DAGERÎNA PAYIZÊ

 

Nusret Kurt

 

Di ev dema salê de ji çar aliyan ve xemgînî xwe bi ser rû çavên me ve berdide, ev xemgînî xwedî rengeke zer û çilmisiye, ba digobile ji her alî, weke porê diya min pelan ji keziya daran diruçikîne, yek bi yek pel di hêmbeza bayê dijwar de rast û çep belav dibin. Xweza rengê xwe li me tîne ji rû û rûçik, ji laþ û çerm em bi zeriyê tên sewîn. Xemgînî dibe para me, girî weke pêlên behran xwe li keviyên çavên me dixin. Belê payiz bi ser hebûna me ve dadigere.

Di nîva rojan de çavên reþ girseya warê min hereþe dikin, destên tarî xwe dirêjî hebûna min dikin. Di dilê min de bombeyan diteqînin, li ber çavên dinê bêtawaniya min tê gulebarîn. Bi þantaj û hereþeyan, bi gilî û gazinan qesta dengê nasnameya min dikin. Ji her alî ve qesta hebûna min dikin, tu mafê ku ez pê parastina xwe ya reva bikim jî, ji min re nayê nasîn. Erê tê gotin ku ez heme, lê ker im, lal im û her roj di kolanên warê min de, li ber deriyê mala xwe ji aliyê torikan ve têm gezkirin, têm kuþtin. Ne bihar ne jî havîn, hemû demsalên temenê min dibin payiz, her zer û çilmisî dimînim, nahêlin xwîna rihên min geþ bibe. Hemû sal weke pelên daran ji temenê min diweþin, bihar bêyî ku werin jiyîn kevin dibin. Tenêbûn xwe li giyana min dipêçe, ji her alî ve dorpêç dibim. Hemû kesên ku behsa dostaniya ji dil dikin jî, hebûna min dikin qurbana berjewendiyên xwe.

Payiz dadigere, þev dirêj dibin, dengê zurîniya guran guhên min ker dike, diran qîç û dev gilêz li pêþ þahidiya stêren derewîn min parçe dikin, her roj ji nû ve min dixwin. Roja min di piþta ewrên tarî de asê dihêlin, rengê min bi mijên spî disewînin. Her roj rasteqîniya min înkar dikin û tune dihesibînin. Lê dîsa jî ez heme, hemû demsalên min payizbin jî, her roj gur min parçe bikin jî, dost min ji berjewendiyên xwe re bikin qurban jî ez her heme. Di kolanan de singê min bi bombeyan parçe bibe jî, di taxan de eniya min bi guleyan were qeliþîn jî, ez her heme. Geh li çiyan dipiþkivim, geh li zozanan þîn dibim. Bi rengê xwîna kuþtinê dibim kulîlka vejînê, bi rengê payiza dramatîk dibim nêrgiza bedewa bêhnxweþ, bi rengê kuþtinê dibim jiyan, bi rengê tunebûnê dibim hebûn.

Weke babelîska zagrosan di dilê þemzînan de diteqim, pêl bi pêl didim ber xwe hemû deþta gewerê û di hinava colemêrgê de radibim reqsa mirinê, da ku ez bi her pêle re di rûyê zordariyê de biþerqim, da ku ez bi xof û tirsa mirinê wêrekiya jiyanê biafrînim. Da ku ez bi hêrs û azweriya xwe ve payizên dilþewat birizînim, hemû xwezayê bi rejneyên deremetdar ji nû ve biþom, bi rengê spî bisewînim, weke bûkekê çardehî binexþînim. Di malzaroya axê de nûdemsalê biwelidînim, bi cemreya yekem re biharê bipiþkivînim. Bi keskesora li ser eniya xwe ve hemû tariyan yek bi yek biqetînim. Hemû payizan bi biharên teze re biguherînim. Li ser singê hebûnê her alî bi hezarûyek rengan ve bixemlînim. Nîgarên aþtiyane, birayane, demokratîk binexþînim. Yek bi yek zindiyên cewaz li hev bînim û bi hemû pênusên xweþikiyan li ser lênûsa cîhanê wêjeya dilþadiyê bihûhim.

Li asîmanên awirên min ewrên tarî bruskan vediþerqin, di her quncikî de hêlîna pirçemkan, torîkan vedixwînin ser laþê min. Ez dinalim, bi axîn û keseran. Geh di quntarên zagrosan de dibim qêrîneke bêhempa ku hemû direndeyan ji tirsan dilerzîne, geh di neqeba cîlo û çarçêla re weke bahozeke xeniqînî diherikim ku hemû laþxwuran ji xofan dicurifîne. Lê dinalim û her dinalim. Dîsa payiz bi ser min ve dadigere, her aliyê min dicemide, her aliyê min diqerise. li çiyayên botanê bi qazanên firokan têm lêdan. Li deþta qoserê bi 13 guleyan têm kuþtin û di quntarên zagrosan de li þûna barana demsalê bi ser hebûna min de weke rejnêyên dijwar gule dibarin.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org