NAV Û NAVEROK

 

Nusret Kurt

 

Li gor min, di van demên dawiyê de em weke gel di nava xwexapadineke kûr de ne. Li gor demên berê hindek tiþt berovajî bûne. Bêguman divê gelek tiþtên kevin li gor nûbûnê werin guherîn; ev yek asayî ye. Lê ya here nexwþ ew e, dema mirov bixweze nû bibe ya kevin ji bîra bike. Weke çi? Ma weke ne çi ye ku? Mesele berê navê me hemûyan bi Erebî yan jî Tirkî bûn, yanî weke navên Mihemed, Mistefa, Ehmed, Kemal, Fatme, Emîne ûhw. Lê ez bala we bikþînim. Navê me bi Erebî yan jî Tirkî bû, lê naveroka me misoger Kurdî bû. Ji ber kesên xwedî navên Mihemed û Fatme dizanîn weke zimanê fermî bi Erebî yan jî Tirkî biaxifin, lê weke naverok, puxte û cewher misoger xwedî reseniyeke Kurdî bûn. Li mala xwe bi dayik û bavên xwe re bi Kurdî xeber didan, bi Kurdî dihizirîn û diramiyan. Bi Kurdî difikirîn û bi Kurdî tevdigeriyan. Yanî çiqas weke nav Ereb bûya, di puxteya xwe de misoger Kurd bû. Ji reseniya Kurdan hez dikir, ji her tiþtî bêhna reseniya Kurdî dihat, ji ber ku puxte bi Kurdî bû. Mînak: Muzîka Kurdî çiqas hatiba qedexekirin, bi hemû hewlan ew didît û guhdar dikir. Lê niha?

Bêguman niha dem û dewran pêþve çûye; tê gotin, em di serdema teknîkê de dijîn. Weke gelek tiþtan nav û naveroka me jî hatiye guhertin. Li gel van hemû guhertinan bêguman navên me jî hatin guhertin, Mihemed, Mistefa û Ehmed vegeriyan bûn Bager, Piling û Þêr. Emîne, Fatme û Eyþê jî veguheriyan bûn Jiyan, Adar û Hêlîn. Lê li vê sosretiyê temaþe bikin ku naverok jî hate guhertin. Heya kesî ji navê xwe nîne, Bager xwe “Firtina” dizane, Piling xwe “Kaplan” nasdike, Jiyan xwe “Yaþam” dizane, Adar xwe “Mart” nas dike. Yanî dewran berovajî veguheriya. Nav û naverokê cihê xwe bi hev guhertin. Ez nabêjim berê baþ bû û divê em her weke berê bimînin, lê xweziya me navê xwe bi naveroka xwe re neguherta. Me reseniya hizir û fikra xwe bi teþeyê ve neguherta. Her guherîn li mirov nayê. Ez bawer im, ev guhertina di vî alî de jî zêde li me nehat. Xweziya me nav û naveroka xwe li gor reseniya xwe li hev bianiya. Dema me navê zarokê xwe Nêrgiz lê kir, xweziya me bi bihara zimanê xwe binexþanda. Dema me navê xwe Bahoz lê kir, xweziya me bi zimanê xwe fîtik lê bida.

Hevalên hêja! Hûn dizanin, her þitil li ser koka xwe bejin berdide. Bahozên me li asîmanên biyanî li fîtîkan nadin û nalêyîzin. Nêrgizên me li axên biyanî bejinbilind û bêhnxweþ nabin. Werin em dev ji navên biyanî û naverokên rizî berdin û bila nav jî, naverok jî yê me bi xwe be. Ka binêrin, em dê çawa pê dilxweþ bibin. Weke ku em bi xwe bi navên biyaniyan ne xwedî þarezayiyên awarte ne û ji xwe zêdetir ne giran in, zarokên me jî bi naveroka biyaniyan ne delaltir in, ne pêþveçûyîtir in û çêtir in. Lê heke ew zarok bi nav û naverok bibe, yek wê demê bêtir delal dibin, qeþeng dibin, pêþve diçin û em bêtir hezkar dibin. Bila Kurdiya me ji hemû pêþveçûyinan paþvetir nemîne.

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org