çend kevir û þikêran ji xwe re kumek çêkiribû û keçeliya xwe ji tîna rojê diparast, ji cemeda zivistanê diparast. Ji xeynî kumê ji þikêran weke simbêlên lewaz û tenik çend teraþên mazî û berûyê xwe li rûyê wî civandibûn û xwe li hev anîbûn. Her aliyê Girê Ferhat bi lêdana derbeyên dijwar birîndar bû, hema ji her alî ve bi danîþanên birînan ve dagirtî bû. Ji ber bandora dijwariya birînên dijwar westiya diyar dibû, xwar diyar bû, qilûs diyar dibû. Bi barînên þilek þil bibû, bi çirûskên dijwar ziwa bibû, bi agirên mezin þewitiyabû û ji birînên xedar bêhal ketibû. Lê niha dîsa li ber te singê xwe vekiribû, ji te re bibû çeper, ji te re bibû parezgeh. Di coþa biharê de xema te dixwar û li ber te diket. Dilê xwe ji te re dikir senger, çavên xwe ji te re dikirin temaþeya berbanga sibê. Her ku berbang ji hev vedikiþiya, biharê hêdî hêdî hemû bedewiyên xwe raberî te dikirin, bêdengî ji te re dibû heyama dêlindêza hewîþa pîrozandinê, dengê têqîn û gurmîniya çekan ji te re dibû dengê def û zirnaya dawetên pêþiya cengê. Te dizanî ew dem ne dûr e, belkî di tariya berbangê de, belkî bi hilavêtina rojê re dê ew bûyer biqewime û tuyê di dîlana cengê de serxweþ bikevî û mest bibî. Dê her ev lehî bi ser te de dagere, dê her ev rejne bi ser te de bibare. Dol, gelî û newal teng in, ev herikîn dê her li te biqelibe, lê niha tu li ber vê herikînê bend î, dîwar î, sênc î û asteng î. Her ku sibe zelal dibû, tu peroþmend dibûyî, tu bêhedan dibûyî û hestyar dibûyî. Di nav çepera sergirtî de rûdiniþtî, bi veþartinî cixareya xwe dikiþand, dilê xwe bi dûkela cixareyê dimestand, piþtre pêl bi pêl dûkel berdida derve, dûkela li hev kom dibû, belav dibû û di nav pelên baya tenik de diheliya wenda dibû. Te cixare ne ji ber tama wê dikiþand, di wê demê de ew cixare ji te re dibû sedema anîna hedana te. Her ku tu hestyar dibûyî, te cixare dikiþand, bi dûkelê te hundirê xwe difetisand, çavên xwe diþewitand û tama devê xwe tal dikir. Belkî te bi tama cixarê nedizanî, lê qet jî kêfa te ji cixarê re nedihat. Dîsa tu hestyar dibûyî û ji bo anîna hedana xwe serî li cixarê dixist. Berbang belav dibû, sibeh bi pêþ ve diçû, dengê herikîna lehiyê ji her alî ve dihat, herikînek dijwar bû, herikînek mezin bû û herikînek bêserûbin bû. Ji Qaþûra hetanî Girê Sor, ji Çelê hetanî Latê Kewa, Xeregol û Neqeba Reþmê. Ji her alî ve pêl bi pêl, ref bi ref û kerî bi kerî diherikî, her pêþ ve diçû, te singa xwe li ber vekiribû, weke singên li teniþta xwe. Herikînê her alî diþewitand, her alî diqewirand û her alî difetisand. Herikîn þêlu bû, herikîn gerek bû, kîret bû, biherî bû û lîtav bû.

Çirûskên rojê nigarên nexþa çiyan eþkere dikir, dixemiland û reseniya ciwaniyê pêþkêþ dikir. Her ku çirûskên rojê bilind dibûn, tu peroþmend dibûyî, tu tûj dibûyî û tu hestyar dibûyî. Herikîn bi ser te de dihat, tu di cihê xwe de zexm dibûyî, diþidiyayî û bibiryar dibûyî. Nexþa gir û çiyayên Zê bi hemû bedewiyên xwe çavên mirovan diavsûnandin. Te herikîna lêhiyên rabirdûyê bi pêþçav dianîn, te têkoþîna heval û hogirên xwe bi berçav dianî. Te li peþiya xwe li Girê ditemaþand, singê te bi guleyan dihate dagirtin, tu dibûyî Harûnê lawikê Licê, tu dibûyî Fîgana keçika Torê. Te li paþ xwe li çiyayê Reþ dimêzand, tu dibûyî benda li pêþiya herikîna kîrêt û tu dibûyî Ferhatê doktor, tu dibûyî Têkoþerê têkoþînvan. Te li Þikefta Birîndara ditemaþand, li ber kobrayê sing vedikir weke Sîpanê Tirk, kemîn ji holê radikir mîna Berxwedanê ciwan, mayin ji axê dikiþand weke Husênê qeþeng û giran. Te bala xwe dida Kurêjaro, laþê xwe dikir çeper û senger li ber êrîþa F-16’yan dibûyî Seîdê kurekî Amedî rûken merxas, dibûyî Gernasê Amûdî cengawer û wênesaz, dibûyî Þoreþvanê Zaxoyî dildar û dilsoz. Tu dibûyî giyana her hevalê xwe yê pakrewan, weke ku wan sing dan ber lêhiyê, bûn bend û herikîn ji ser bexçeyê azadiyê dagerandin. Niha wan ev peywir li ser milên te hiþtibûn tu jî ji bo bi serxistina vê peywirê erkdar bûyî. Her heval bi bîr dianîn, li Neqeba Dêrelûkê dibûyî Kemal û Mahsûm, li Neqeba Amediyê eniya te di nîv re diqeliþiya dibûyî Serdar, singa te bi guleyên tangê re parçe dibû, tu dibûyî Jiyan û Canda, li Xeregol dibûyî Rûken û Þivan. Xwediyên jiyana giran, hemû bûn giyana têkoþînê, hemû bûn pakrewan.

Herikîn her pêþ ve dihat, weke lehiyên rejneya biharan, mîna þapeyên berfa zivistana. Dilan mil dabûn hev, dilan dest dabûn hev û dilan dil dabûn hev, govend girtibûn, dîlan girtibûn, li semaya sekinîbûn û herikîn pêþwazî dikirin, li ber lehiyê dibûn bend, li pêþ þapeyê dibûn rizde. Weke bazan çavdêriya nêçîrê dikirin, weke pilingan kemîn diavêtin û weke guran êrîþ dikirin, weke þêran encam digirtin. Jiyan bi çalakiyan bi dest dixistin, jiyan bi berxwedanê bi dest dixistin. Ji bo jiyanê bedêlên giran didan, bi wan bedêlan jiyan xweþ dikirin, jiyan bedew dikirin, jiyan giranbiha dikirin. Jiyan navê çalakiyê bû, jiyan navê berxwedanê bû, jiyan navê têkoþînê bû. Sibeh dadigeriya roj bilind dibû, herikîna þêlû zêde dibû, mezin dibû kîrêtir dibû, pêþçûn sotînertir dibû þer dijwartir dibû. Her alî bi dengên hewîþa gunehbariyê ve dihate dagirtin, her alî bi qêrînên tawanbar dihate mizdan, her alî bi nalînên dilþewat dihate kepisandin. Tîna rojê germ dibû, birîna dilan zêde dibû, geþ dibû û har dibû. Hawirdor diþibiya kolanek bazarê hindekan difirotin, hindekan dikirîn, hindekan didan, hindekan disitandin. Hindek erzan bûn, hindek biha, hindek dewlemend bûn, hindek xizan. Carna herikîn dijwar dibû, weke pûþ û çirpiyan giyan bi ber xwe dibirin, carna bend diþidiyan, pêl bi þûn ve dadigerandin û pêl ji hev belav dibûn û di bin kûrahiya axê de wenda dibûn. Leyîstikek çûyîn û hatinê bû, herikînê bi pêlên dijwar dixwest bi pêþ ve here û her alî dagir bike, bendê jî hewl dida ku pêlên herikînê di cihê wê de rawestîne û bike golek bêhngenî, bikewz û riziyayî. Pêlan hewl dida bendê biþehitînin, hilweþînin, birûxînin, bendê hewl dida pêlan ji hev belav bike, qels bike û ziwa bike, bêbandor bihêle.

Tîna rojê germ bû, tûj bû, hilmdar bû û sotîner bû, di bin çirûskên xwe de mirov mest dikirin û ji ser xwe ve dibirin. Weke agirê dojehê xwe li rûyên tenik dixist, berçavên mirovan reþ dikir, tarî dikir û laþê mirovan dikeland. Tava biharê geþ bû, serbest bû, azad bû û tîn germ bû. Xumexuma lehiyê nêzî te dibû, nêzî te dibû û disekiniya, gav bi gav dihat, bost bi bost dihat hêdî hêdî bêlez û bez, lê dihat, dê her hatiba û dê her xwe li singa te biqelibanda. Tuyê bitêkoþiyayî, bi can, bi giyan û bêrawestan, ji bo dahatûyên ewle, ji bo dahatûyên serfiraz û ji bo qedandin û bidawîkirina herikîna lehiyên dîtir. Ji bo qedandina lehiyên dagirker, lehiyên zordest, lehiyên kujyar. Li hember dagirkerî û zordestiya lehiyan tu azîneya berxwedanê bûyî, tevger bûyî, livgeriya xwezayê bûyî, diyalektîka pêþveçûyîna jiyanê bûyî. Þarezahiya li hember sekinandina lehiyê bûyî. Niha tu di çepera xwe de xwînsar bûyî, di kozika xwe de dilsoz bûyî, di sengera xwe de stûna pêþiya lehiyê bûyî.

Tu ne bi tenê bûyî, dilê te ne bi tenê bû, dilêkî din li teniþta te lê diket, dilekî peroþmend bû, dilekî nazdar bû, dilekî delal bû û dilekî biþanaz bû. Hemû dilên pakrewanan bi te re lê diketin, hemû dilên xweda û xwedawendên Mezopotamiya bi te re bûn, hemû giyana ev xwezaya dilbirîn bi te re bû, hemû bi te re bûn, hemûyan piþtgiriya te dikirin. Weke þêniya daweta roja rizgarbûnê li dor te civiyabûn, li dora te kom bibûn û bi te re ditêkoþiyan. Bi te re dibûn stûn li pêþiya lehiyê, bi te re dibûn bend li pêþiya herikînê. Hemû bi hev re dibûn tirs û bi ser rûyê herikînan de dibariyan, hun hemû bi hev re dibûn xof û di dilê lêhiyan de rûdiniþtin. Bi qêrîniya hêrsa dilê wan, herikîn dilerizîn, dicûrifîn, û ditirsiyan. Gelek kesan, têkûziya dilê van axan xapand, gelek kesan, bi bedewiya van axan leyist, lê tu kesî, tu caran serê van axan netewand û ev ax fetih nekirin. Tu kes li ser van axan nebû serdest, di van axan de her serhildan þîn hatin, her berxwedan þîn hatin, her têkoþîn þîn hatin, bilind bûn, geþ bûn, mezin bûn û di van axan de bûn kevneþopî li dijî serdest û zordestan. Ev ax bi xwêdana têkoþeran hatin þûþtin, bi xwîna pakrewanan hatin avdan. Lê her wêran bû para vî welatî, her bi awazên hawarî strana vî welatî hate gotin, her bi dengên dilsoj li ser vî welatî hate lorandin. Bi bahozên fetisonek þer li ser zewiyên vî welatî çandin, bi zordarî tovên xêrnexwaziyan þîn anîn li ser axa vî welatî, lê rexmî hemû çewisandinan, di zewiyan de her gul þîn hatin, di axê de her deremet za, bedewî þîn hatin, xweþikî gihîþtin, mezin bûn û bûn navê jiyanê. Zordestiyê her tebaqeyên qeþayê saz kirin, þidandin, lê dilê axê her dikeliya, tîna rojê her geþ dibû, qeþa û qerîsok ji hev belav dikirin û dihelandin, dikirin dilopên avê di kûrahiya axê de vediþartin. Bêdêlindêz, bêhewîþ û bêxatir xwestin, qeþa bi kefênê xwe yê spî dikete dilê axê, dibû herî, dibû hilm û di tariyên binerdî de wenda dibû. Tu kesî heyfa xwe jî pê nedianî, li ser tu kesî xem jî nedixwarin.

Hey hevalino, birano, dostino û xêrxwazino, van çiyan herikînên weke Îskenderên Makedonî bi singa xwe pêþwazî kirin û di hinava xwe de ziwa kirin, þikênandin û ji hev belav kirin. Ev çiya ma dê nikaribin xwe li ber ev herikîna çist bigrin, ji hev belav bikin û di paþila xwe de ziwa bikin? Ma nikarin dê hun bibêjin? Hun dê bibînin ka çawa dikarin!

Siyên daran bi aliyê rojhilat ve ketibûn, yanî heyam piþtî nîvro bû, herikîna beriya nîvro zêde dijwariya xwe nedabû ser stûna te, bi çend rizdeyên piçuk pelên herikînê ase hatibûn hiþtin, girtî hatibûn hiþtin û jê re destûra pêþvehatinê nehatibû dayîn. Lê niha piþtî nîvro bû, herikîn geþ dibû, lehî zêde dibû, pelên xwe li stûna te dixistin, stûna te sing li ber pêlan vedabû û bi paþ ve neditewiya, nediqulibiya. Top, weke brûskan diþerqiyan, mîna volqanan diteqiyan, gule weke çandina tovê ser zewiyan direþiyan, mîna zîpikên biharê dibariyan. Bûyerek hêwilnak bû, çavêþîn bû, di nav bihûþta xwezaya biharê de dojehek derveyî rastiyê bû. Ji her alî ve agir dipekiya, bayê kujyariyê digobiliya û li her alî mirin diçêriya, çi bi ber dev diket di nav diranên xwe de dihêra, bi azweriyê dicût û dadiqurtand. Dil bi pêþwazîkirina hinartiyê mirinê ezraîl ve peroþmend dibûn û bi ezraîl re reqsa mirinê dikirin, bêtirs, bêxof û bêrawestan. Her gav bi pêtên agir þewitîn bû, her pêngav bi pêlên lehiyê fetisîn bû. Xêz teng dibû, xêz li te dorpêç dibû, xêz li xwe vedigeriya û xwe bi xwe dixeniqand. Teyare bibûn refên qulingan û mizgîniya þehitînê dianîn, mizgîniya wêraniyê, talaniyê û mirinê digihîþtandin. Tav her germ bû, tav her geþ bû û tav her sicirandî bû. Tav hêdî hêdî ber bi rojavahiyê ve dimeþiya, lê lehî lez diherikî, dijwar diherikî û tirsnak diherikî. Çavên te her di çavdêriya þopandina rewþê de bûn, tu li ber tîna rojê bûyî, te dilê xwe xistibû kefa xwe, bi mizdan diguvaþt û ji mirinê re meydan dixwend. Kevroþkan xwe di kunan de diqefaltin, mîroyan xwe di bin axê de vediþartin, çivîkan xwe di hendefan de dikemiþandin û pirpirokan li dûv hev temen diqedandin. Sekinandina peroþmend laþe te ditewizand, kabokên te diqerimand û hundirê te diheland. Dilê te rabûn dixwest, libat dixwest, bizav dixwest û teqîn dixwest. Lê tu bizmarek ji bendê bûyî, bendek bêbizmar qels bû, lewaz bû û ji têkçûyînan re vekirî bû, mîna çîroka ketina bizmarê nala hespên artêþê. Herikînê ji her alî ve qîlên xwe nîþan dikir, diranên xwe qîç dikir û gez diavêtin hebûnên pêþiya xwe. Weke se û kuçikekî qidûz, weke ga û conegayekî êrîþkar êrîþ dikirin ser her alî. Bîranîna ku êrîþan li dûv dihiþt tenê rûxin bû, wêranî bû, xirbe û þehitîn bû.

Tu her di nava kozikê de veþartî bûyî, te xwe eþkere nedikir, ev taktîk û þêwaza te ya pêþwazîkirina lehiyê bû, tê weke kevroþkan xwe biqefalta, weke çivîkan xwe bikemiþanda, weke brûskan biþerqiyayî, weke dûpiþkan lê bida, mîna baz encam girtiba û weke bayê ji holê wenda bibayî. Mîna þeqemekê tê ji niþka ve li ser û çavên herikînê ketibayî û bi derbeya tûj herikîn gêj kiriba, ji hal xistiba û di nav behra tirsê de bixeniqanda.

Tu li ser çeka giran BKC’yê rawestî bûyî, çeka giran, devikê reþîna mirinê, azîneya zexm a xwe parastinê. Te lûleya çeka xwe di nav du kevirên çeperê re dirêj kiribû ser herikînê, te ser çeka xwe û xwe bi xwe bi çiqil û teraþan ve qamûfle kiribû, li kêleka te alîkara te ya çekê hebû, tûrê wê jî tijî guleyên BKC’yê bûn. Her wiha xwedî çeka otomatikî keleþê bû jî. We bi hev re lehiya herikînê pêþwazî dikir, weke du hevalên hevkar, weke du têkoþînvanên dijwar û weke du dilên evîndar. Evîndariyek bi peymana þoreþê, evîndariyek bi lihevhatina têkoþîna rizgariyê. Evîndariyek bi watedariya azadiyê, evîndariyek bi nirxdariya jiyanê, bi þemalên giranbiha, bi derfetên guncav û zehmet. Evîndariyek bi xemla biharê nexþandî, evîndariyek bi dewlemendiya hezkirina çiyan ve rapêçandî, evîndariyek bi hestên dildariya ariþî xemilandî. Weke þer tûj û bixwîn, weke jiyanê asa û rengîn. Mîna mirinê zor û dijwar, mîna jiyînê rind û hêsan. Evîndariyek bi nepenî, razdar û efsûnî, evîndariyek di dilan de veþartî û bêdeng, tu kes pê nedihesiya, tu kesî nedizanî, ne te ji wê re pênase kiribû, ne jî wê ji te re rave kiribû, tenê çavên we herdukan ev yek dizanîn û hun pê didan hesandin û awirên we ev hest eþkere dikirin. Çav bêpeyv dibûn pênaseya evîndariya we, awir bêgotin dibûn danasîna hezkirina we.

Bi hebûna evîndara xwe ve tu li hember herikînê, zexmtir bûyî, bihêztir bûyî, bawermendtir bûyî û ji xwe biewletir bûyî. Ev hesta ji bo te bibû avsûna hezkirina ji jiyanê, bibû tecirmaniya hêza têkoþînê, bibû çemka nûvejînê. Hun niha li teniþta hev bûn, mil bi mil bûn, dil bi dil bûn û we bi hev re lulêyên çekan li ser herikîna lehiya mirinê disincirand. Bi hêrsa tolhildana hezar salan, we bi hev re pêlên herikînê di tariyên axê de diçikandin. Roja geþ bi ser wan de tarî dikir û bedêla dagirkeriya wan, we bi laþên li erdê ji wan re dixerimand. Hun niha di nav taxek dojehê de bûn, pêtên agirê dojêhê sotîner bûn, dijwar bûn û dilsoj bûn, lê we bi hesta evînê di nav dilê dojehê de bihûþt ava dikir û bi xemla biharê dinexþand.

Li çar aliyê Zêya Mezin þer bû, kuþtin bû û mirin bû. Asîmanên þîn ên Zê bi siya tarî ya firokan ve hatibû girtin. Di nîvê rojê de Zê tarî bibû, ji her girî dengê pevçûnan dihat, ji her dolê dengê nalînan bilind dibû, li her lûtkeyî dirindeyên termxwar diqêriyan. Di rojeke Gulanê de, li ber çirûskên roja geþ Zê diþewitiya, Zê dikeliya, Zê ji çar aliyan ve bi pêtên agir hatibû dorpêçkirin. Zê bi jana dilê xwe diqêriya, Zê li ser çarenûsa xwe hawar dikir, hawar dikir, tu kesî nedibihîst û tu kesî birîna dilê Zê nedipêça. Zê li dûv hev laþê lehengan di nav mistên xwe de vediþart, Zê li ser çelengiya þervanan lorîn distrand, lê tu kesî dengê Zê nedibihîst û bi gotinên hatina rojên azad Zê dilmînî nedikir. Dengê qêrîn û nalînan dibûn senfoniya xumexuma ava Zê di singa lat û tehtên çik û dîk de dioriyan û deng vedidan. Zê dilzar dibû, dilbixem dibû û li beramberî rûdana bûyera erjeng bi çavrijayî digiriya, rondik diweþandin. Zê, hêlîna lehengên çiyan, wargeha berxwadaniyên efsaneyî, serpêhatiyên dîrokî. Zê her serbilind bû, biþanaz bû bixawên bû. Niha stûxwar bû, serî tewandî bû, di hundirê xwe de dikeliya, di hundirê xwe de diteqiya, ji bilî çêlik û zarokên wê tu kesî bi azarên Zê nedigihîþt, encax wan xwe li quntar, gir, pesar û lûtkeyên wê civandibûn û li dijberî herikînên agir, lehî û bahozan li ber xwe didan. Ji Geliyê feqîran hetanî Xeregol, Neqeba Reþmê, ji Neqeba Amediyê hetanî Girê Bihar, Neqeba Dêreluk, Kurêjaro û Avaþîn di nav agirê dijwar de diþewitiyan.

Komek peyayên cengawer bi kelepelên destên xwe li ber agir didan, hewla tefandinê raber dikirin, lê agir geþ bû, pêl bi pêl xwe li her alî dipêça, lê dîsa jî bendên ji pola nedikarî biþewtîne, li ber bendê stûxwar dima, bêçare dima, serî ditewand û pêtên xwe yên gur radest dikir. We carek din nîþan dida û eþkere raberî her kesî dikir ku, agirên pûç û qels çiqas pêt gur bin jî, nikarin pola bihelînîn, ji ber ku naveroka wî agirê riziyayî nikare hêza helandinê raber bike. Ew agir mehkûmî tefandin û tunebûnê ye. Bi bendên ji pola Zê bibû kelha nayê zevtkirin bû, çend car hatibe dorpêçkirin jî, ev kelha tu car radest nebû û niha jî nabe. Lê her dîsa herikîn dibûn lehî, dibûn pêtên agir û dibûn pêlên bahozan her xwe li singa birc û dîwarên kelhê didan, lê kelhe zexm bû, ji mermer bû û ji pola bû.

Þer ji siftîbûna xwe tu hêz wenda nekiribû, weke beroþa li ser kuçikê her dikeliya, dikeliya di ser re difûriya, lê lewaz nedibû, qels nediket û nedicemidiya. Ezraîl li derûdorê bi hespê xwe çargavî dibeziya, geh li vir bû, geh li wir, geh li ba we bû, geh di nav refên herikînan de digeriya, ji her cihî giyanek digirt, dikir tûrikê xwe û dîsa digeriya. Diyar bû ku, ew rebên îro gelek westiyabû gelek kar li ser milên wî bû û wî jî peywira xwe pêk dianî. Her alî pevçûn bû, her alî çalakî bû, her alî lêdan bû, her alî þerê serkeftinê bû. Pêleke pir mezin, stûr û dijwar bi ser stûna te de dihat, niha li ba te her tiþt siftîbû, þer, pevçûn, hest û hizir. Çeka te ranediwestiya, nedisekinî, her dixebitiya bar li ser giran dihat, xebitîn li ser giran dihat, lê ew her dixebitî, li pêþ devika xwe laþ dipelixandin, bêgiyan li ser erdê dirêj dikirin û giyan radestî xwedê dikirin. Çek di nav destên te de dilerizî, dicûrifî û li hember serdestiya te serî ditewand, te çi ferman dikir wê ew pêk dianî. Tiliya te li ser tetikê danediket, paþ ve danedigeriya û weke ku bi westandinê re rik bike her diçerpand û bi her çerpînê re bi ser xêrnexwaz û dagirkeran ve mirin dibarand. Hevkara te ji teniþta dûr nediket, di herikînên dijwar de bi çeka xwe ve ditêkoþiya, þer dikir, li ber xwe dida. Carna li te temaþe dikir û dilê wê bi hesta hezkirinê ve dihate dagirtin û çirûsk ji awirên wê dipekiyan. Carna li ber destên te þerîtên BKC’yê rêz dikirin û bi dengekî coþ ‘heval ev þerît jî amade ne’. Lê dema êrîþ dijwar dibû, çavên xwe ji ber hedefa xwe nedida alî, quntaxa çekê di nav milên xwe de diguvaþt û bi xwînsariyeke mezin bi ser pêlên kujyar ve gule direþandin û gule diavêtin. Dilê wê bi coþa pevçûnê lê dida, dilê wê bi agirê tolhildanê diþewitî û wê di her guleyê de tola giyana bi sedan hevalên xwe hildianî. Destên wê þidiyayî bûn, tu caran tiliyên wê li ser tetikê nedicûrifiyan. Di rûyê xwe yê ji xûbarê reng guhertî de rûkenî nediqedand, ev rûkeniya serfiraziyê bû, ev rûkeniya serkeftinê bû û ev rûkeniya hezkirina ji bedewiyên jiyanê bû. Ev rûkenî jidil bû, ev rûkenî ji giyan bû, ev rûkenî rûkeniyek resen bû. Reseniya bi serkeftina þer re bedew bûye. Di nav deryaya stiriyan de gulek beybûnî, gulek binefþî û gulek þîlanî. Bedewiya gulê hemû stirî didan jibîrkirin. Çavên te di bêemsaliya rengê gulan de avjenî dikirin, di nav þeriya mirinê de bi dilekî peroþ û têkûz gul hembêz dikirin, bêhn dikir, dikiþand hundirê xwe û hinava xwe bi bêhna gulê serxweþ dikir. Di dilê te de bedewiya gulê û di guhên te de dengê teqîniyên mirinî. Dengên xofnak, dengên tirsnak û dengên hewlnak. Dengê teqînî û gurmîniyan guhên te ker dikirin, ji xeynî van dengan weke dîtir tu deng nedihate bihîstin, carna ji bo ku hevalên te ji te re tiþtekî diyar bikin diviya ku dengên xwe pir bilind kiribana û weke qîrdanê biaxiviyana. Dengê teqîniyan hemû dengên dîtir di nav xwe de diçewisandin. Ev dem dema ji serxweçûyînê bû, hemû tekîliyên te bi jiyanê re qut dibûn, dihatin birîn û di nav dijwariya dengan de wenda dibûn. Di van deman de ji piyan mayîn gelekî zehmet bû, gelekî zor bû û hêsan nebû. Di van deman de jidestçûyîna jiyanê hêsantir bû, weke li teniþta hendefek kûr, weke biberketina þapeyek þêlû, mejî li ser hestan serdestî wenda dikir û ajoyan bi gora dilê xwe laþ tevger dikirin. Hevsenga te li bin guhê hev diket, pergal diþehitiya, dirûxiya û serûbinê hev dibû. Hiþyarî dibû panîk, xwîna sar dikeliya, laþ parastin ji xwe bîra dikir. Di wê demê de parastina herî xurt lêdana kesê dijberî xwe bû, ji ber ku qesta li ser jiyana te bizava wî kesî bi xwe bû. Her alî dibû guman, her alî dibû þik û her alî dibû tirsnakiya jiyanê. Di wê demê de jiyan erzan dibû, weke qurmê dara bi roketa hewanê parçe bûye.

Girê Ferhat di nav xûbar, toz, dûman û mija barûtê de wenda bibû. Ji hewaya paqij behngirtinek zêde ne gengaz bû, dil û hinava te bi dûkela barûta tûj dihate dagirtin, ji çavên te rondikên þewatê direþiyan. Awirên çavan bi siftiya xûbara axê þêlû bûn, xwezayê di nav siftiya xûbarê de dîmena xwe ya bedewî wenda kiribû. Xûbar, bibû tariya awirên çavan, xûbar bibû perdeya pêþiya bedewbûna dîmena jiyanê. Di nav tariya xûbarê de rojê jî rengê xwe guhertibû, roja zelal û pak bi rengê axê hatibû sewandin. Weke ku bayê têkûziya xwe di nav cegera xûbarê de wenda kiribû, ji ahenga biharê jî tu þop nemabû. Niha li lûtkeyê girê Ferhat xûbar serdestê hawirdorê bû û xûbar bibû taldeyê gerîna mirinê. Xûbarê weke kofiya serê pîrên Kurdan xwe li girê Ferhat pêçabû, weke kum û kolosên ku kalikên Kurdan bi serê xwe de dikirin, xwe li serê girê Ferhat girê dabû. Girê Ferhat radestî xûbarê bû, xûbarê di hinava xwe ya nepak de dijwarî vediþart, êþ vediþart û mirin vediþart. Girê Ferhat dirûxiya, girê Ferhat hildiweþiya, girê Ferhat di nav xûbarê de dihate xwar. Girê Ferhat bi dengê axînan dilerizî, bi dengê nalînan diçelqiya û bi hawara birîndaran dinaliya. Girê Ferhat bibû wêneya têkoþîna li dij têkçûnê, bibû dîmena dijwariya pevçûna dilên cengî, girê Ferhat bibû þahidê berxwedana dilên evîndar. Xûbar venedikiþiya, roj zelal nedibû, roj aram nedibû, ba têkûz nedibû, ba aram nedibû û êrîþa pêlên herikîna dilopsor bidawî nedibû. Her alî wêranî bû, her alî talanî bû, hindek laþ li erdê bêgiyan mabûn, hindek laþ li ser axê bi jana birînên giran dinaliyan. Xûbar herimandina tama devê mirovan bû, xûbar rengê rûyê kîret a jiyana awarte bû. Girê Ferhat bi hesta jandar a rûxadinê ve dihejiya, lê qewmîna bûyera dilsoj û xwînî weke êrîþa herî dijwar û sotîner didomiya.

Kelkela dijwariyê bû, ya ku mîna dilopên ava di çaydana bintenî de dikeliya. Rewþ weke devê kêrê hiþk bû, mîna barê jiyanê giran bû û mîna agirê hinava te dijwar bû. Dem bi lezginiya gavên temen ditêperiya, dem ji ahenga bihara rengîn bêpar ditêperiya, dem ji bo te weke bêhnvedana bi tûjiya bêhna barûtê ditêperiya. Ji awirên rojê çirûskên germînê dipekiyan, demsalê xwe bi bedewiya kirasê heft rengan bi ser te de diçespand. Êrîþ her didomiya, þer her dijwartir dibû, guleyan her mirin dibarand, jiyan weke meþîna li ser pira siratê bû, pira siratê zirav bû, pira siratê lewaz bû û pira siratê her li ber qetînê bû. Mîna bêhnvedaneke kûr, bêjan û êþ. Mîna tefîna findeke li ber bayê, weke þewitîna pûþê demsala havînê. Çeka te her dixebitiya, weke te gava dîtir jî gotibû, bêrawestan û navber. Lûleyê rengê xwe yê reþ bi yê sor re guhertibû, dûkel bi ser diket, disinciriya û her dixebitî. Weke ku ji xebitîna çekên dijber re rik bike û mîna ku rûyê te pak derbixîne dixebitiya. Çeka te spîbûna rûyê te bû, bilindiya eniya te bû, parastina jiyana te bû û amrazê þikênandina êrîþa mirinên devqîç bû, çeka te çekek bêhempa bû û ewleyiya te bû. Bêhna taliya kuþtinê her alî dagirtibû, rengê herimandina jiyanê li pêþ çavan li ba dibû, soriya xwîna li ser erdê þîn, reþiya barûta li ser pelên gihayê biharê, termên li ser axê bêgiyan dirêjkirî dîmena eþkerebûna wêranî û herimandina jiyana te bû. Bêyî te çend jiyan wisa herimîbûn, bêyî te çend temen wisa çewisîbûn, çend giyan qurifîbûn. Lê niha ev dîmen li pêþ çavên te rû dida, li pêþ çavên te diqewimiya, ev bûyer bi te re pêk dihat, tu parçeyek ji vê dîmenê bûyî. Êrîþa herikînê tûjtir dibû, dijwartir dibû û sotînertir dibû. Gule mîna mêþên hingivîn li derûdora te dikirin vinevin. Kevirên pêþiya te bi lêdana guleyan parçe parçe ji hev belav dibûn. Dara kêleka te bi derbeya guleyan birîndar dibû. Her teqîna guleyên li derûdora te di xemla biharê de birînek vedikir, lê her teqîna guleyê di dilê te de hêrsa têkoþînê þîn dianî û ji bo parastina nirxan bersiva te ji wan re tundtir dikir. Hêrsa di dilê te de þîn hatî weke hêrsa têkoþîna parastina nirxan ji devê lûleyê derdiket û bi teþeyê mirinê li ser pirçemkên dagirker de direþiya. Benê jiyanê ku vedikiþiya dihat digihîþt ber qetînê, lê kelên benê jiyanê te bi dest û tiliyên xwe bi xwe hûnandibûn, bi xwe dirûtibûn, li hember her vekiþandinê li ber xwe dida û zû radest nedibû.

Ev benê jiyana te bi xwe bû, ev kelên temenê te bi xwe bûn, ev berxwedaniya têkoþîna te bi xwe bû. Ev têkoþîna di navbera mirin û jiyanê de bû, tarî û roniyê de bû, çêyî û xirabiyê de bû, ev têkoþîna di navbeyna hebûn û tunebûnê de bû. Di ev heyama avsûndar de dilan, hezkirina dilên li teniþta bi xwe ji bîra nekiribû, ev avsûndarî ji ev hestên hezkirinê re bêtir bibûn tecirmanî û ev hezkirin geþtir dikirin. Ev dema coþiya hestan bû, ev dema herikîna hezkirinên dilan bû. Di tecirmaniya vê demê de çemka jiyanê bêtir watedar dibû, bêtir girîng dibû. Mirinê her weke pêlên ava deryayê xwe li qenaxa jiyana te dixist, lê zexmiya agirê jiyana te her car pêl diçikandin û di kûrahiya xwe de dirizandin. Hêza berxwedaniya te, di dewsa pirêzeya zewiya mirinê de tovên jiyanê diçandin, bi xwîna xwe av didan û bi hezkirina xwe mezin dikirin. Di her gava bexçeyê jiyana te de þopên kedê diyar dibûn, dewsên hewldanên mezin nîþan dibûn. Êrîþê ji hêza xwe tu tiþt wenda nedikir, bombeyan her weke dengê lingên ezraîl dilê zindîweran vediciniqand, guleyan her doza girtina giyana giyaneweran didomand û xûbara bêhntengiyê her xwe li ser serê te dipêçand.

Rewþek pir balkêþ bû ku, hema tevahî girên qada Zêya Mezin þaþîka spî li serê xwe pêça bûn, Xeregol, Þikefta Birîndara, Kurêjaro û neqeba Amediyê bi hev re ev çarenûs parve dikirin. Dengê çekan ji girê kî li girê dîtir bêhn didan, firokan ref bi ref ji asîmanan ve bombeyên xwe di dilê Zê de diteqandin. Bi her têqînê re Zê dicûrifiya, bi her teqînê re Zê dileriziya û bi her teqînê re Zê rondik dibarandin û nalîn dikiþandin. Çemê Zê êdî dev ji strana çoþiya biharê berdabû, niha bi awazeke dilþewat kilamên xemgîniyê li dûv hev dirêzandin. Her girêkî xweziya xwe bi girê dîtir dianî, lê hema rewþa her girî jî mîna hev bû. Li her girî þer hebû, li her girî pevçûn hebû, teqîna çekan hebû, rijîna xwînê hebû û têkoþîna mirin û jiyanê hebû. Ji ber ku her girî hema heman çarenûs bi hev re parve dikirin, ma ne hemû jî girê qada Zê bûn, ew yek bûn, ew bi hev re bûn. Bi hev re Zê dibedewandin û bi hev re êþên Zê parve dikirin. Heke navên wan cuda bin jî, dilên wan yek bû, giyana wan yek bû, weke giyanewer û zindîwerên ku xwe bi Zê re kirine yek û ji bo felatiya Zê li ser giran bi mirinî tê dikoþin.

Weke ku te û çend hevalên dîtir di girê Ferhat de li ber xwe didan, li Xeregol, Þikefta Birîndara, Kurêjaro û neqeba Amediyê jî heval û piþtgirên te li ber xwe didan û bi mirinî tê dikoþiyan. Bi vîna ji pola, bi armanca serfirazî û bi hêviyên pêþerojên azad. Bi dilên xwe yên weke çiyan, destan diafirandin, bi xwînên xwe yên sor dîroka berxwedaniyê dinivîsandin û bi berxwedaniyên xwe gora zilimkariyê dikolandin. Li ser lûtkeyên bilind stûna roniyên geþ diçikandin. Roniya xawêniya mirovan, roniya þanaziya þoreþgeran û roniya têkoþîna jiyana serfiraz.

Çeka te bênavber gule direþandin, gule dibarandin, li dûv hev þerît diqedandin. Ev reþîna guleyan û qedîna þerîtan refleksa xwe parastina laþ û giyana te bû. Li beramberî te lûleyan bi ser te de guleyên mirinê dibarandin û te jî bi guleyên parastinê refleksa parastinê nîþan dida.

Bêyî ku tu li paþ xwe vegerî û çavên xwe ji livgeriya pêþiya xwe biqulibînî te got:

“Heval þerîtekî amade bide, þerîtekî amade bide!”

Tu dengê bersivdayînê ji teniþta te li te venegeriya. Te dîsa bi israr dubare kir:

“Heval dê zû ka þerîtekî amade bide min! Va ye dîsa guleyên min qediyan.”

Lê dîsa tu deng ji teniþta te nehat. Piþtî nehatina bersiva gotina te, dema tu li paþ xwe vegeriyayî û te li teniþta xwe mêzand çavên te bi rasteqîna bêdengiya deng re rû bi rû man. Weke ku heft þûr stûyê te bibirin, weke ku tîr di singê te de biçikin, weke ku heft gule eniya te biqeliþînin, weke ku heft bombe di mejiyê te de biteqin tu di cihê xwe de bêlebat mayî û weke peykerekî bêgiyan tu di cihê xwe hiþk bûyî. Hiþên te êdî di serê te de nemabûn, tu bibûyî dîlê hestan, hêza hestên te vaca te bi dest xistibûn û li ser her tevgera te bibû serdest. Bêyî ku tu pê bihesî qêrîniya dengê te her alî dagirt û hawirdor bi dijwariya dengê te ve hejiya:

“Heval Rindê! Heval Rindê! Rindêêêê!.. Çî ji te hat? Rindê çî ji te hat?!”

Rindê bêgiyan mabû, Rindê di nav xwînê de wenda bû. Dema te, serê bixwîn ê Rindê da ser dilê xwe û bi ser singê xwe de guvaþt, tu têgihîþtibûyî ku Rindê êdî ne zindî ye. Ji kerba hêrsa dilê te û ji bêçareyiya nexilaskirina Rindê weke herikîna ava Zê rondik ji çavên te dibariyan. Te her digot Rindê, Rindê, lê her Rindê dengê te nedibihîst û bersiva te nedida. Ev bêdengiya Rindê tu dîn û har dikirî, lê niha weke ku karesatek mezin bi ser te de hatibe, tu di bin avsûna bûyerê de ne li ser xwe bûyî. Di nav ev hestên tevlîhev de tiþtê ku tu bi ser xwe de anî, dijwariya teqîna bombeya li pêþ sengera te bû. Tu bi wê dijwariya tund pê hesiyayî ku, êrîþa herikîna lehiyê li ser çepera te dijwar bibû. Di bin bandora efsûniya bûyerê de te ji tûrikê þerîtên BKC’yê, þerîtê herî dirêj derxist û bi çend bizavên pisporane te li ser BKC’yê siwar kir û bêyî ku tu parastina xwe pêþçav bikî, tu rabûyî ji piya û te bi hêrsa tolhildana Rindê ji devê lûleya BKC’yê mirin bi ser pêlên lehiya herikînê ve reþandin. BKC’yê di hembêza te de dîlan digirt, govend digerand û bêrawestan fermanên te pêk dianîn. Tu serxweþ bibûyî, tu ji ser xwe çûbûyî û te her gule direþandin. Pêlên herikîna lehiyê li pêþ çavên te li dûv hev li erdê dirêj dibûn, bi ser û çavan diketin ser axa bixûbar, lê te her reþîn didomand, te her strana hêrsa dilê xwe dilorand û te her kerba êþa tîra dilê xwe di serê malkambaxiya vê herikînê de derdixist. Lê hêrsa te vala nedibû, hestên te têr nedibûn, dilê te êþa malkambax ji bîra nedikir. Nedibû, nedibû, ma dê çawa bibûya, ma dê çawa bibûya ku, tunebûna Rindê ku weke derbeya þûrê bijahr di dilê te de çikiyayî, dê di heman demê de çawa sax bibûya? Ma ew gengaz bû? Na bi xwedê, dê ev qet tu caran jî ne gengaz bûya, birîna dilê te her weke volqanê sincirî dikeliya û her diçû tevahî laþê te hildida bin bandora xwe û xwe dijwartir didomand. Dengê qêrîn û ji piya sekinandina te, bala hevalên çepera teniþta te jî kiþandibû, wan her bi qêrîn û gaziyan bangî te dikirin da ku tu xwe biparêzî û ji piya nesekinî, lê te dengên wan hevalan nedibihîst, tu ji pêþveçûna jiyanê û bûyera êrîþa mirinê qut bibûyî, niha dilê te tenê ji bo tolhildan û kedîkirina hêrsa dilê te lê dida. Hundirê çavên te weke pizota agir sor bibûn, awirên te mîna mûbiran tûj bibûn. Her aliyê te bi þixulandina BKC’yê ve dileriziya û dihejiya.

Her ku dem pêþ ve diçû û agirê li ser pêla lehiya herikînê zêde dibû, bandora dijwarî û giraniya herikîna lehiyê diþikest, lê tu di zanebûna vê de nebûyî, hêza te ya þîrovekirina rewþa giþtî tune bû, jixwe ew di xema te de jî nebû. Hiþên te tenê li ser rewþa Rindê asê bibûn, hestên te tenê ji bo Rindê geþ bibûn û dilê te tenê ji bo Rindê lê diket.

Tu bi her awayî, bi wê re bûyî û te bi her teþeyî bi wê re jiyan dikir. Te pira di navbera mirin û jiyanê de hilweþandibû, te sînorên qêdîn û dawiyan ji holê rakiribûn, tu bi ber pêlên herikîna lehiya dijwar ketibû û ji bo tu xwe li reþahiyekê bipêçî, te tu hewl nîþan nedikir. Lê bêyî ku tu pê bihesî û bibînî, dijwariya pêlên herikînê ji hev belav dibûn, çist dibûn û qels diketin. Lehî weke mija serê çiya vedikiþiya, êrîþ weke qalibek qerîsok li ber tîna rojê diheliya û pêlên herikînê li ber stûnên zexm û bihêz diçikiyan. Niha dema reþîna hewanên lêrasthatî dest pê kiribû, li her alî, li her dewerê teqîniyên hewanan perdeyên guhên te diçirandin. Lehî vedikiþiya, xûbar vedikiþiya, barut vedikiþiya, lê laþê te hê bi westana herikînê ji piya bû, çavên te hê bi tariya xûbarê nedîtbar bûn, bêhna te hê bi bêhna tûjiya barûtê ve diþewitiya. Dilê te hê çûyîn û tunebûna Rindê nepejirandibû, li xwe mukir nedihat, li hember rastiyê helwesta xwe ya neqebûlkirinê didomand. Belkî ev xewnek bû, diviya ku tu niha bi çavên werimî ji xewê þiyar bibûyayî û di nav rengîniya biharê de te bi Rindê re nîqaþ kiriba, bikeniyayî û dilxweþ bibûyayî. Þerîta ser çeka te dîsa qediyabû, çeka te hew bi kar dihat, lê jixwe niha pêdiviyek zêde lezgîn jî nemabû, ji ber ku hêza êrîþa herikîna lehiyê bidawî bibû. Dengê çekan hatibû bîrin an jî gelekî kêm mabû, pêlên lehiyê xwe bi paþ ve kiþandibûn, niha li ser te hê þoqa êrîþa dijwar hebû, þopên pêlên dijwar hê aram nebibûn. Dema tu bi bêzarî li paþ xwe ve vegeriyayî û te bi awirên xwe bedena Rindê hembêz kir, hê rondik ji çavên te dadigeriyan. Birîna guleya malkambax weke deqeke nexþa xemilandina berbûkan li ser eniya Rindê diyar dibû. Beden û laþê zindî û bedew bêgiyan mabû. Xwîn di nav rihên bedena wê de çikiyabû, êdî mîna ava Zê bi coþ nediherikiya. Laþê ziwamayî av nedida, laþ hiþk bibû, lê kenê li ser levên wê hê li ber çavên te zindî bûn û bicoþ bûn. Rûyê wê hê biþanaz bû, rûyê wê hê neynika hestên wê yên têkoþînê bû.

Tu ji bo tunebûna Rindê amade nebûyî, ev rastî li ser pir giran dihat, te nedikarî tu rabikî. Ev yek pir eþkere bû ku, te di nav vê jiyanê de, bêyî Rindê mayîn hesab nekiribû. Lê te hizir nedikir ku, ezraîl îro li her cihî digeriya û bi çargavî hespê xwe dibezand, dê rêka xwe bi çepera te jî bixista û wê tu bêyî Rindê hiþtibayî.

Te bi þemitînek pir sivik çeka xwe ya giran ji nav destên xwe danî erdê û serê Rindê dîsa hilda nav destên xwe, hembêz kir û bi singê xwe ve guvaþt. Te hinarokên wê yên çilmisî bi levên xwe yên qeliþî ramûsand, porê wê yê kejîn bi rondikên çavên xwe þûþt, bi tîna awirên xwe ziwa kir û bi tiliyên xwe yên westiyayî þeh kir. Ji xeynî dengê fiþkefiþka giriyê te tu dengê dîtir ji te nedihat. Hun bi hev re bi yek guleyê hatin lêdan, guleya ku eniya Rindê bixwîn kir, di heman demê de dilê te jî di nav xwînê de fetisand. Guleya ku laþê Rindê bêgiyan hiþt, di heman demê de girêkorek jî li benê jiyana te xist.

Hawirdor bêdeng bû, belkî þênî bû jî, lê te ji xeynî dengê dilê xwe tu deng nedibihîst. Te pêþveçûna heyaman ji xwe bîra kiribû, te pêwendiyên bi jiyanê re hemû rawestandibûn. Her laþê Rindê di nav milên te de bû, te her serê wê danabû ser singê xwe û te her rondik dibarandin. Rindê di nav hembêza te de bibû qurmek gulên biharê, wisa bedew, wisa bêhnxweþ. Bibû mîna þîlanek çilmisî wisa sivik weke mûyekî ji pembû, wisa sivik weke hilmek ji bayê jiyanê.

Ax Rindê te çawa karîbû tu min di nav kovitiya vê xwezayê de bi tenê bihelî û biçî, ax Rindê ma çawa te dil girt ku, tu li teniþta min wisa bêdeng xwe biavêjî hembêza mirinê, ma qêy giraniya kêþana êþên min nehate bîra te. Ma te çawa dil girt ku, tu min weke zindiyekî bêgiyan li dûv xwe bihêlî. De ez nabêjim hema tu bibêjê, ma ev dadwerî ye? Dema hevalên te yên têkoþînê bi ser te de hatin jî, tu her bêtevger di nav vê bûyerê de wenda bûyî. Te Rindê di dilê xwe de bi cî kiribû û te bernedida, ji xwe dûr nedixist û te ji xwe nediqetand. Bi herikîna jiyanê re te xwe bi xwe jî ji bîra kiribû, tu bi Rindê re li warekî nedîtbar û nediyar de digeriyayî.

Rastiya tunebûna Rindê weke þeqamekê di nav çavên te de diþerqiya, tu ji her alî ve dilerizandî û tu bi tayek nenasbar dicûrifandî. Tu bi ber bayê þînê ketibûyî û di nav warên nenasbar de hest diçêrandin. Rojê ji þerma xwe di piþta asoyan de qefaltî bû, çiyan weke ku dilê xwe bi te þewitîbin, tu bi siyên xwe ve hembêz dikirin. Êdî ezraîl li derûdoran ne diyar bû, jixwe tiþtê ku bi te kiribe êdî kiribû, hew tiþt mabûn ku bi serê te de bîne. Hebûna te ya herî þîrîn ji te girtibû û di dilê te de birînek kûr vekiribû ku tu, tu caran ji bîra nekî. Eywax ev malkambaxa çarenûsê, di nav ev geþî û xweþiya biharê de te çî pê kiribû ku, wisa ji te tol hildida. Çend heval li derûdora te hêdî hêdî bi te re biaxiviyana jî, te dengê wan nedikir, tu di nav xwe de bi xwe re bi tenê mabûyî. Çavên te ji wêneyên Rindê bêtir tu tiþt nedidîtin. Xweþiya biharê miþtaxeya hesûdiyê di navbera we de rêxistibû. We bi hev re evînek navdar jiyan nekir, hun tenê di taldeyê evînê de man, tariyê pêlên xwe yên çavkorî bi ser we de dagerand û hun çavkor hiþtin.

We çarenûsa xwe nekir yek û we temenê xwe bi hev re negihîþtand dawiyê. Lê we bi çiyan re, bi çekê re, bi têkoþînê re û bi axê re evîndariyek mezin, xweþ û delal jiyan kir. Hun bi hev re bûn raman, bûn xwedî hêvî û we bi hev re li dijberî pêlên herikînên lehiyên dijwar bi têkoþînî jiyan parve kir. A herî girîng ew bû ku, we bi hev re hesta xawêniya serkeftinê parve kir.

Ax Rindê keça Ruhaya delal, weke mûyê pembû sivik û weke kevoka asîmanan nazdar. Ax Rindê! Li serê çiya xezala peroþ û dildar, li ser pelên gulan pirpiroka rengîn û jîndar. Rindê, karîxezala bexçeyê dilê te, hîva þevên te, stêra asîmanên te, heval û hogira cenga têkoþîna te. Xûbarê xwe li ser rûyê axê veniþand, tolaziya guleyan xwe paþ ve vekiþand, roniya rojê xwe di paþ asoyan de quliband, tu her bi ser xwe ve nehatîbûyî û te her bûyera li ber çavên te nedipejirand.

Rindê ji hembêza te derxistin, li nav parçeyek çadir peçandin û ji te dûr birin li ser girêkî bidaristan û biþikêr di dilê axê de veþartin. Nîvê dilê te jî pê re vala kirin, bi warên nenasbar ve birin û dewsa Rindê vala hiþtin. Rondik ji çavên te ziwa nedibûn, xem, êþ û azara dilê te bi tu tiþtî dilmînî nedibû û bi aramî bêhn venedida. Rindê çû, Rindê êdî tune bû, Rindê tu tenê hiþtî, hêviyên we bi cî nehatin, ev leyîstikek sotîner ji leyîstikên feleka zalim bû. Weke bi sedan, weke bi hezaran pakrewan Rindê jî edî pakrewanê têkoþîna rizgariyê bû. Tovê evîneke bedew hê di zîlikê wê de qurifandin, ji ber pîroziya evînan þerm û fedî nekirin, ji ber ku çermê rûyên wan bi xetên hesûdî û xêrnexwaziyê ve hatibûn xêzkirin. Karesat malkambax bû, karesatek dilsoj bû û karesatek malwêranî bû. Weke miþtaxeya nav mêwên rezan xwe di navbera we de rêxistibû

Roj qulibîbû, pêlên tariyê êdî her alî di nav lepên xwe de veþartibûn û weke hûtê zikmezin her dever daqurtandibû. Roj dîsa li tariyê qelibiyabû û di nav pêlên tariyê de bidawî bibû. Serê te di ber te de bû, fikir û ramanên te li ser Rindê bûn, te niha bi bîranînên Rindê re jiyan dikir, lê rasteqîn sotîner bû, rasteqîn dilsoj bû û rasteqîn jandar bû. Rasteqîn ew bû ku, êdî Rindê bi te re bêhn nedisitand û bi te re jiyan parve nedikir. Ji te cûda ketibû, ji te dûr ketibû, va ye vê rasteqînê dilê te bi tayên cemidî dilerizand û te bi cemidîna tayê ve xwe li hev kom dikir û xwe li hev dipêça. Tu bi ber pêlên bayê diketî û te di warê xewn û xeyalan de jiyan dikir. Xeyalên bi hebûna Rindê ve xemilandî, xeyalên bi xweþikiya Rindê ve bedewandî. Her tiþt weke bûyereke razdar bû, her tiþt weke qewmîneke nepenîdar bû. Þev bêyî Rindê pêþ ve diçû, te niha xwe bi tenê hîs dikir. Tu her diponijiyayî, ma tê êdî kenê levên Rindê di kîjan lêvan de dîtiba, ma tê êdî jidiliya Rindê bi kîjan dilî re jiyan kiriba. Rindê niha stêrek bû li asîmanên jorê, weke Keywan, weke Gelawêj û weke bi milyonan stêrên din. Tu ji westînê bêzar bibûyî, tu ji westînê bêhal ketibûyî, çavên te ji bêxewiyan diþewitiyan, lê ji ber ponijîna kûr û dûr xewê rêka xwe bi çavên te nedixist. Rindê ji çavên te re dîmenek bêemsal bû, ji te re hevaleke giranbiha bû û ji dilê te re evîneke nirxdar û peroþ bû. Navê Rindê bibû tecirmana jiyana te, navê Rindê bibû destana bîranînên te. Westîna laþê te, xewê jî çavên te dîl girtibûn, niha li ber kevirek gilover, li ser gihayê biharê, li ser teniþta xwe bi xewê ve çûbûyî, te di welatê xewnan de bi çargavî hesp direvand û te rojên xweþ û azad bi Rindê re parve dikir. Xewna te li te pîroz be, hetanî sibeha te bi dengê teqîniya guleyan þiyar dikin, têr xewnan bibîne. Xweþ biraze, çawa be dawiya þevê roj e û her þev neçar e derbikeve sibehê.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org