Rola Wêjeya Devkî di Hebûna Kurdan de û Rewþa Îro -II-

 

Nusret Kurt

 

Li Kurdistanê piþtî çandeke kûr a denbêjiyê û çîrokbêjiyê bi þûn ve, bi pêþveçûyîna teknîkê re êdî gelek hînkariyên Kurdan ber bi lewaziyê ve diçin, an jî hindek nirxên me yên civakî berbi helandinê ve diçin. Mînak dema berê di nava kurdan de civat kom dibûn û klam dihatin gotin, çîrok dihatin vegotin. Hema her þev di gelek civatên cewaz de bi dorê civatgeran didan ber hev û klam distran, serpêhatî û çîrok vedigotin. Lê niha ji ber ku teknîk ketiye her maleke kurd ew kevneþopiyên berê jî bi bîrbûnê re rûbirû mane. Dengên dengbêjan nizm bûne, gelek çîrokên ku bi “çi hebû çi tunebû” dest pê dikirin ji bîr bûne. Lê ya sosret ew e ku vê yekê gelek nirxên giranbiha yên kurdan jî dane jibîrakirin.

Her çiqas di van heyamên dawiyê de hewleke ji piya girtina çanda dengbêjiyê hebe jî, lê êdî ev azîneya girîng namîne û bingeh a wêjeya kurdî dihele. Bi her nifþê nû re bêhtir lawaz dikeve.

Bêguman di lawazketina vê yekê de nêzîkatiyên me kurdan pir eþkere ne. Em kurd di van mijaran de gelek seranser û lawaz in. Gelek ji me nizanin ka dengbêjiya kurdan çawa ye jî. Lewma gelek dengbêjên me di vî warî de xwedî tengasiyên giran in. Ji ber ku rexmî ev yek nirxên me yên netewî yên giranbiha ne, em zêde tu qîmeteke berbiçav nadin wan. Heta gelek kes ji me eþkere bêheziya xwe ya ji dengbêjan re eþkere dikin. Gelo ew kes ma bi van helwestên xwe ve dizanin ku li hember bêhempayî û nirxdariya wêjeya kurd a devkî dikevin nava bêrêziyê?

Gelî hevalan bêguman barê asîmîlasyona serdestan a giran li ser me kurdan hemûyan eyan e. Gelo ma armanca van asîmîlasyonan ne ew e ku kesayeta kurd ji çand û hunera kurd dûr bîxîne? Naxwe çima em hema vê yekê dipejirînin? Ger bi rastî jî em naxwazin di nava pêlên asîmîlasyona serdestan de tune bibin û ger em dixwazin ji dil çanda xwe biparêzin, wê demê divê bi rika li hember pêlên asîmîlasyonê ve em pêhtir li ser çanda xwe kûr bibin. Ya sereke jî divê em li wêjeya xwe ya devkî û nivîskî xwedî derbikevin.

Balkêþ e ku çend deman berê min di televizyona tirkan trt 3’an de temaþe kir, min dît ku destana kurdan Mem û Zîn wergerandine zimanê tirkî, kalek ji çend zarokan re vedibêje û vê çîroka resen a kurdan weke çîrokeke tirkan pênase dike. Gelo tu kes napirse ma tirkan Mem û Zîn ji kûr anîn. Weke ku carê digotin serpêhatiya Kawayê Hesinkar esas serpêhatiya Ergenekon e.

Ev mînak jî pir eþkere rewþa wêjeya kurdan a roja me ya îro diyar dike. Li gor min ev nifþê dawiyê ya dengbêjan nifþekî xwedî wateya hebûn û tunebûna çanda dengbêjiyê ye. Bi rastî ma dê ji vê û pê ve dengbêjên kurdan derbikevin? Ez bi xwe di vê mijarê de xwedî guman im. Çima? Ji ber ku pêleke nûjeniyê ketiye nava hunermendên me û her kes li dûv vê yekê dixuþe. Ez li dij çand an jî muzîka nûjen nînim, ez bi xwe jî guhdar dikim gelek caran li xweþiya min jî diçe, lê divê li gel vê em çanda kûr a dengbêjiya kurdan jî –ku rexmî hemû qedexeyan wêjeya me hetanî roja îro gihandiye- piþtçav nekin. Çima dibêjin ku, “kesê rabirduya xwe nizanibe nikare dahatuya xwe saz bike.” Ger emê çand û wêjeya nûjen bikin jî divê ev yek li ser hîmê rabirduya wêjeya kurdî be. Lewma divê mirov klamên dengbêjên kurdan baþ hîn bibe yan jî lêkolîn bike, lewma divê mirov çîrokên kurdan hem ên civakî û hem jî yên mîtolojîk baþ lêkolîn bike. Dê wê demê çanda kûr a kurd an jî ya Mezopotamyayê baþ zelal bibe. Ka wêjeya kurdî ya devkî di kîjan astê de bûye, li ser kîjan hîman hatiye rûniþkandin.

Ya rast ku mirov bibêje pir jandar e ku îro bi rastî jî çanda kurd û bi taybet jî wêjeya kurd a devkî bi jibîrbûnekê re rûbirû ye. Her çiqas niha derfetên nîvîskariya kurdî bi pêþ ketibin jî, ev nivîs hindekî ji reseniya kurdî ya resen dûr in. Lewma kurdan hetanî niha wêjevanên xwe yên navdar ên navnetewî neafirandine. Ma ev yek ne gengaz e, bêguman gelek gengaz e. Divê di nivîskariya kurdî de hindek remzên kurdî yên kevin pir eþkere bi kar werin. Yanî hindekî rastiyên civakê bi kar werin, rastiya civaka me bi kar werin. Gelo ma dema ku Þakiroyê dengþekir klama “Ferzende beg” dibêje yan jî dema ku Cemîlê Horo “Memê Alan” distrê ma em li ber dengên wan denghingivan mest nabin? Ma ev di heman demê de ne peyitandina hêz, kûrahî, dewlemendî û semyaniya wêjeya kurd a devkî ye? Naxwe em çima îro li ser vê dewlemendî û hêzê wêjeya xwe ya nû saz nekin?

Di hebûna me kurdan de rola wêjeya devkî bênîqaþ e, di kesayeta civaka me de xwedî bandoreke gelekî kûr e, lewma roja îro parastina wêjeya kurdî ya devkî û taybet parastina dengbêjiya kurdî peywira me hemû kurdan e. Ji ber ku ev yek rast bi rast hindekî jî bi hebûna me ve pêwendîdar e. Divê em îro rexmî hemû tiþtî nirxên xwe yên dîrokî û netewî biparêzin û xurtir bikin. Li ser vê yekê ez klama Kewê Ribat ya Þahê Dengbêjan Þakiro ya bi navê “way dil” diyarî we hemûyan dikim.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org