DÝVÊ PÊÞVEÇÛYÎN NEBE SEDEMA XWE ÎNKARKÝRÝNÊ
Nusret
Kurt
Pêþveçûyîn
tiþtekî gelekî xweþ û giranbihaye ku her kes dixwaze bi pêþ
bikeve, bêguman cîhan û civakeke pêþketî xeyal û daxwaza
her mirovî ye. Nîqaþ û gumana me li ser vê yekê ye. Lê pêþveçûyîn
hene û pêþveçûyîn hene.
Di
dema me ya niha de bi taybet di nava me Kurdan de du teþeyên pêþveçûyînan
hene. Ya yekem ew e ku bêyî xwenasîn ketina nava teþe û diruvên
biyanî ye û ya xeter jî ev yek weke asta pêþveçuyînê
hesibandin û nirxandin e. Navê jî dikin “pêþketîbûn”, lê
em jî dipirsin pêþveçûneke çawa? Heke ev yek te ji cewherê
te dûr dixe û dike yekî biyanî, wê demê ev yek nabe pêþveçûyîn
dibe paþvemayîn. Teqlîd û boyax tu caran mirovan li ser esasê
rast nade rûniþtandin. Di bin siwaxa pêþveçûyînê de mirov
ji resenî û bingehê rast dide dûrxistin, mirovan ji xwe dide
înkarkirin û di nava paþvemayîneke tirsnak de dide tunekirin.
Ji berhemdariya nirxên mirovahiyê dûr afirandinêrî ne,
qedandina bihayên civakê ye. Yanî di bin navê pêþveçûyînê
de kesayet ji puxte dûrxistin û rizandin e. Ya duyemîn jî, pêþveçûyîneke
li ser hîmên rast e. Ev pêþveçûyîn li gel çavdêriya hemû
nirxên mirovahiyê li ser hîm û reseniya xwe, xwe bi nirxên
mirovahiyê re kirina yek e. Di çerçoveya rastî û reseniya
puxteya (oz) xwe de her teþeyê berhemdariya erênî ya ji bo
mirovahiyê ye. Ji siwax û boyaxan dûr pêþveçûyîneke li ser
hîmên reseniya xwe ye ku nirxeke giranbiha dide asta pêþveçûyîna
mirovahiyê. Ez nabêjim kîjan rast e yan jî derew e. Divê di vê
mijarê de em her kes nêrîna xwe ya pêþveçûyînê þîrovebikin
û biryara rast û xeletiyê bidin. Gotin heye wiha dibeje, “strana
azadiyê bi diranên ketî nayê gotin.” Ez jî dibêjim ku “li
ser hîmên biyanî pêþveçûyîneke rast bi dest nakeve.”
Ma spîndar li ser rihên guzê þîn tê? Bi wê wateyê ye ku em
jî li ser bingehê çanda kesên biyanî bi pêþnakevin. Heke em
Ehmedê Xanî nizanibin, em ji Goethe û Shekspîr tiþtekî rast
fêm nakin. Heke em Mem û Zînê nizanibin, em nikarin wateya
Romeo û Julîet rast tê bigehin. Heke em rastiya xwe baþ fêr
nebin em nikarin li ser bingehê rastiyên biyaniyan behsa asta pêþveçûyîna
xwe bikin. Divê were zanîn ku, “kes bi qandî ku derûdora xwe
bi pêþ bixe pêþketiye, bi qandî ku derûdora xwe zana bike
zanaye.” Yanî asta pêþveçûyîna mirov bi asta derûdorê re
tê pîvan. Derûdora te çi be tu jî ew î. Derveyî vê yekê
her teþeyê pêþveçûyînê derew e û ne li gor guncawiya nirxên
mirovahiyê ye. Heke pêþveçûyîn me ji xwe dide înkarkirin,
ew pêþveçûyîn ne li gor me ye û dê me tune bike. Pêþveçûyîna
me ya rast divê li ser hîmê me bi xwe be. Li gor min a ji me re
pêwîst jî ev yek e.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org