DEMA SPÎ BI SOR BISEWE

Nusret Kurt

 

Agirî westa ye, di çixina xwe de barên giran ên dîrokê hildigre. Hîna dengê kuçik çapliya Ferzende ji tehtan deng vedide. Tilî li ser tetika malkambax tevnagere, bêlibat e, û dilopa xwîna sor weke gustîlka zavayiyê xwe li tiliyê pêçaye. Vaye li piþta Makuya Kurdan sedûsî cendekên artêþa Eceman li erdê raxistîne. Dê Asyayê hilbigre hemû jîrevaniya jina Kurdan û hawarê bigihîne Ferzendeyê pehlewan. De zû bike û bilezîne vaye spî bi soriyê disewe!

Mala Emer hîna koça xwe ji ser piþta hesp û hêstiran nedanîne. Ji paþ ve tufana Agirî bi ser karwanê koça mala Emer de tê, li pêþ Eresê kemîn vedaye. Bi ser çîtîkên Eresê ve qeras dibare camêro! Xwîn di rihên zarokan de diqerise, simbêlên êgîdan weke sivingên malan di bin barê qerasê de ditewin. Dê Keremê Qolaxasî qaçax û firarê dewletan, gula mala Emer li nav hewþa Makuya Kurdan bi Eceman re geþ bike halaneke egîdan. Dê dengê kundaxzîvê bike awaza mizgîniya tolhildanê, vaye dîsa spî bi soriyê disewe!

Li þûna halana mawzera Biroyê Heskê Têlî dengê babelîska Sibatoka dîn asîmanan vediçirîne û di navenda Makuya Kurdan de weke nifireke Ehrîmanî diteqe. Destbirakên Ferzende, biraderên Keremê Qolaxasî, biraziyên Biroyê Heskê Têlî, þêrjinên ji zayenda Asyayê, çêlikên Celaliyan û rêhavelên Rojê bi awazên kewê ribat, bi tilîliyên dayikên dawetan, bi halanên cenga tolan û dirûþmên xwedî derketina li dahatuyê di meydana Makuya Kurdan de govenda berxwedanê girêdidin. Hêdî hêdî berf bi ser keziyan de dibare, tiliyên bi nîþana serkeftina viktorya radibin banî xwe dispêrên keviyên bergên li ser zendan. Awaz xurt in, tilîlî þên in, halan berz in û dirûþm bilind in!

Bi bayê Agirî re hemû mêrxasên cengawer rûyên egîtbavan, þêrjinan radimusin. Ew ba di dilan de dibe wêrekî, di guhan de dibe sirûda azadiyê, di hiþan de dibe ramana demokrasiyê û di çavan de dibe awira dilxwaþiyê. Weke xelateke ji pîroziyên Ahura Mazda, weke diyariyeke ji nûra Zend Awesta. Ji dilê ewrên Sibatê lepe lepe berf dibare, her lepek weke ala aþtiyê pêl dide, her lepek weke remza jiyanê bi pêlên bayê re direqise.

Dil dikelin, kulm li jor in, ji keviya lêvên cemidî germahiya peyvên hêrseke êrî dipekin, “tu kes nikare roja me tarî bike!” “emê tarîtiya cîhana bêroj bi ser serê we (gornepaþ) de birûxînin!” Ehrîmen ji piþta quncikên tarî derdikeve, yekîne yekîne, ref bi ref, weke garanên li moza havînê qelibîne, weke naxirên bêav mane. Bi ser govenda berxwedanê de dibezin, her hizrek dibe gunehbarekî rûreþ, her tiliyek dibe qetîlekî bilenet, her luleyek dibe kujyarekî xayîn. Ehrîman di dawa xwe de xêrnexwaziyê belav dike, lepen berfê bi sotîneriya guleyan dihelin, pêlên bayê cemidî bi tîna lûleyên gunehbar dikelin, ewr ji hev vediqeliþin, Agirî dîqêre. Vê gavê gule bi lepên berfê re reqsa tariyê dikin.

Li navenda Makuya Kurdan ji lûleyê tifingên leþkerên Eceman mirin direþe. Ferzende dest nagîne kuçik çapliya teniþtê, tilî yek bi yek diþkên. Asyayê porkurê dereng ma ji hawarê, girî di gewriyê de eliqî, bi çokan ket ser dilê axê. Keremê Qolaxasî kundaxzîv li erdê da, di bin giraniya cemeda Agirî de tewiya û xwîna rihan qerisiya. Biroyê Heskî halan dide ser halanê lê taqet neman. Li kolanên Maku berf dibare, bi reqsa guleyên devê lûleyan mîna sifreya Ehrîman li meydanê tê raxistin. Yek, du, sê, çar….!!! NEH!!!!.

Neh beden qulibîn weke çinarên qeraxên Eres. Neh can ketin weke nergizên lûtkeyên Agirî. Maku cilmisî weke guleke þewitî, tariyê dagirkirin asîman, reþiyê rapêça hemû Kurdistan. Dilop bi dilop xwîn herikî ji rihên mêrxasan, berfa cemidî germ bû û careke din spî bi soriyê sewiya. Govend didome, niha êdî awaz xurtir in, tilîlî þêntir in, halan berztir in û diruþm bilindtir in.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org