|
KABOSA
ZAROKÊN ZOZANÎ Nusret
Kurt Em ji riya axîn a bitoz dadigerin, piþtî çend gavên
di ser gihayê zerîn ê ziwa re, em dikevin nava mêrgeke þîn. Em nû ji
neqeba Sînênê qetiyane, li pêþberî me bi hemû semyanî û rewneqiya
xwe ve lûtkeyê Zagrosê Dalampêr rawestiya ye. Li rasta me Kelaþîn, li
çepa me Þekîf. Lolanê xwe di geliyê kûr de dirêj kiriye, hilmeke dilþewat
jê bilind dibe. Mêrg bi qandî sehayeke gogê þîn û fireh e. Li
teniþta mêrgê reþmaleke ji mûyê bizinan hatiye hûnîn ku bi çar aliyê
wê bi singan ve hatiye þidandin ji piyan e. Ji kela dilê mirovên dilþewat
weke tayekî zirav dûkel ji koçik bilind dibe. Sê zarok bi cil û bergên
ji hev qetiyayî û gemarokî, bi awirên pirskar û þermok û bi dilên
hezkar û tirsok me pêþwazî dikin. Zarokekî ku di temenên þeþ –
heft salî –ku ezê piþtre hîn bibin navê wî Ferman e- xwe diavêje
himbêza me û li ser hev û bênavber dipirse, “heval ma dê top werin?
heval ma dê topan li me bidin? Heval hun dê me biparêzin? Þewat weke bizota agir xwe di dil û hinava me de diçîne.
Laþê me ji serî hetanî binî ditewize. Barê laþ li ser kabokan giran
dibe û gav xwe ji bîra dikin. Pîreke ji xeman por werandî û ji barê jîna
jandar piþt xwar me vedixwîne hundirê reþmalê. Ferman her xwe bi me ve
asê kiriye û her dipirse, “heval ma dê balafirên tirkan werin?” Pîra Nêrgiz me li ser kulavê hirî dide rûniþtin.
Hundirê reþmalê hindekî belav e, lê hênîk e. Ferman bi her du hevalên
xwe ve, xwe dispêre hebûna me û weke zilamên gewre çarmêrgî li kêleka
me rûdine. Çav li me ye hema her bizava me diþopîne û ji ber dike. Dilê
me bi ser Ferman ve dimîne û em ji pîra Nêrgiz dipirsin. -Dayê çima Ferman wisa ji topên Îranê tirsiya
ye? Bi vê pirsê re pîra Nêrgiz kesereke kûr ji hinavên
xwe dikiþîne, çavên wê yên westa li kela girîn diqelibin û ji me re
serpêhatiya Ferman dibêje. Kurê min, rast ji beriya vê bi þeþ salan, di
rojeke wisa ya Gelawêjî de, hîna Fermanê min yek salî bû, reþmalên
me li Kendekola hatibûn vegirtin. Em bi hewayê zozanan a geþ dil bi xweþî
ji xewa sibehan þiyar bûn kurê min. Hew me dît çar termxwarên mezin bi
dengên xwe yên tirsnak li ser serê me digerin. Kurê min me firsenda revê
nedît. Rondik li ser hinarokên westa yên pîra Nêrgiz rêz
dibin, bi kefa destên xwe yên terikî rondikan dadimale û didomîne. Kurê
min van termxwaran ji tirsa xwedê dûr dest bi reþandina bombe û guleyan
kirin. Xwînên jin, zarok û pîran tevlî ya mî û berxan kirin. Kurê
min puþê zêrîn a zozanên me bi xwîna mirovên me sor bû. Bêhna goþtê
þewitî yê mirovan stunên pozan hilweþandin. Hemû reþmalên me þewitandin
û parçe parçe li hawirdor belav kirin. Kurê min vêca Fermanê min di himbêza diya xwe de
bû. Dema ku parçeyên bombeyan bedena dayika Fermanê min ji hev qelaþtin,
Fermanê min ji himbêza dayika xwe firiya. Bavê wî xwest xwe bigihînî
kurê min, ew jî negihiþtî, ji xwe di destpêkê de xwiþka xwe wenda
kiribû. Kurê min Fermanê min li erdê bi qajîn û qêrîn bi girî behicî.
Di êrîþa bêyom de gelek meriv û cîranên me
qetil kirin, kurê min Fermanê min him bavê xwe, him dayika xwe û him jî
xwîþka xwe wenda kir. Ma di destên min bextereþê de, lewma kurê min
top û balafir kabosa Fermanên min in. Gelek þevan bi qarîn ji xewan þiyar
dibe. Dema dengê topan an jî ya balafiran tê Fermanê min ji tirsan
dibehice. Erê kurê min derdê me kurdan pir in, bi gotinan ve
bi dawî nabin. Ka hele hun bi xêr hatine kurê min rewþa we çawane,
heval silamet in inþallah? Dilê min di qefesa xwe de hilnayê, çavên min bi
rondikên þor ve diþewitin. Lewma ji aliyekî ve bersiva pîra Nêrgiz
didim. “hun saxbin dayê kêfa hevalan li cih e û silamet in.” Ji
aliyekî ve jî serê Ferman didim ser singê xwe û dixwazim bi germahiya
xwe ve birînên wî bikewînim. Lê gengaz nabe. Pîra Nêrgiz pirsên xwe
didomîne, “kurê min wê rojê topên Îranê tu tiþt ji hevalan nekirin
ne wisa?” “Na dayê heval silamet in, tu tiþt nebûye lê gundiyekî
rojhilatî hatiye kuþtin û hindek merên (pez) gundiyan hatine kuþtin.”
Ferman dikeve navberê û dipirse, “heval ma dê dîsa
biavêjin?” Ez Ferman ji dil berhemêz dikim û dibêjim, “na Ferman êdî
navêjin, dê êdî qet top bi ser te de neyên.” Lê dizanim ku dê dîsa
werin û dê hîna gelek Fermanan biafrînin li ser van axan. Hemû sêwî,
hemû birîndar û hemû xwedî kabosên dijwar. |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org