|
KENÊ
ME DALEQANDIN Nusret
Kurt Jiyan, li ser sînorê ken û girîn dimeþe. Jiyan, bi dubendiya afirandin û tunekirinê ve xwe dubarekirineke bêsînor e. Di dawa xwe de dilxweþî û xemgîniyê dike du cêwiyên yeksan. Geh bi kenînê þad dibe, geh bi axînê diþewite. Jiyan weke siwariya hespê rewan e, ger mirov zengiyên wê baþ biþîdîne û hevsarê wê ji dest bernede, dikare biajo ku dera mirov dixwaze. Lê mirov zengî sist hiþt û hevsar ji destan revand wê demê ew mirov direvîne û geh li teraþan û geh jî li keviran diqelibîne, hetanî ku mirov ji ser piþta xwe þerpeze diavêje erdê. Em weke kal û dapîrên xwe di sînorên hebûn û tunebûnê de jiyanê bi destên terikî diafrînin. Di dawa me de þaristaniyên kenînê þîn hatin û çilmisîn. Lewma barê milên me bi qandî giraniya Kelaþînê giran e û bi qandî bayê havînê yê zozanên Zagrosan tenik û sivik e. Dil di qefesa singa dîroka kulek de geh kêvroþka pereng e, geh finda bêdeng e, geh sûlava þox û þeng e û geh babelîska bêreng e. Di berbanga dîrokeke bi xwe nehesî de tovên kenê me ketin dilê axa mezra botan. Di bihareke tazî û bêkefen de ji malzaroya axê vejiya. Bû cemre û kete dilê axê, geh bû gulistan dil mestkirin, geh bû gor û dil þewitandin. Bû cemre û kete hinava avê, herikî, geh bû zelalkanî jîn piþkivandin, geh bû lehî temen talankirin. Bû cemre û kete baskên hewayê, geh bi bayêtenik, dil û rûyê hezkaran mist da, geh bû babelîsk hêvî li ber xwe birin. Ji me re dibêjin çêlikên Mezra Botan. Li ser eniya me bi daxa soj afirandêrên þaristaniyan kolan e. Lewma bi qandî temenê dîrokê, rihên kenên me kûr in. Lewma bi qandî devê þûran keserêntûj in em û bi rejneyên xwînî þîniyan bi ser me de dibarînin. Di berbangeke mijînî de bi ure ura guran û þîqe þîqe þûran ve kenê ser lêvan desteserkirin û girîn kirin diyariya çavên me. Lewma li ser hinarokên me Ferat û Dîcle xembar û bi zarîn in. Lewma li ser singê me gola Wanê þor û kefîn e. Hîna sêdarên kenê me li taxan ji piyan in camêrno! Em mexdurên dilsafiya xwe û xweþhaliya xwe ne. Lewma tîr ji singê me kêm nabin û þûr ji eniya me nayên xwar. Li seriyê her quncikê kêmînên talanker me pêþwazî dikin. Girîn weke mijeke bêreng xwe li temenê me dipêçe, her roj dibe keser û axîn, her roj dibe xemdarî qarîn. Hîna berbang li benda me ne ku rabin reqsa ken û bi tîqe tîqan ve rûzemînê dagrin. Lê îro ji daristanên me, bi destikên me û ji darên me ji me re sêdarên darvekirinê amade dikin. Ne yek, ne du, ne deh, yekê ji dîroka me re, yekê ji zimanê me re, yekê ji çanda me re, yekê kenê me re û ya din jî ji hebûna me re. Termê kenê me bi darve riziya mêrno! Xwenenas her roj fortên xwe diavêjin ser me û weke genimê nav destar her roj hebûna me dihêrin. Lewma her roj li ber termê kenê me girîn þax didin û weke brûskên payizan di çavên me de diþerqin. Kenê me daleqandin birano, ma kenê me ji cîhaneke girînkar ne hêjatir e. Li þûna ku em temenekî bi girînê ve dagrin û her roj li ber sêdaran bigerin, bila tenê rojeke me hebe, ew jî tenê kenîn be. Lewma divê em ji cihê xwe hilperin û biqêrin. Kî dikare kenê me talan bike û li ser taxên biyanî daleqîne loo! Ew bizrê me ye îro li çiyan deng vedide. Bi qetîn û çirandina perdeya mija girînê ve emê xwe bigihînin roja kenînê.! Û emê jiyanê di sînorê girînê de bi kenînê bixemlînin. |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org