EZ Û BERF

 

Nusret Kurt

 

Ez niha li oxira zivistanê me, berfa sipî di tayên guliyên min de rengê xwe vedijêne. Seqema þevsayiyan xwe li bedena min dicerbîne, weke kêwan di berqefan de kemiþî me, weke sivoriyan di qurmên daran de qefaltî me, ez weke xwe bi þeva sayî re me.

Xeftanê sipî li ber min e, lê ez ne bûk im, kefenê spî li ber min e, lê ez ne rêwiyê riya dûr im, ez bi rengê kevoka xwe li seyrana demsalê me. Þev bêhîv e, berf bêlîhev e, tarî bêkêf e û ez bêyî te me. Mija kelaþînê li bedena xwe dipêçim, babelîska zagrosan di hinava xwe de diçînim, qeþaya hilgort bi serûçavên xwe de dikim û bêtebûnê di dilê xwe de diçêrînim. Vaye þev sayî û tarî ye, berf li ser tiliyên min e, seqem li nav hilma min e, zivistan li ser canê min, babelîsk mêvanê hinava min e, lê tu li kû yî?

Þev dirêj e, asîman vedireþe, ba diqeliþe, daristan difeliþe, berf direqise û ez di nav de dûr dimînîm, singê min diderize, eniya min diherife,yek bi yek tiliyên min diteqin. Ma bi her dûrbûyînên min tu jî hesretan diþkînî? Bi her deraza singê min re ma janên te ji dil dipekin? Bi her herifîna eniya min re ma rûyê te mîna hîva çardehî geþ dibe? Bi her teqîna tiliyên min re ma tu ji nû ve zindî dibî?

Þev sar e, stêr bi ser min de dirijin, bi derbeyên dengê kenê te birîndar dikevim. Berf aram e, gornepaþ bi pêlên tariyê re direqsin, pîrhevok min vedixwînin sifra termxwariyê, pirçemk min ji xwe re direvînin ez jî bi gornepaþan re direqsim, bi pîrhevokan re terman dixwim û pirçemkan re direvim. Berf spî ye, guliyên min radikþîne, xwe li awirên min dipêçe, çar alî spî tê sewîn, çiya spî dibin, xweza spî dibe, ez spî dibim û tu jî spî dibî! Spîbûn di çavên min de diçike, cîhan tarî dibe, ez kor dibim û te nabînim.

Ez niha li ber deremeta zivistanê me, nebejê çima tayên porê te hemû bi yek car weriyane, ev deremet e deremet! Deremeta zivistanê ye ma qey dê tayê por bi kîjan rengî biwerin. Vaye dîsa berf dibare, cemre di hinava min de vedijene, ez dihelim, çiya dihelin, xweza dihele û tu jî dihelî. Dengê kenê te þeva reþ dadigre, berf dibeze û dibe aþût, xunav dicive û dibe lehî, ba direve û dibe tufan û ez di cihê xwe de diminîm, bêcil û ber, þilf û tazî, rip û rût, bêgiyan û bêyî te.

Þev sayî ye, ji neqeba dûr aso nizim dibe, aso hildiweþe, aso tune dibe. Neqeb hildiweþe û neqeb jî tune dibe. Dengê guran min kerrr dike, kund bêyomiyê vedireþe, diranên min yek bi yek hildibin, zimanê min le... le.. lal dimîne.

Qesra asîmanan diþewite, perdeya asîmanan ji hev diçire, asîman qeþa digre, asîman spî dibin asîman jî tune dibin. Agir ji hinava min dipeke berf dihele. Ronî ji awirên min vedijene tarî dihele. Berê xwe didim gelawêjê, Gelawêj diqulibe, gelawêj diherife û gelawêj tune dibe, dedena min jî diherife û ez tune dibim û tu jî bi min re tune dibî.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org