LI PEY MAMOSTAYÊ PEYVAN: MEHMED UZUN

 

Zagros Rihayî

 

 

Oxir be birayê min, oxir be mamostayê peyvên evînî û mirovperwerîye. Axa te fireh u cihê te behiþt be.

Tu jî bêwext koçber bûyî û ketî ser rêya hevriyên xwe yên nemir, wek xanîye mezin , Feqîyê Teyran, elîyê herîrî, Qadirê koyî ûwd.

Li pêy te dewsalê xewla xwe rapêça û payizê xewgiyaniyan xwe raxist. Roja xendeyên geþ gezkirin, ewran xwe li asoya mezro botan pêça û ezmanê vî welatî tev bi hev re giryan. Li pey te peyva stuxwar ketin, hevok bê xend man, di pênûsan de ximav cîkiyan û raman kurdî sêwî ket.

Li pey te zor lal ketin, awaz ker bûn, hizir herifîn û zorî rê xwe li hendefan werkir. Li pey te evîn birîndar ketin, hest bêgefin man û dil bûn êtûna janan.

Birayo, di hindek kêliyên jiyanê de peyv bê wate dimînin û nikarin hêza vegotina hestan raber bikin . di zanim niha bixwazim çi qas wateyan li van peyvên xwerû bor bikim jî, ezê mezinahî, dil sozî, evîndarî û qedirgirania te nikarîbun rawe bikime dîsa jî diwê were zanîn ku her netew xwedî nirxên giranbiha ne, ku tu caran nayên jibîrkirin . ev nirx belesebeb dernakevin grastê, bê guman  ji bo gihandina vê yekê gelek ked û kiryarî divên û her wiha berhem.

Keko, bu jî bi ked, kesayet, sekin, helwest, hewl û berhemên xwe yên jib o milete xwe kurdan û jib o cîhana wêjeyê afirandî ne buyî nirxedî giranbiha ya netewa kurd û hemû cîhana wêjeyê. Bi vê boneyê piþtî oxira te, hemû miletê kurd û cîhana wêjeya navnetewî re girêdan û ji çavên xewgên lehî yên rondidan rabino bû wê boreya weke vî canî hemû evîndarên wêjeya Kurdî dest avêtin pênusan û hevok bi banvê te xemilandin.

Bêwext bû, kekê min bê xwest bû!hîna me dê di siya evînê de weke memduh selîm degan evinên nu yên azad û kurdewar bi afirandibane. Ew dê hîna bi hawara dîcleyê re bibana hevalê gotinbêj û war bi war li kurdistane bigeryana. Me dê di dilên kurdan û hemû gelên mezopotamiya de bi roniyên mina Evînê, tarîyên mina mirinê kuþtibana û di her dilekî de evîneke serkeftî vejandiba. Me dê bi bîra qederê careke din careke din qedera hemi kurdan dahurandiba û li rondikên giryê rewþên xanimê de herê serkeftina celadet began biçandiba. Emê hîn bi hev re gihiþtibana çej û tama dengê evdalê zeynebêe û me dê rewneqî, mezinahîya dewlemendiya dengbêjiya kurdî ji nu ve kifþ bikra.

Keko piþtî te werejday careke din hejiya, amed careke  birîndar bû û kurd careke din weran bûn. Weke vî canî hemû rêheval û hezkarên te care din sêwî ketin . axin bûn posa dilan û weke rejneyên payizan dostên te firmêsk borandin. Zora kurdî girya, wêjeya kurdî girya, rewþenbîriya kurdî giriyan , her wiha yek bi yek peyvên kurdî jî li ser mamostayê xwe giriyan.

Oxir be mamostayê hêja, rewzkarê eþqê û evînê, hozanê dilên birîndar, þanazîya kurdan, oxir be ji te re!!

Li pey te, li çiyan berfa spî barî, quling koçberbûn ji vî warî, daristanên þîn pel weþandin, kiras ji ber kirin û tazî xwe spatin bayê jibîrkirnê, ji germahîya kenê te dûr, di mista seqemên dijwar de kerizîn. Li pey te rêz  bi rêz dêlindêz hatin lidorxin, ji rengê evîna te kesk, sor û zer al hatin hejandin û qurz bi qurz gulên welate te hatin çandin, hemû þilêr , nêrgiz û sosin, hemû þilan , hevlawk û lîlan.

Tu buyî mîrê dilê helbestvanan û tu bi raweya herî xemlîn hatî pesinandin.Tu buyî þahê dilê nivîseran û tu bi pexþa herî wêjeyî hatî wesifandin. Te muha xwe li wêjevaniya kurdi da, rûpeleke nû di romana kurdî de vekir . Te navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka gelê xwe de nivîsand, jî, lewre tu ketî dilê hemû kurdan.

Oxir be birayê ezîz, bi ked, azar, behremendî, berhem, û afranderiya te ya giranbiha, ev gel weke qedirgiranên bêriya te, tu caran te ji bîra nake, tuyê her dem di dilan de bijî. Tuyê her dem bibî çavkaniya hêza nivîserwarîn û rewþenbîya rast û serketî ji bo me.

Oxir be, birûmetê mezin. Bila cihê te biheþtbe, dil û giyana te rihet be.

 

 

18 kewçer 2007

Zagroz Rihayî

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org