|
Kongireya þeþem ya Navenda PENa Kurd pîroz be Nusret KurtHevalên hêja, xwîþk û
birayên birûmet
Di pêvajoyeke wisa girîng a tekoþîna rizgariya gelê kurd de, bêguman weke rewþenbîrên kurd her wiha her saziyeke kurd jî xwedî roleke mezin û giranbiha ye. Weke hemû heval û endamên me yên Pena Kurd jî diþopînin. Di destpêkê de li bakurê welat her wiha li çar parçeyên Kurdistanê gelê kurd bi êrîþên tund, çewisandin, înkarkirin û îþkenceyan ve rûbirû maye. Ez wisa dihizirim ku divê di her kombûna rewþenbîr û welatperwerên kurd de ev rastî li ber çavan werin girtin û li gor wê jî ji bo berjewendiyên gelê kurd û hemû gelên bira yên Mezopotamyayê tev were gerîn. Hevalên hêja di vê pêvajoyê de ji her demê zêdetir pêwîstiya me û gelê me bi helwesteke yekgirtî ya netewî heye. Di vê xalê de weke ku berê jî di vê mijarê de rewþenbirên kurd ji gelê xwe re pêþengtî kirine, divê îro jî em bi giþtî weke endam û dilxwazên Pena Kurd yekgirtina netewa kurd ji xwe re bikin armanca bingehîn û li gor wê tekoþînê bidin meþandin. Weke Pena Kurd hetanî roja îro di vê çerçoveyê de gelek gav hatine avêtin û xebat hatine kirin, lê divê ji vê û pê ve bi taybet bi coþa kongreya þeþem ve ev yek pêhtir derbikeve pêþ. Hevalên hêja di pêvajoyeke wisa de we Kongreya Þeþem a Pena Kurd pêk anî. Ev yek ji bo rewþengeriya kurd xebateke pîroz û bêhempa ye. Kêm be jî me hindekî þopand, bi taybet em bi biryarên weke xwerêxistina Penê ya li çar parçeyên Kurdistanê gelekî dilxweþ bûn. Li ser vê yekê ez hemû endam û rêveberên Pena Kurd pîroz dikim ku Kongreyeke wisa pêk anîn. Ez hêvîdarim dê di demên pêþ de di çerçoveya biryarên vê kongreyê de Pena Kurd ji bo gelê Kurd giþtî karên serkeftî û mezin bide meþandin. Bi vê daxwaziyê ve careke din kongreya þeþem a Pena Kurd pîroz dikim û ji hemû endamên wê re serkeftinê dixwazim. Bijî yekîtiya Gelê Kurd! Bijî kongreya þeþem a Pena Kurd! Bi silav û hezkirinên kurdperwerî û dostane ve Nusret Kurt
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org