|
JI
XWE BIYANÎBÛN Zagros
Rihayî
Gelo
wateya ji xwe biyanîbûnê çî ye, bêguman her kesek li gor nêrîn û þertên
jiyana xwe vê pirsê digihîne bersivê. Yeqîne ku ev pirs ji bo her kesî
pêwîste û divê were bersivdayîn. Lê ji bo me kurdan hê dijwartir û
sotînertir e. Ji lewra, di þert û cihê em lê dijîn de (bi tehdeyî yan
jî bêtehdeyî) em ji çanda xwe, ji kevneþopiyên xwe, ji zimanê xwe û
ji nêrîna xwe biyanî ne. Tu hizir, hest, nêrîn, bergeh an jî
kesayeteke me xwerû nemaye ku ji aliyê çand û þêweyên biyanî ve
nehatibe dagirkirin. Em kurd di rewþa xwe de rewþeke taybet a jixwebiyanîbûnê
dijîn. Bi wê boneyê ger kesên ji milêtên din carekê vê pirsê ji xwe
bikin, divê em kurd deh caran ji xwe bikin û yeqîn bigihînin bersivên têrker.
Divê em wiha hizir bikin ku em ji muyên serê xwe hetanî bi neynika tiliyên
xwe biyanî bûne yan jî hatine biyanîkirin. Ma
em çawa ji xwe biyanî ketin? Dema
mirov ji ber tekoþîna xwebûna xwe ve tawanbar bikeve, mirov di welatê
xwe de bibe penaber û bêxwedî, li ser axa xwe bênasname girtîbe, bi
zimanê mirov li ser mirov ferman werin dayîn, mirov ji parçeyên laþê
xwe jî biyanî dikeve. Dema
mirov li ber sulava xendeyên derewîn bi rondikên xwe bifetise, li ber
derya kenên sexte bi kurmê xemgîniyê birize, li nav bihara xeyalên
beravêtî, bi bayê çileyê zivistanê biqerise û her kêliyê ji nû ve
di konê xwe de sêwî bikeve, mirov ji hebûna xwe jî biyanî dikeve. Belê
em kurd in, lê ma em bi çiyê xwe serbilind in? Em kurd in, lê ma em yên
xwe ne? Ka
em binêrin li nav cîhanê giþtî, çend milet weke me mane. Ku em xwediyê
aleyeke yekgirtî nînin, em xwedî siyaseteke yekgirtî nînin, em xwedî
armanceke yekgirtî nînin, em xwedî aboriyeke yekgirtî nînin û her wiha
em hîn nebûne neteweyek yekgirtî jî. Ji lewra em hîn weke þujinan di
nava çavên hev re diçin. Ji
bo me xwebûn giyane, tekoþîne, jiyane, hebûne. Ji xwe biyanîbûn ji holê
rabûne, nebûne û qedîne. Ji bo me wateya biyanîbûnê nexwebûne, ji
xwe revîne. Ji lewre zimanê xelkê bi me þêrîne, li ber çavan xwîna
xelkê ji ya me germîne. Nirxê mirovên biyanî ji yên me bi xwe çar qatîne.
Lewma em li ser ziblê xwe ji xwe razîne, li ser kulavê xelkê stûxwar û
serî tewandî ne, weke mirîþka per rûçikandîne. Divê
em destpêkê vê yekê bizanibin ku her em ji xwe dûr bikevin û çavên
me li derve bin emê ji xwe biyanî bin. Her ku em biyanîbin emê lewaz
bin, her ku em lewaz bin emê pêxwarina ser sifreya zordaran bin. Hindek wê
me bi çekên kîmyewî, li kolanên Helepçeyan goþtê zarokên me bixwin,
hindek wê bi guleyên serxwoþ li jêrzemînên Amedan tevî badenoþan xwîna
zarokên me vexwin û wê hindek jî li sînemayên Amûdan xwe li ber agirê
laþê zarokên me germ bikin. Ji
bo me wateya ji xwe biyanîbûnê mirine, heta em nebin ên xwe þensê jiyînê
ji bo me qet tu nîne. Ne
bi qetek destkeftiyên siyasî, ne jî bi teqlîtkirina tu kesî. Divê em
bi rengê xwe, bi dengê xwe, bi rabûn û rûniþtina xwe, bi nirxdayîna
nirxên xwe; bi parastina manewiyata xwe, hezkirina ji mirovên xwe û xwedîderketina
li çand û dîroka xwe ve bibin ên xwe û ji xwe biyanî nekevin!! Ji
bo wê yek siyaset, yek armanc, yek ale, yek aborî û yek netew!! Aþkeraye
li gor xelkê wateya jixwebiyanîbûnê çi dibe bila bibe, lê ji bo me tûnebûne,
wendabûne û qedîne.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org