ÇAVÊN PENABER

 

Nusret Kurt

 

Bi qandî çavên mirov dibîne çol e, hilma germîn awirên çavên mirovan desteser dike. Awir di hundirê deryayeke beqedîn a germînê de ji xwe biyanî dimînin. Çav dibin girtiyê dûrbûnê, dil dibin dîlê penaberiyê. Gelek caran tê gotin “ger di vê cîhanê de ji bo penaberan têgîna dojeh were pênasekirin, bêguman dê hemû dest bi hev re rabin jor, dê hemû awaz bi hev re biqêrin û dê hemû ziman peyva “Maxmur” bi nav bikin.

Jiyan xwedî gelek bergehên cewaz e, xwedî gelek nirxandin û þêwaz e. Lê divê mirov carekê jî ji çavên zarokekî Maxmurî li jiyanê temaþe bike. Bi çavên penaberekî bêwar temaþe bike. Hema weke ku duh kalo jî bilêv dikir. “kurê min em kurd in, xwedî çiya û zozanên bilind in, xwedî kerî, naxir û garanên gund in, xwedî bexçe, bostan, rez û dewiyên dewlemend in. Îro em man li van erdan, zarokên me nasnekirin, ne çiya ne zozan, ne kerî ne garan, ne bexçe û ne jî bostan. Hemû bûn nêçîra dûpiþkan, bûn sêwiyên ber dîwaran man jar û xizan. Kurê min zarok ji axên xwe dûr man. Ger gîha li ser koka xwe þîn neyê, tu xêr jê nayê kurê min.”

Li ber tînegerma tava tîrmehê çerm hemû kirizîne, pehnî û kef qeliþiyane, bi rika dojehê re singên xwe yên biçûk li ber xubaran vekirîne û bi gavên pêxwas berbi dahatuya nediyar ve dibezin. Lê çavên wan bendewar in, çavên wan penaber in.

Weke darên çinaran lihevhatî û bejn bilind in, weke spîndaran zirav û rind in, weke rihanan bêhnxweþ, weke þîlanan þemal xweþ in. Lê bi hewaya çiyan nefesê nagrin, ji ava zozanan venaxwin. Lewma weke þilereyên biyanî stûxwar û kelegirî ne, weke xezalên kovî þermok û bêxwedî ne. Hêviyan di kefên xwe yên biçuk de digûvêþin û berbi xeyalên mezrabotanî ve dimeþin. Lê dilên wan xemdar in, dilên wan penaber in.

Ew zarokên Maxmurî ne, di berbanga vejîna nûhêviyan de ji malzaroya penaberiyê zane. Di kolanên hesretên aramiyan de jan û girîn ji xwe re lîstok zanîne. Di dika mirinên bêrewa de govenda hebûnên rikdar girêdane. Ew zarokên Maxmur in, li ber tavên Tîrmehê bêsî ne, li nav çolterên vê jînê bêcî ne û di paytexta welatê xwadewendan de bêxwedî ne. Bi çavên xwe daristanek nedîtîne, nizanin zozan çi ne, qurtek ji ava çiyan nevexwarîne, melevaniya çemên geþ hîn nebûne. Baskên xwe li ber bayê lutkeyan venekirine û bi pêlên bayên bihuþtî re nefiriyane. Ew di girtîgeha havîneke çolî de hesreta bihareke çiyayî ne. Lewma çavên wan di ber taldeyê penaberiyê de her temaþevanê asoyan in.

Ew dahatuyên pêkanîna hêviyên nîvmayî ne, gelo ma kî dahatuya xwe radestî nediyariyeke þêlû dike? Ma kî hêviyên xwe li ber dîwaran stûxwar dihelê, li nav kolanên xubarî de ji bîra dike? Kengê gulên çiyayî li çolên ziwa þîn dibin, kengê bayên zozanî li çolan digobilin? Ji kengê ve teyr û kewên çiyan li çolan hêlînê çêdikin?

Ew zarokên Maxmurî ne, hêviya dahatuyên nû ne. Lê niha di kolanên bênav de pêxwas û tazî ne, sergo ji wan re lîstokgehên þînî ne. Ew zarokên Maxmur in, hêviyên me ne, îro li ber tava tîrhemehê diþewitin. Lewma bendewar in, bi çavên xemdar û biyanî temaþe dikin, ji ber ku ew penaberên bêcî ne, ewqas jî þêrîn, pak û bêguneh in. Li benda hatina me ne, li benda mizgîniya nû ne.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org