|
PÊÞVEÇÛYÎNA WÊJEYA KURDÎ Nusret Kurt Bêguman ji zimanekî qedexe û hatiye çewisîn, ji zimanekî parçebûyî û hatiye jibîrakirin, ji zimanekî wêran û talanbûyî, ji zimanekî þikestî û herifî di vê astê de afirandina nirxeke giranbiha ya wêjeyî gelekî zehmet e. Li gel hemû rexne û kêmaniyên wêjevanên me yên kurdî, bêguman gelek nirxên hêjayî pesinandinê û qedirgiran hene. Her çiqas zimanê me bi salan e ji ber qedexe û çewisînan bi kar nehatiye û bi tunebûnê re (ji aliyê nivîskî ve) rû bi rû maye jî, her çiqas li gel evqas hewl û kedên mezin asteke yekbûnê negirtiye û parçe parçe maye jî, her çiqas di warê bikaranîna zimanê wêjeyî de em xwedî gelek kêmanî û nebesî bin jî, dîsa ji ber ku rexmî evqas neyîniyan ev zimanê dewlemend, kevnar û bedew ji piyan maye û niha bi awayekî lez bi pêþ dikeve em þanaz in. Bêguman di vê mijarê de dema em kêmaniyên hev bibînin, emê hev rexne bikin, ji bo ku em bikaribin nirxên bedewtir biafrînin, zimanê xwe xurtir bikin û wêjeya kurdî di asteke navnetewî de bigihînin asteke pesindariyê. Lê dema em li nirxên giranbiha rast werin jî emê hev bipesnînin. Bêguman dê ev yek jî ji bo pêþvebirina ziman û wêjeya kurdî be. Niha di roja me ya îroyîn de her çiqas hindek kes bibêjin bi zimanê kurdî wêje nayê kirin jî yan wêjevanên kurdî bi gelek tawanên nêrast tawanbar bikin jî. Dîsa gelek zimanhez û wêjehezên kurdî dest diavêjin pênûsê û dixwazin wêjegeriya kurdî bikin. Bila bikin, bila her kese/a ku karibe û xwedî þarezayiye divê vê yekê bike, dê xwendevan bi xwe nivîskarên xwe hilbijêrin. Ji ber ku niha di vê serdemê de bi rastî pêwîstiya zimanê kurdî bi vê yekê heye. Ji bo ku ziman û wêjeya kurdî rabe ji piyan û riya xwe ya rast û çalak binase ev yek pêwîst e. Lê ji kerema xwe em ji nivisên ku zimanê me yê delal neþêrîn dikin xwe bidin alî. Bêguman her gotareke bi zimanê kurdî xwedî nirxeke giranbihaye, lê bi navê ku ez kurdî dinivisînim an jî wêjeya kurdî dikim, hindek caran zimanê me yê delal tê riswakirin. Em tu kes hîna di mijara zimanê kurdî û wêjeya kurdî de çar bi çar an jî têr nînin, lê divê em bizanibin ku kesên nû xwe fêrî ev zimanê bedew dikin nivîs û gotarên nivîskarên me ji xwe re esas digrin. Lewma her yek ji me xwedî peywireke giran e ku em bi hev re di vê mijarê de gelê xwe ronî bikin û kesên nû hînî zimanê kurdî dibin rast bidin hînkirin. Di roja me ya îro de rexmî astengî û bêderfetiyan wêjeya zimanê kurdî gihiþtiye qonaxeke diyar. Di vê mijarê de gelek zimanzan û wêjevanên me xwedî kedên mezin in. Ez hêvîdarim ev ked û hewlên mezin her ku biçin dê mezintir û dorfirehtir bibin. Ji bo danasîna gihiþtina asta wêjeya kurdî dixwazim ji we re mînakekê bidim. Di ev rojên dawiyê de min pirtûka dîwan (berhemên giþtî) a birêz ehmed husêynî xwend. Bi rastî jî di warê gihiþtina asta wêjeya kurdî de gelekî þanaz bûm. Birêz ehmed husêynî di ev diwana xwe de zimanê kurdî wisa bi pisporaneyî li hev hunandiye ku mirov li ber mest dimîne û bi dewlemendiya zimanê kurdî serbilind û berz dibe. Ji bo ev berhema ku te ji zimanê kurdî re daye qezenckirin destên te xweþ birêz husêynî. Ez hêvîdarim tu her serkeftî bî. Her wiha di vî milî de gelek nivîskarên me yên hêja û qedirgiran xwedî berhem û kedên mezin in. Ehmed husêynî tenê mînakek e. Di pêvajoyeke ku behsa qedîna wêjeya kurdî têyî kirin de afirandina berhemên giranbiha, bêþik þayanê pesindayîne ne. Ez wisa bawer dikim ku li ser hîm û esasên rast dê zimanê kurdî yekgirtina xwe ya payebilind bigre û berhemên xwe yên qedirgiran bide afirandin. Ji ber vê yekê, li gel hemû kêm û kurtiyan bêrawestan divê em bikevin nava hewlên afirandina berhemên qedirgiran ên zimanê kurdî. Ji bo dahatûyên zexm û þanaz peywira her nivîskarekî kurd ev e.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org