MA QEDEXEYA ZIMAN JÎ DIBE?

Nusret Kurt

 

Ev der tirkiye, li vê derê çiqas gel dijîn bila bijîn, çiqas ziman hene bila hebin, lê tenê zimanê divê ji devan were bihîstin divê tirkî be. Hemû zimanên din tune ne, yan jî qedexe ne, dibe ku mirov ji xwe bipirse gelo ma zimanê dayîka mirov dikare li zarok were qedexekirin? Belê, ev der tirkiye û zarok nikare bi zimanê ku ji dayîka xwe hîn bûye bi dayîka xwe re biaxive.

Tê bîra min dema ez hîna zarok bûm û min cara yekem dest bi dibistanê kir, (ne zêde, yek – du dehsalan berê) wiha ji min re hate gotin: “ji vê û pê ve divê di her cih û warê jiyanê de hun neçarin bi zimanê tirkî biaxivin.” Mamoste rabû çend kes jî peywirdar kirin û jê re wiha got, “ez we peywirdar dikim, çavên xwe bigerînin, guhên xwe miç bikin, her kesî biþopînin, we dît kî/ê bi diya xwe re, bi bavê xwe re, yanî bi hemû derûdora xwe re bi kurdî xeber da navên wan binivsînin û bînin ji min re” ezê belengaz çi diqewimiya min nedizanî. Lê her ev pirs di hiþên min de diçû û dihat, “ma ezê niha çawa bi dayîka xwe re bi tirkî xeber bidim an jî ezê çawa bi pîrika xwe re xeber bidim (ji ber wan bi tirkî nedizanîn.)” Ez çûm mala xwe min fermana mamoste ji diya xwe re got, ku divê êdî ez bi wê re bi kurdî xeber nedim, diya min belengazê dixwaze ji min re bibêje ku divê ez taþteya bavê xwe bibim nava zewiyê ku bavê min li wir cotkar e. Lê belengazê dike û nake nikare bi min bide fêmkirin vê yekê. Ez neçar mam wê demê fermana mamoste ji bîra bikim û bi diya xwe re bi kurdî xeber bidim. Lê ez bêþensim ku di heman demê de zarokekî peywirdarê mamoste dengê min bihîst û hema bi hewayeke serkeftînêr li kaxiza xwe ya qetyayî bi tîpên xwar û mar navê min nivîsand. Min zêde bal nedayê, lê dema roja paþ ez çûm dibistanê min wê demê cîdiyeta fermana mamoste dît. Navên me yên ku em bi kurdî axivîbûn yek bi yek xwend û em li pêþiya hemû zarokan civandin. Dema çavên min li çavên mamoste ketin kela girî di hundirê min de rabû û dilopeke rondik xwe ji çavên min berda, piþtî ku þopa xwe li ser hinarokên min xîz kir lêvên min bi aveke þor þil bû.

Hiþ û eqlê min tevlîhev bûn, min nedizanî em çi bibêjim û bersiveyeke çawa bidim pirsa mamoste ya “tu çima bi diya xwe re bi kurdî axivî?” ez bêdeng mam, min hemû guman, pirs û bersiv di hundirê xwe de hiþtin û min destên xwe li ber darê mamoste vekir. Kefa destên min du caran bi derbeyên çoyê mamoste þewitiyan û jan dan. Min serê xwe kir ber xwe û ez çûm di cihê xwe de rûniþtim. Lê ji wê rojê û pê ve ew jana kefên min her di hundirê xwe de hîs dikim. A ku di hundirê min de hilnedihat, xwerina lêdanê ya ji bo axaftina bi dayîka xwe re bû. Min her tim xwest ez bersiva van pirsan bidim. “gelo ma çawa dibe ku ez ji ber bi diya xwe re xeber bidim lêdanê bixwum? Ma çawa dibe ku zimanê dayîka min hîne min kiriye li min were qedexekirin? Ma ev yek gengaz e? Ez piþtî salên dûvdirêj fêrbûm, belê ev der tirkiye û ev yek gengaz e. Li vî welatî ji bo axaftina bi zimanê dayîkê mirov him lêdanê dixwe, mirov him di dadgehan de tê darezîn û him jî ji ber vê yekê ji mafên xwe mehrûm tê hiþtin, tê kuþtin.

Di roja me îro de jî (yanî di sedsala 21. de) her roj li vî welatî behsa azadiyên mafan, behsa mafên mirovan, behsa azadiyên rengan, demokrasiyên bêsînor, dadwerî ûhw. Tê kirin. Lê mixabin dîsa jî ji ber di nivisên nivîskarên me de tîpa “w” derbas dibe derdikevin pêþberî dadgehan. Dîsa zimanê kurdî nayê nasîn, mafê fêrbûna zarokan a zimanê dayikê tê astengkirin. li gel hemû tecrît, bêheqî û bêdadiyan, li ser rêberê me qedexeya axaftina bi zimanê kurdî tê anîn.

Jana kefa min hîn di dilê min de zindî ye, lê êdî ez hînbûm ev der tirkiye û weke her tiþtî “qedexeya li ser zimanê dayikê jî gengaz e.”

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org