RESENÎ Û WERGER
Nusret Kurt
Zimanên gelên bindest çiqas xwedî hêz û kok bin jî, misoger ji her alî ve ji zimanê serdestan bi bandor dibin. Lê rexmî hemû bandoriyan ziman tu caran qalibê xwe û reseniya xwe wenda nake. Ji ber ku zêde nayê bikaranîn hindekî lewaz mabe, lê cewaziya xwe her dem diparêze. Em mînaka xwe li ser zimanê kurdî bînin ziman. Niha zimanê kurdî di pêvajoya rabûnê de ye. Gelek kes bi zimanê kurdî re mijûl dibin, bêrexne ev mijûlahiyeke giranbiha ye. Gelek kes xwedî nêrînên cewaz in, bila her kes weke xwe bike, lê di dawiyê de her em dê bigihên encamêkê û zimanê kurdî standard bikin. Lê di nava vê xebat û mijûlahiyê de tu mafê kesî nîne ku reseniya zimanê me piþtçav bike û li gor zimanê serdestan bi teþe bike. Niha gelek kes dibêjin ku em bi zimanê kurdî nivîsandinê dikin, lê dibe ku peyvên kurdî li dûv hev werin rêzkirin, baþ e, tu kesî qet vaca ziman lêpirsîn kiriye. Weke ku her zimanek bi serê xwe xwedî pîvan û vacekê ye, zimanê kurdî jî, bêyî pîvan û bêyî vac nîne. Ji kerema xwe hindekî em li ser vê xalê rawestin.
Niha li ser zimanê kurdî gelek nîqaþ û guftugo hene, bila hebin, ev ji bo pêþvexistina ziman gelekî girîng e. Gelek ji me di rastnivîsê de xwedî kêmanî ne jî, dê hebin, wê ev bi demê re ji holê rabin û sererast bibin. Lê xeteriya ez dibînim çi ye? Zimanê me weke li ser rûpelê, di nava hizir û raman de jî gelekî bi ber bayê wergerê dikeve. Yanî ya em rast bi rast ji rûpelê tiþtên bi zimanên din (Tirkî, Erebî) hatine nivîsandin werdigerînin, an jî em di hizir de bi zimanekî dîtir hevokê saz dikin û werdigerînin kurdî. Bêguman gelek jî ji me, nivisên ji zimanên din werdigerînin û weke berhemeke xwe ya kurdî xwe dipesnînin. Bêguman divê ji zimanên dîtir jî berhemên giranbiha werin wergerandin, lê divê ev yek weke kurdî neyê destnîþan kirin, ji ber ku reseniya wê berhemê ne kurdî ye. Û ev yek jî hêjayê pesindayînê nîne. Ji kerema xwe em li reseniya xwe vegerin, tu mafê me yê ku em dahatûyên xwe þaþ fêr bikin nîne.
Hin xalên din, gelek hevalên me derdikevin dibêjin em dê wêjeya kurdî bikin û dest diavêjin pênûsê. Radibin îdia dikin ku dê bi zimanên biyaniyan wêjeya kurdî bikin. Ger ev yek henek be ez dê bikenim, lê ji ber ku rast e ez digirîm. Min di nîvîseke xwe ya din de jî vegotibû ku “tu kes nikare bi hestiyê piþta kesekî dîtir ji piyan bimîne”. Her kes bi zimanê xwe wêjeya xwe dike. Ger bi zimanên biyanî wêje hatiba kirin çima, Goethe bi îngîlîzî wêjeya Almanî nekir, çima Tolstoy bi Almanî wêjeya Rûsî nekir an jî çima Sheaksper bi zimanekî biyanî nekir. Ev mînak nîþane me didin ku mirov bi bextê xelkê nabe xwedî text. Lê çima hîna hindek kes radibin çîrokan vedibêjin. Heke dê wêjeya kurdî were kirin, bila zimanê kurdî bi xwe be, ji ber ku serpêhatiyên kurdan encax bi zimanê kurdî wate dibînin û resen dibin. Reseniya zimanê kurdî bê nîqaþ e. Ji kerema xwe em vê reseniyê piþtçav nekin.
Ez daxwez dikim ku her kesê dixweze wêjeya kurdî bike û di vê derbarê de xwedî tevger e, li ser van xalên jorîn hiþyar be. Weke din jî divê hemû nivîskar û wêjevanên kurd vê reseniya zimanê kurdî biparêzin. Ev peywireke dîrokî ye û divê em li vê peywirê xwedî derbikevin.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org