ROJA BÊYÎ TE NE ROJA MÝN E

 

Nusret Kurt, 27. 04. 2005 

 

Rojeke din bi dawî dikim

            Û diqedînim ji dansala

                        Temenê xwe

 

Kabos û karesat

Yekê ji xwe re dikim dilminî

Yekê jî dikim mirad

Her dem û kat

Li bêtebûyînê dikevim

Hesret bi ser min de dirûxe

Parî bi parî goþtê laþê xwe

                        Dixwim

 

Nikarim birçîbûna hesreta te

                        Rabikim

Dilop bi dilop xwîna rihên xwe

                        Vedixwim

Nikarim tîniya hesreta te biþkînim

Dibim penaberê jiyanê

            Û di quntara hebûna te de

                        Konê aramiyê vedigrim

 

Hizir û raman

Nema dibin niþtecihê

            Tax û kolanên van hiþ û eqlan

Hemû bûne rêwî

Û ketine þop û rêka bîranînan

Rojeke din xwe di demsala

            Jiyana min de bi dawî dike

Bi çewisandin

Bi tewixandin

Roja bêyî te ne roja min e!!

 

Rojeke din diqetînim

            Û diweþînim

                        Ji rûpela danroja temenê xwe

 

Tofan û xopan

Yek ji min re dibe sebir

Yek jî dibe malovan

Tenêbûn xwe li min digerîne

Dibe talanger

Dibe mêtîngerê ev jîna min

Ta bi ta porê serê xwe diwerînim

Nikarim dûrbûnê ji holê rakim

            Û biqedînim

 

Gav bi gav dihelim

            Û tune dibim

Lê nikarim bêtebûnê biþehitînim

            Û birûxînim

Rojeke din diqedînim bêyî te

Rojeke din xwe ji bihara temenê min

            Bar dike û diçe

Bi çespandin

Bi dewisandin

Roja bêyî te ne roja min e!!

Heke bipirsin çima?

Ezê bibêjim;

            Ez bi te re heme!!!

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org