MA ZIMANHEZÎ NIJADPERESTÎ YE?

Nusret Kurt

 

Di baweriya Elewîtiyê de gotineke wisa heye; “yê ku eslê xwe înkar bike heramzade ye.” Ez jî wiha dibêjim, “ger mirov ji nirxên xwe û ji derûdora xwe hez neke nikare ji tu nirxên mirovahiyê hez bike.” Mirov bi qandî ku ji nirxên xwe û ji derûdora xwe hez bike, bi wateyeke dîtir bi qandî ku ji jiyanê hez bike, dikare ji nirxên dîtir ên mirovahiyê jî hez bike, nirx bide û li hember wan rêzdar be.

Di van demên dawiyê de gelek kes me bi nîjadperestiyê ve tawanbar dikin. Her kes di nêrîna xwe de azad e, lê em werin ser sedema vê nîjadperestiyê. Em ji ber ku mafê xwe yê serbestbûna ziman dixwazin, dixwazin bi zimanê xwe, xwe îfade bikin û dixwazin bi zimanê xwe nirxên kurdî bînin ziman, em bi vê tawanbariyê ve rû bi rû dimînin. Baþe gelo ez dipirsim, ên ku vê tawanê li ser me bar dikin, ka bi xwe çi dikin?

Bêguman em ji nirxên xwe hez dikin, em ji nasname û zimanê xwe hez dikin, ev sedemên me yên jêneger ên jiyanî ne, ger em ji van nirxan hez nekin, em nikarin jiyanê watedar bikin, ma qey li gor we jiyan bi çi nirxan xwedî nirx e? Lê em bi van nêrînan ve tu caran hebûna xwe û nirxên xwe li ser nirxên tu kesên dîtir re nagrin. Çawa em li hember nirxên wan rêzdar in, em dixwazin ku ew jî li hember nirxên me rêzdar bin. Ger ev daxwaz li gor pîvanên nîjadperestiyê bin, ew kesên xwedî van rexneyan mafdar in, lê divê xwe jî li gor van pîvanan binirxînin.

Bi salên dirêj zimanê me hate qedexekirin, me ji ber axivîna bi zimanê xwe gelek lêdan xwar, di vê rêke de gelek nivîskar û rewþenbîrên me jiyana xwe di dest dan. Gelek peyv û gotinên zimanê me hatin dizîn û tunekirin. Heke em niha dixwazin îro vî zimanî bi kar bînin, pêþ ve bibin û bigihînin asteke bilind ku gelê me her kes bi zimanê xwe biaxive, em zimanê tu kesî dîtir piçuk nabînin û piþtçav nakin, lê zimanê ku hatiye tunekirin divê ku ji nû ve zindî bibe. Ev yek ne nêzîkatiyeke nîjadperestî, nêzîkatiyeke þayanê pesnandinê ye. Ger mirov ji zimanê xwe hezneke û zimanê xwe nikaribe baþ bi kar bîne, ma dikare wate bide zimanên dîtir. Lê heke tu bi zimanê xwe nizanibî û rabî behsa nirxan bikî, ma dê kî te cidî bigre?

Ziman sedema herî bingehîn û giranbiha ya netewan e, bi taybet ji bo neteweke weke Kurdan ku bi salan bi mêtîngerî û qedexeyan ve rû bi rû maye, ev yek pêtir nirxdartir dibe. Weke gotina Elewiyan heke em ji zimanê xwe hez nekin, em heramzade ne, heke em îro ji zimanê xwe hez nekin û lê xwedî dernekevin nifþên me yên pêþerojê tu caran li me naborin. Lê divê em baþ bizanibin ku zimanhezî, çandhezî û li xwe vegerîn tu caran ne nîjadperestî ye. Kesên ku vê yekê wisa dinirxînin divê careke din xwe di ber çavan re derbas bikin û li xwe mukir werin ku ew ji xwe biyanî ne.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org