BERPIRSYARIYEKE XWEZAYÎ

Nusret Kurt

 

Mirov di nava jiyanên xwe de xwedî gelek hest, raman, peywir, erk û berpirsyariyên cewaz in. Li gel ku di nava jiyanê de gelek tiþt weke peywir tên zanîn, an jî gelek tiþt weke hoby tên bi dest girtin, gelek tiþt ji ber neçariyan ferz dibin, hindek tiþt jî hene ku xwedî berpirsyariyên xwezayî ne. Mînak, mirovek ji bo ku di meslekekî de bibe pispor an jî bikaribe di karekî de þareza be gelek salan li duv hev dixwîne yan jî ji bo vê yekê kedeke gelekî mezin dide. Piþtî evqas xwendin û ked bi peywirekê ve tê peywirdarkirin û ger nekeve wilfeke (egilim) cuda hetanî dawiya temenê xwe ji ber wê peywirê ve xwe xwedî berpirsyarî dibîne. Hetanî ku jê tê li ew peywira xwe xwedî derdikeve. Di her þert û mercî de her dem ji bo berjewendiya ew meslek û karê xwe tevdigere. Lê ziman diyariya herî giranbiha ya ji zayîna mirov ve ye. Ji ber ku bêziman mirov nikare tu tiþtî bike. Ji bo vê yekê pêwist nake ku fermî were peywirdarkirin. Ji ber ku ev nirxeke herî giranbiha ya xwezayî ye, berpirsyariyeke xwezayî ferz dike.

Dibe ku hindek kes di vî warî de zêde þareza bin, dibe hindek jî kêm þareza bin, lê bi kêmanî her kesê/a girêdayî neteweyekê zimanê wê netewê dizane. Ger ew netew neteweke serdest be misoger xwedî zagon û saziyên parastin û pêþvebirina zimanê jî. Lê ger ew netew neteweke bindest be, weke ku ne xwediyê tu zagon û saziyên bi vê teþeyê ye, her wiha ew ziman her roja derbas dibe bi xeteriyên weke tunebûnê re rû bi rû dimîne. Weke ku tê zanîn li rojhilatanavîn û di gelek cihên cuda yên cîhanê de pir zimanên ku berê peydabûn û xwedî hêz bûn, îro ji holê rabûne û tunebûne. Ma em dikarin ji ber tunebûna van zimanan tu kesî tawanbar bikin û darezînin. Di vir de ger kiruyeke tawanbar hebe ew civak bi xwe ye. Ger tu kesê/a were darezandin hebe ew civak bi xwe ye. Ji ber ku ew civak bi giþtî li berpirsyarî û peywirên xwe yên xwezayî xwedî derneketiye, weke nirxê herî giranbiha zimanê xwe ji dest wenda kiriye û bi vê yekê jî neqediyaye her wiha di dawiya dawîn de remzên xwe yên giþtî jî wenda kirine, yanî bi wateyeke dîtin hebûna xwe wenda kiriye. Ev yek jî wê wateyê diderbirîne ku ziman xala herî girîng a ji hebûna mirovan e.

Dema em li roja îro temaþe dikin, neteweke bindest weke netewa kurd rexmî ku xwedî gelek derfetên zindîkirina zimanê xwe ye, mixabin her roja derbas dibe zimanê me (li gel ku gelek xebatên giranbiha jî hene) bi tunebûnê re rû bi rû dimîne. Bêguman di vê yekê de nêzîkatî û helwestên serdestan bandorkar in, lê ya sosret ewe ku em weke kurd vê yekê dipejrînin, li hember vê yekê bêhelwest dimînin û zimanê serdestan di her warî de ji zimanê zikmakî pêtir bi kar tînin. Yanî rexmî ku em xwedî zimanekî wisa dewlemend in em jî weke neteweyên bêziman, pêtir xwe bi peywirên fermî ve asê dihêlin û xwedî li berpirsyariyên xwe yên xwezayî dernakevin. Baþ zanîna zimanê serdestan ji xwe re weke mezinahiyekê dibînin û bi zimanê xwe xwe piçuk dihesibînin. Yanî bi þipandineke din em li ser rihên çinarê þîn dibin û em çîçekên hinarê vedikin. Gelo ev yek gengaz (mumkin) dibe?

Ji bo ku em jî piþtre weke civak bi tevahî neyên tawanbarkirin û darezandin, ji bo ku em xwe bi xwe wenda nekin û tune nebin, divê ji roja îroj ve em li gel peywirên xwe yên jiyanî her wiha divê em li berpirsyariyên xwe yên xwezayî jî xwedî derbikevin. Di her baxçeyê malê de ji nû ve kulîlkên zimanê kurdî bipiþkivînin dara bedew a zimanê kurdî bigihînin, bi wêje, nîgar, nîþan û hunera kurdî ve bixemlînin. Em dikarin encax bi vê þêweyê xwe ji piyan bigrin, li hember dahatuyê rûspî bimînin. Ev yek ji peywireke fermî wêdetir, berpirsyarî û peywireke xwezayî ye, ji dil e û jêneger e. Ev yek barê me hemuyan e û divê em vê yekê pêk bînin. Werim em bi hev re weke berpirsyariyeke xwezayî bi kurdî biaxivin, bi kurdî binivîsin û bidin nivîsandin, em bi kurdî bixwînin û bidin xwendin, em fêrî kurdî bibin û kurdî bidin fêrkirin.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org