QENCO

 Nusret Kurt

 

Çawa tu dikarî ji bîra bikî?

Mil bi mil þerê me,

Di rejneya guleyan de

Gêrandina singê xwe

û

Çeperkirina laþê xwe.

Lê ji nîv ve parvekirina

   qetek nanê ziwa?

Dema em di behra kenan de

     difetisiyan

Birîna kîjan þûrê tûj

       dikarî qêrînên me dabeþ bike.

Dema rondikên min tevlî axê bûn

Ê ku serê xwe datanî ser milên min

û bi min re girîn parve dikir

Ma ne tu bûyî?

   

Ji demsalan bihar bû, biharek kesk û biharek xweþrengîn, hema em bibêjin ku beriya dawiya biharê bû. Biharê hemû xweþî, bedewî û dewlemendiyên xwe bexþê rûyêerdê kiribû. Xweza þên bû, giyanewer, zindî bûn, ziktêr bûn û piþtrast bûn. Xemil û nexþa biharê bêemsal bû, dîmen û nîgara biharê bêhempa bû. Jiyan xweþ bû, bicoþ bû, rewneq bû û semyan bû. Jiyan weke ku rika mirinê bike bi dilþahî didomiya. Li goristanê zêde kes neciviyabûn, tenê çend zilamên bêkar û þixul û çend jinên xêrxwaz hebûn. Hindek rû ziwa bûn, hiþk bûn, tu wate di nav kûrahiyên xetên xwe de nediderbirandin, jixwe hemû rû bi xetên nediyar ve hatibûn dagirtin. Çavan þahiya germiya biharê talox kiribûn, hindek çav ziwa bûn, weke rûyê kevirê li ber gorê, hindek çav þil bûn mîna axa nû kolandî. Awir kûr bûn, awir þêlû bûn, awir xemsar bûn. Þahiya biharê bûyerek dilsoj di nav dilê xwe de diqewimand, dîmenek bêtam li ser dilê xwe yê þên dihewand.

Deng, ji tu kesî dernediket. Her alî bêdeng bû, her alî bipêlên xembariyê ve hatibû pêçan. Tu kesî li ser te bigiriya tune bû, tu kesên li ser gora te hêsir weþandina tune bûn. Ne dayikek çavþil, ne bavek xemgîn, ne birayek dilsoj û ne jî xwiþkek çav birondik. Di nav koma mirovan de tu bi tenê mabûyî, tu kesî, tu nas nedikirî, tu kesî navê te nedizanî. Tu kes ji dil ve bi te re nekeniyabû. Her car awirên te di rûyê diwarên ziwa de diþikestin, her car nêrînên te di rûyê bendên fermî de diqetiyan. Li ser diwarê goristanê bayê þînê digobiliya, mirov serî tewandî bûn, lê dîsa jî hindek kesên ku bi zimanê xwe nedikarîn û ji bêdengiyê li ber teqînê bûn, di ber xwe de devê wan dilepitî û dikirin pistepist, dikirin niçeniç. Cêwîkên biharê dûr firiyabûn, li ser lat û rizdeyên beramber kewan nedixwend, bi ser hendefa jêrê re teyr û baz nedifiriyan. Tenê çend qijikên kirêt û bêar li derûdorê diyar dibûn. Qijikan bêhna mirinê kiribûn, bêhna þînê kiribûn û li ser asîmanê gorê bi dengên xwe yên çîz û ecêb bêdengiya li nav gorê xerab dikirin û dêlindêza hewîþa mirinê aloz dikirin. Lê qijik bi dengên xwe yên çîz di xema tu kesî de nebûn, ew bi xwe ji xwe re vala vala diqêriyan û gazî dikirin. Di nav tama xweþiya bihara rengîn de tu kesî zêde xem û êþa mirina te nedikiþand, hindek li benda bi dawîbûna dêlindêza veþartina termê te bûn û hindek jî li ser dibetiyên pîlanên xwe yên dahatûyê diponijiyan. Ev dêlindêzek jirêzê bû, ketûber bû, her xêrxwazî ji ber xwe ve di meþîna rêka te ya dawiyê de bi te re hevalbendî kiribûn û hetanî gorê meþiyabûn. Ji ber xatirê bîranînên derbasbûyî, ji ber rêza ji termê mirî re. Li ber awirên çavên te yên bêwate di nav demek kurt û kin de, laþê te yê bêgiyan hatibû binaxkirin, di nav mistên axê de hatibû veþartin. Pir lez kulmên axê bi ser te de dagerandibûn, temaþeya termê te yê dawî ji nîvî ve hatibû birîn. Kes bi te re mijûl nedibû, hema ax bi ser te de dagerandin, çavên te ji xemla biharê qetandin û laþê te jî di nav dilê axê de veþartin. Tu niha bibûyî ax, ji hemû ev erdê cîhanê li para te bostek axa þil û sar ketibû. Ferþek li ber serê te danan û gotin ‘ev serê wî ye’ ferþek li ber lingên te danan gotin ‘ev lingên wî ne.’ Li ser gorê navê te nekolan, gora te bênav ma, hetanî ev þênî çend caran di vê derê re borîbana dê gotibana ‘va ye ev gora hanê gora filan kesî ye.’ Piþtî çend biharên dîtir dê gihayê þîn xwe li gora te sipartiba û dê nîþan û nasîna gora te jî ji holê rakiriba. Yanî tuyê bibûyayî kulmek ax, ma kî kulmek ax dikare bide nasîn û nîþandan? Jixwe hemû dinê bi kulmên axê ve dagirtine. Piþtî bidawîbûna dêlindêza gora te, þêniya heyî yek bi yek, du bi du di deriyê goristanê re derketin û di nav kêlistana goran de tu bi tenê hiþtin. Te bi çavên xwe hemû mirov yek bi yek oxirandin, destên xwe ji hemûyan re hejand, lê tu kesî tu nedîtî, tu kesî tu nebihîstî.

Li vegera ji goristanê jî, mijara sereke ya rojeva mirovan tu bûyî. Tu jî wek giyan û rihê bêlaþ bi wan re dimeþiyayî û te li wan guhdarî dikir. Her kesî bîranînên xwe yên bi te re dianîn ser zimên, nasekî te yê bejinkurt û gilover wiha digot:

“Bi xwedê cînar rihma xwedê lê be, filankes zilamekî pir qenc û mêrxas bû.”

Ê dîtir bersiva cînarê xwe lê divegerand, ev nasekî te yê pir nêz bû, lê di nav temenê xwe de tu caran te bi wî re li hev nekiribû û wî tu carî ji te hez nekiribû:

“Wele cînar bi rastî jî wisa bû, rihmetî peyayekî pir xêrxwaz û baþ û rind bû, bi hevaltiya xwe camêr bû û gelekî jî mêrxas bû.”

Dema te ev gotin guhdarî kirin, rûyê te tirþ û tal bû, dilê te li hev ket û te bi xwe ji xwe re got: “Gelo ev çi derewên qerase û vala ne? Hey hawara te bikim xwedêyo! Ma kesê ji sibê hetanî êvarê ji min gazin dikirin û neçêyiya min dixwestin ne ev zilam bûn? Hey rihma te mezin e rebiyo ev mirov çawa di nav deqeyekê de hatin guhertin? Wele karekî sosret û ecêb e.

Yekî dîtir xwe di ber her du cînaran re dikir û bi dengekî bilind û stûr:

“Hey hey cîhan! Ez bi serê rebê alemê bikim ku filankes mêrekî pir çê û merxas bû.”

Tu li hember van gotin û peyvan, çiqas sosret mabî jî, wisa diyar bû ku nirxa te piþtî mirina te hatibû fêmkirin û eþkere bibû. Lê te wek bênaviya xwe baþ zanîbû ku, ev ne rast in û tenê galgal û derewên cînaran in. Di nav hemû salên temenê te de tu kesî, tu caran û bi tu teþeyî pesnê te nedabû û çêyiya te neanîbû ser zimên. Ji bo tu bi çêyî, qencî û baþiya xwe tê bigihîjî diviyabû ku tu li benda vê rojê bimabayî. Di dawiya dawî de çêyiya te di goristanê de hatibû ser zimên. Qenciya te li te pîroz be, zilamê çê, baþ, rind û qenc. Ma ev yek rast bû? Heke ev yek rast be bila çavên te ronî bin!

Mirov hebûnek wisa ye ku li gor her rewþê dikare xwe dibin rûpoþekî de vebiþêre, lê mixabin weke ku her destpêkek bidawî ye, bi demê re rûpoþa li ser rûyê mirovan dikeve û rûyê mirovan ê rast eþkere dibe. Ji ber ku mirov her dem bi xwe re di nav nakokiyan de ne, her hewla wan zêde ye û xwedî lêgerînên bêsînor in. Di pêvajoya lêgerîn û eþkerekirina nakokiya hundirê xwe de, tu sînoran nas nakin û viyana giyanewerên xwezayê piþtçav dikin. Weke ku mirov li hember xwe nerast û çê ne, li hember derûdora xwe jî her dem biguman in. Ev guman weke sînorê bielxem û stirî dikeve nav têkilî, pêwendî û danûstandina mirovan. Di nava tevahiya hemû temenê te de mirovên ku li lingên te dixistin û her roj xêrnexwaziya te dikirin, niha di vegera ji goristanê de behsa çêyî û qenciya te dikirin. Tu li xwe heyirî mabûyî, gelo ma te ev gotin þaþ þîrove dikirin an jî, van mirovan pir eþkere ji hev re durûtiyên xwe mukir dianîn. Zilamê ku li ser miriþkekê çeka xwe ya gule dagirtî bi ser te de dikiþand û li heft gundan xêrnexwaziya te dikir, niha qenciya te dianî ser zimên. Xerîb bû, pir xerîb bû.

Hawirdor bi tama bêhna nêrgizên çiya hatibû dagirtin. Çavikên gûzan nû biþkivîbûn, rêvazan nêrikê xwe yên serîsor ji nav pelên pan û fire hilavêtibûn. Lavlavkên kovî xwe li bedena rezê li qurmê gûzê pêçayî pêçandibû, bi rengên xwe yên gewr û binefþî xemla biharê dewlemend dikirin. Çemê dolê bibû rîtma senfoniya strana biharê. Bayê tenik û nermik bi þîlanên ber çem re ketibû nav reqsek serxweþiyê, xwe li beden û pelên þîlanên biþemal dipêça, xwe di nav pelan de digerand û her aliyê þîlanê bi peroþmendiya xwe dilerizand. Pirpirok li nav deryaya çîçekan derketibûn seyranê, bi hebûna xwe ve xemla xwezayê dewlemendtir dikirin û bi temaþeyên xwe, dilê mirovên xembar þên û peroþmend dikirin. Mêþ her di tevgera çêkirina hingivê biharê de bûn. Gul bi gul digeriyan, kom bi kom diciviyan û bêrawestan dixebitiyan. Mêþ bibûn azweriya hewla jiyanê. Jiyan ketibû nav pêlên çemê biniya goristanê û bêrawestan, bênavber diherikî, jixwebawer, jixwebiewle. Çiyayê jora te hê kofiya spî ji serê xwe danexistibû, kirasê þîn pir xweþ lê dihat, bi ser de diçû û ew dibedewand. Çiya kalê mala xwezaya te bû, ji ber barê hezarê salan piþt xwar bû, qilûs bû û tewiyabû. Çiya bejnûbala dola jêr bû, çiya serbilindiya geliyên kûr bû û çiya qeþengiya deþta dûr bû.

Piþtî tu li mirina xwe mukir hatî, niha rengê jiyanê bi te bêtir xweþ û balkêþ dihat. Çi tiþt qewimiyabû ku, te di nav tevahiya temenê xwe de bedewî û xweþiya jiyanê kifþ nekiribû û bi çoþa biharê nehesiyabûyî. Lê te vê gavê bihîstibû ku, tu zilamekî qenc î. Gelo ma te çi kiribû ku ji te re digotin peyayê qenc? Te çend dîl gihîþtandibûn felatê? Te çend girtî rizgar kiribûn? Te çend avahî ava kiribûn? Te çend hewîþ ji bo xwedayê mezin xwendibûn? Te çend zarok dilþad kiribûn? Bi xwedê yek jî nayê bîra te, lê ma ne cînarê te yê gilover jî digot, filankes mêrekî qenc e. Ma heke tu qenc bûyayî, çima ew dema ku tu di ber palê de ziman ziwa bibûyî û lêvên te qeliþiyabûn, çima cînarê gilover dilopek av bi devê te de nekiribû? Ma tu wê demê jî ne zilamekî qenc bûyî? Haa.. ji vê yekê, tenê yek wate derdiket holê ku, tu piþtî mirina xwe bûyî peyayekî baþ. Ne xem e, çawa be di dawiyê de cewherê nirxa te fêm kirin û li xwe mukir hatin ku tu jî zilamekî qenc î.

Li ber dijwariya roniyê her dem sî tarî dimînin. Tava roja biharê bi hemû tîn germiya xwe bi ser axa gora te de dikeliya. Hilma þilêkiya axê bi ser gora te re difûriya, giyana te bi xwe re hildigirt û derdiket asîmanên þîn û pak. Giyana te li ser piþta hilma axê bibû wek kêþtiya li nav deryayek bêdawî û diçelqiya. Her ku tu bilind dibûyî û ji rûyêerdê dûr diketî þînahiya biharê bi te bêtir rengîn dihat û jiyan bi te bêtir xweþtir dihat. Te heyfa xwe bi nenirxandina temenê kurt û zirav dianî û rûyê te yê spî bi pêlên xembariyê dihate dagirtin. Þêniyên ku bi mûnasebeta mirina te li nav goristanê civiyabûn, niha nediyar bû, lê gotin, peyv û hevokên li ser qenciya te hatibûn û dihatin gotin, wek ala nexþandî bi ser kêla gora te re li ba dibûn. Filankes zilamekî pir baþ e, -na wele derew e-, filankes peyayekî pir qenc e, -na bi xwedê nerast e. Filankes camêrekî pir çê ye, -na, na bi hezar û sed carî ev jî nerast e-, hemû derew in, ma çima di nav temenê min ê kurt û jandar de tu kesî behsa çêyiya min nekir, her kesî kêmasiyên min ji xwe re kiribûn bênîþtê devan û her roj dicûtin. Her bizava min a di nav jiyanê de qulb û qelek pê ve dikirin û her bi wir ve û bi vir ve dikiþkiþandin. Niha tên ji min re dibêjin peyayê çê, gelo heke tiþtê çê ne çalakbûn û zindîbûn be, ma termê min ê bêgiyan çê ye? Ji bo xatirê xwedê gelê gundî û cînaran, hemû kesên ku di zindîweriya min de li ser min nifir dibarandin bila her nifirên xwe bidomînin. Ezê vê yekê wek camêrî û mêrxasiya we binirxînim, wek merdiya we binirxînim. Heke hun berevajiya van peyvan tiþtekî bibêjin (jixwe gotin) dê ji ber xwe ve durûtî û nerastbûna we derbikeve holê û li rasta erdê eþkere bibe. Ez di bextê we de me, min tawanbar bikin, gilî bikin, lê nepesinînin, bi her nifir û giliyên we, ezê bêtir mezin bibim û dê hun jî piçûk bibin. Lê dê ev bibe danîþana rizgarbûna we ya ji xafiliyê û durûtiyê. Lê heke hun min bipesînin, hun dê her di nav du rûtî û nerastiyan de bifetisin. Ez bigorî we me, li min nifiran bikin! Nifiran bikin! Min ji vê tengezariya jandar rizgar bikim, an jî ez dê bifetisim! Ez dê bixeniqim!

Xwezaya mirov, roja ku agir bi dest xist û bû serdestê jiyanê, ji ber bêhêçaniya xwe gelek nirxên xwe di nav pêlên agir de dan þewitandin û tune kirin. Mirovê ku ji takekesiyê, bikombûnê bû xwedîhêz, bi hêza agirê dijwar re, kom ji hev belav dibû û dîsa bi serê xwe dima, her ku bi serê xwe dima dîn dibû, har dibû û bi agirê destê xwe her alî diþewitand. Dil diþewitand, kezeb diþewitand, laþ diþewitand, giyan diþewitand, mirov diþewitand û nirx diþewitand. Cewher û puxteya hezkirina mirovan bi parçeyên kaxiz û hesinan ve hate guhertin.

Ji ber ku kaxiz û hesinên te tune bûn, nirxa te jî wenda bibû, tu kesî rêka xwe bi mala te nedixist, tu kesî cotek gotinên xweþ ji te re li hev nedianî. Te dawiya temenê xwe di nav koxikek nîvþehitî de derbas kir, tu caran zike te bi xwarina germ têr nebû. Tu kes bi te nedihesiya, agahiya tu kesî ji te tune bû. Encax bi mirina te re tu ketibûyî bîra hawirdora nabihîse û ker. Hesta ezezî û takekesiya malkambax, an nirx û rûmeta mirovahiyê ji holê rakiribûn an jî tune kiribûn. Mirovan, li hember rûxîna nirxa mirovahiyê þiyarbûna xwe ji bîra kiribûn. Ji rewþ û dirûva mirovan bêpêwendî mabûn. Her kes li xwe heyirîbû, tu kesî xwe li te nedikir xwedî, kesî merxasiyên te nedipesandin. Tu kesî zîrekiyên ciwaniya te bi bîr nedianîn. Tu pîrek bûyî, ji hal ketibûyî, bêkes bûyî û xîzan bûyî. Lê tu li ber bayê felekê ne serî tewandî bûyî, tu her biþanaz bûyî û bixawên bûyî. Dîsa jî Felekê çerxa xwe li te berevajî gerandibû, bi rondikên te çem þor diherikî, bi qandî ku tu jiyabûyî tu bi tenê mabûyî. Bi qandî ku tu jiyabûyî te xem kiþandibûn, elem kiþandibûn. Tu kes li te nepirsîbû û rêka xwe bi te nedixist. Li gor te ji kiþandina êþ û eleman wêdetir te tu tiþt li rûyêerdê nekiribû, lê niha ji te re digotin zilamê qenc, gelo ev yek nakokiya jiyanê bû, an jî durûtiya cînarên te bû?

Pêlên bayê tenik û zirav tu li ser asîmanên jorê digerandin, geh bi rastê ve geh bi çepê ve tu didan ber xwe û digerandin. Cîhan ji te ve piçûk dihat, te bi xwe ji xwe dipirsî “gelo ma ez çawa di ev cîhana piçûk de hilhatim?” cîhan ji te re teng dihat, kêm dihat û piçûk dihat. Weke kuna derziyê bû, te dixwest ku tu þêniya biniya xwe pê bihesînî, te qîr diavêtên; hey mêriko, hey jinikê! Hun çawa di vê cîhanê de bi cî dibin? Lê kesî dengê te nedikir, kesî tu nedibihîstî, haya kesî ji te tune bû.

Niha êdî tu ji wan biyanî bûyî, tu ne ji wan bûyî û ji wan xerîb bibûyî. Dengê te nedikirin, ji zimanê te fêm nedikirin û te nas nedikirin. Tu ne hebûnek ji wan bûyî, lê dîsa jî wan tu zilamekî qenc dizanî, lê ya sosret ew bû ku te tu tiþtekî qenc nekiribû, an ev xaleke berevajiya jiyanê bû, an jî derewên cînarên te bûn.

Bîranînên jiyana te bi bîra te diketin, te çi çêyî û xirabî kiribûn, tu çêyiyên te nedihatin bîra te, lê xerabiyên te gelek bûn, bi rastî gelek bûn, bêjimar bûn, bêhesab bûn. Te pir dil þikênandibûn, te pir dil þewitandibûn, te qesta gelek giyaneweran kiribû. Kî dizanê çend mîro di bin piyê te de perçiqiyabûn, kî dizane çend tayên þîn bi destên te hatibûn çinîn. Te tu rojên xweþ di ev cîhana demî de nedîtibûn, lê ji bo tu xweþiyê bi dest bixî, te çi hewl dabûn? Te çi kiribû? Te bi destê kîjan xîzanî girtibû û rûyê wî kenandibû? Te çend peyv bi zarokekî dabûn fêr kirin? Te çend tînî têr av kiribûn? Te çend birçî têr kiribûn? Te çend dil xweþ kiribûn? Te çend pêxwas û tazî bi cil kiribûn? Rebê alemîn þahid û dîtbar e ku, te yek jî ne kir, lê tu her peyayê qenc bûyî. Ma ev dadwerî bû? Ma ev mafdarî bû? Hey xwedê, hê di dema jiyîna te de, yekî ji te re bigota tu peyayekî qenc î, misoger te ew xweþ pêþwazî bikira û tuyê ji wan gotinên wan dilxweþ bûyayî.

Lê niha ev gotin ji te pir bêwate dihatin, weke xwe xapandinekê bûn, weke dereweke xweþ û binexþ bûn. Niha her gava jiyana te, bi te wek demboriyek vala dihat, demboriyek hatî þewitandin, demboriyek hatî wendakirin. Di vê demê de te temenek qedand, te evînek cilmisand, te jiyanek sotand. Lê ma hê ez çi bibêjim te? Mixabin tu hê jî zilamê qenc bûyî.

Kêla ji kevirê mermer stûxwar bû, bi tenê mabû û xemgîn bû. Hemû kendal û hendefên di dirêjahiya jiyan û temenê te de li pêþiya te bûn xendek û nehiþtin tu jê derbas bibî, niha di bin kêla gora te de tune bibûn. Hemû êþ û elemên di kurtiya temenê te de bibûn mij û li serê te hatibûn pêçan, niha di bin axa tirba te de wenda bibûn. Êdî tu azad bûyî, tu gihîþtibûyî felata xwe, ew azadiya ku te di rêka wê de temen qedand, ew felata ku te di oxira wê de jiyan bidawî kir. Te got kesî guhdarî nekir, te pexþand kesî nexwend, te nexþand kesî lê temaþe nekir. Yekî got, ev dîn e! Yekî got, vî mejiyê xwe xwariye! Yekî got, ev serxweþ e! Her kesî rûyê xwe ji te vegerand, piþt re jî gotin ev peyayekî qenc bû, -derew e, derew e!..

Hindekan tu bi mêrkujiyê tawanbar kirin, hindekan tu bi nerastiyê sucdar kirin, hindekan jî gotin ev xayînê welat e!.. Dema tu di dadgeha xweguhertina mecbûriyê de darezandin, hemû þênî û niþteciyên gund li hev civandin, li pêþ þênî, tu ji piyan rawestandin û guneh li ser te barandin. Her kesî þûrê xwe kiþandibû, wek þovalyeyên xiristiyanan, wek mûcahidên misilmanan. Yekî rast lê dixist ê dîtir çep vedigerand. Yekî li dûv yekî tîr diavêtin, yekî li dûv yekî gule dibarandin û wek rêþiyên kefiyê li dûv hev rêz kirin;

“Ev tawanbar e, ji ber ku li hember xweguhertina pergalê li ber xwe dide.”

“Ev xwedî wilfa serxwebûnê ye, divê bê cezakirin.”

“Ev azadîxwaz e.”

“Ev mirovhez e.”

“Ev têkoþînvanê demokrasiyê ye.”

“Ev ji pergala me nerazî ye.”

“Ev wisa ye, ev wisa ye, vî darezînin kesayeta wî bikujin, vî jî bikin yekî weke me, divê ev jî yek ji me be, divê ev tevlî me bibe, bi me re be!”

Lê te her li ber xwe dida:

“Na! Na! Ez nabim weke we, ez bi we re nabim yek, hun berjewendîxwaz in, hun nerast in, hun durû ne! Ez nabim yekî weke we, nabim, nabim! Ez di bextê we de me, min weke xwe nekin, min ji xwe re nekin heval! Lê her wan israr dikir ku, te jî mîna xwe bikin, bikin yek ji xwe. Her li hember te biguman bûn, her li hember te þikdar bûn. Lê tu li ser rêka xwe bûyî û te tiþtên rast didîtin pêk dianîn. Rihspiyan xwe ji ber te veþartin, jinan zarok bi hebûna te tirsandin û ew xapandin. Bi zimanê devikên ber dîwara ji te re ferman xwendin û bi awirên çavbeloq tu ji piya þêlandin. Tu di nav dilopên xwînê de fetisandin. Her roj bi dehan xençer di singê te de diçikandin, lê tu kesî negot ka ev çi xwîn û ev çi birîn e. Her ew li ber dilê te þîrîn bûn, binirx bûn, birêz bûn. Ew sedema têkoþîna te bûn, ew sedema êþ kêþana te bûn, êþkêþana ku tu serberz û serbilind dikirî. Bi qandî direjahiya temenê xwe te têkoþîn kir, her gav û her heyama te têkoþîn bû, navê jiyana te bi xwe têkoþîn bû. Têkoþîna sotîner, têkoþîna dijwar, têkoþîna jandar, têkoþîna xweþ û têkoþîna biþanaz. De ka were li ev rasteqîna jandar binerê ku, niha tu miriyekî bêgiyan bûyî, li ser asîmanên þîn li cîhanê temaþe dikir. Dengê gotinên ‘bi xwedê zilamekî qenc bû’ di guhên te de diçûn û dihatin, belkî xwendevan jî wisa bihizirin, lê te baþ dizanî bû ku, ev gotin ne maf û heqê te bûn.

Tu niha ber bi stêra Keywan (Satûrn) ve difiriyayî, Keywan stêra rêveberiya te bû, di nav temenê te de jiyana te stêra Keywan bi rê ve dibir, niha jî tu diçûyî nav baskên wê. Ê ku jiyana te weke xewnekê da borandin ew stêr bû. Ê ku jiyana te bi kendal û hendefan, bi xweþî û xeman dagirtibû, ew stêr bû. Tuyê gaveke dîtir bi vê stêrê re rû bi rû mabanayî. Te nedizanî ka tuyê bigirî an jî bikenî. Tu xemgîn dibûyî, te bîra bihara cîhanê dikir, lê niha tenê tu giyan bûyî, giyanek bêwar, giyanek bênasname û giyanek bênav. Weke li ser rûyê cîhanê, rebiyo xwedêyo ma çi ma tu bênasname hiþtibûyî? Ma qê ji bo nasnameya te kaxiz xelas bibûn. Rojekê nebû miraz û nesîbê te ku, tu nasnameyekê di nav destên xwe de bigrî û biqêrî:

“Va ye ev nasnameya min e! Ev nasnameya min e! Ez jî xwedî nasname me!..”

Lê tu caran tu bi vî dengî neqîriyabûyî, di nav dirêjahiya temenê te de tu her bênasname mabûyî, bênasname geriyabûyî, tu car nebû qismetê te ku tu van gotinan li dûv hev rêz bikî:

“Navê min filankes e... Ez ji filan cihî me... Karê min ev e...”

Na, na tu dem û heyaman tu bi ev gotinên avsûndar þa nebûyî. Navê te ji te hatibû dizîn, tu bênav bûyî. Temenê te bi lêgerîna aramiyê ve derbas bibû, lê ne te aramî ditibû, ne jî nasname bi dest xistibû. Hêviyan temenê te xwaribûn, di dawiyê de laþê te kiribûn mistek ax û giyana te jî radestî Keywanê kiribûn. Keywan mezinê te bû, Keywan serdestê jîna te bû, lê tu rojan li te xwedî derneket û ji rûyê te re nekeniya. Hey çarenûs heke dada te ev be, ez te nas nakim, lê tu dereng mabûyî, te nedikarî xwe ji çeperên çarenûsê rizgar bikî, çarenûsê tu fetisandibûyî, çarenûsê tu qedandibûyî. Heke te çiqas bi vê hestê bawer nekiribe jî, te hêza beralîkirina pêþveçûna jiyana xwe nekarîbû nîþan bidî. Di dawiyê de her tu lewaz ketibûyî, tu nirx li paþ xwe nehiþtibûyî û ketibûyî bin pêlên tariya gorê. Te xwezî bi rojên zaroktiya dilpak dianî, te xwezî bi rojên ciwaniya bicoþ dianî, te xwezî bi rojên xweseriya xwe dianî, lê hemû niha riziyabûn, pûç bûn û bibûn bîranîn. Niha temenek di tariyên rabirdûyê de wenda bibû, çi pênûsan tu nenivisandibûn, çi pirtûkan tu di nav xûbara rûpelên xwe de neveþartibûn. Tenê yek þop li dûv te mabû, ew jî kêla mermerê spî ya li ser gora te bû. Li teniþta wê jî þopa dengê gotina “merê qenc”, lê ev ne rast bû, derewek ji gotinên zêde yên ser zimanê mirovan bû.

Kesî li ser termê te rondik nebarandin, yek strana ji devê bilbilê ser rizdeyê jor veniþtiye, li ser çûyîna te dilorand, yek jî awaza ji zimanê mêþa li ser pelê þîlana ber çem, li ser çûyîna te diqêriya. Yek hawara çivîka li ser çiqilê dara gûzê veniþtiye bi çûyîna te xemgîn bû, yek jî mîroyan li ser bîranîna te dêlindêzên fermî çêkirin û di nav kolanên çiyan de meþên þînê li dar xistin. Guran êþên xwe ji roniya hêviyan re vegotin û bi xemdariyên xwe nalîn. Di nav agirê þewata dil de dûpiþkan ji qehran re jiyan li xwe herimandin, bi jahra xwe, xwe kuþtin. Quling ji miþextiyan venegeriyan. Pirpirokan bihar protesto kirin û encax heft rojan ji jiyanê tebatî kirin. Laleyên zozanan ji ber jana çûyîna te serî tewandin, Gulberojan, xeynî rojê, serê xwe ji hebûnên dîtir vegerandin û li kesî temaþe nekirin. Di dawiyê de biharê ji þerma re rengê xwe veguhert, fîstanê xwe yê kesk bi kirasê zer ê çilmisî re guhert. Ji qehran ziwa bû, hiþk bû û hemû bedewiya xwe wenda kir. Dengê kenê te û dilxweþiya te ya biharan hê di hendefên çik de dihate bihîstin û li ser paniya latan dubare dibû. Axê hê þopên lingên te li ser singê xwe hildigirt. Hê dewsa te ji ser reweneyan neçûbûn, hê dengê kilamên te di nav milên bayê de zindî bûn, bihêz bûn û guh ker dikirin. Hîn bêhna te ji ber deriyê malê neçûbû. Tu parçayek ji xwezayê bûyî, her wisa bûyî, tuyê her wisa jî bimayî, lê tu êdî nezindî bûyî, tenê kulmek ax bûyî. Wek axê paqij bûyî, wek axê jiyanî bûyî, wek axê birûmet bûyî. Tu bibûyî hebûnek razmend, tu bibûyî hebûnek nepenî, tu bibûyî hebûnek tecirmanî. Li ser rûyê cîhanê, di nav temenê xwe de, te li gor çemk û rêgezên xwe tu çêyî û baþî nekiribûn, xwedî tu felat û nasname nebûyî, lê cînarên te ji te re digotin ‘zilamê çê, peyayê baþ, merê qenc û rind.’ An ev mukir hatina fêmkirina nirxa te bû, an jî ev hemû derew bûn, ev hemû nerastî bûn. A girîng ew bû ku, te ev rastî dizanî û li gor rastiyan tev digeriyayî. Ji te çûbû, lê niha tu ji wan bipirse, “gelî heval û cînaran ma hun qenc bûn an jî xerab bûn?” Te bi xwe nedikarî vê pirsê bibersivînî, ya rast ew bû ku, her kes vê pirsê ji xwe bike û bi xwe bibersivîne. Her kes bersiva xwe bide ku bila piþt re kes bi bersivên cînarên xwe teng nebe. Va ye pirs ev e, dê ji kerema xwe re hun bibersivînin.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org