|
NAME
Ez, dîsan
di ser porê te re
Rojê dioxirînim piþta çiyan Rojeke din
xwe diqedîne bêyî te. Temeneke
din kêm dibe
Ji giyana min. Ez hîna di
dêlindêzên êvarê de
Bi hewiþên veþartî
Te bi bîr tînim. Ez dixwazim
bi kenê te
Hesretan biþkînim Bi hevokên
evînî
Helbestan bihûnim Bi bêhna
çiyan
Nameyan birêsînim. Bêyî peyv
bedewiya kenê te
Bipesnînim. Tevlî parçeyek
dil
Ji te re biþînim. Ez dîsan
li pêþ awirên te
Asoyan tune dikim
Li ber tariyên êvara Careke din
pêlên bayê baþur
Beyî te hinava min dicemidîne Dilopek xwîna
din diqerise
Li nav rihên min. Weke fêrbûyîneke
tahm xweþ
Dêlindêz xwe dubare dike. Ez dixwazim
bi awirên te
Dûrbiyanan biqetînim Bi peyvên
hezkirinî
Destanan li hev bînim. Bi tahma
biharan rêze nivîsan
Binexþînim. Bêyî
gotin
Bedewiya çavên te bipesnînim Di kevala
dil de
Ji te re biweþînim. Hîv nû
dibe kevan Hîna pak
in asîman Ez li benda
hilavêtina te me stêra min Dê zû
bike
Lez ramuse çavên min Hesretan biþkîne Dûrbûyînan
biqetîne Da ku di
tariya êvaran de
Bi tîpen ji rengê te (zêrîn)
Di paytexta dil de
Te binivisînim. Bikim name
û ji te re
Biþînim. |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org