RONAKBÛN AZADBÛN E

 

Nusret Kurt

 

Mirovê hînî hizirandinê dibe, dikeve nava rê û þopên lêgerînên bêsînor. Lewra hînbûn dibe karê wî yê sereke. Her hînbûn di mejî, giyan û dilê wî de dibe çilkek ronî; wexta çilkên roniyê bi ser hev de weke deryayekê dicivin, wê wextê tevî mejî, giyan û dilê mirov, bergeha mirov a jiyanê ji tarîtiyên nezaniyê rizgar dibe.

Gava mirov vê derya zanînê, li gor þênberiya þert, derfet û rastiya jiyanê bi kar bîne, dikare riyên serkeftinê vebike. Mirovê serkeftî, dikare di kesayeta xwe de xwebûneke resen ava bike, lewra mirovê bigihê asta xwebûnê zana ye, ronak e. mirovê zana û ronak dikare azad be, ji ber ku di asta xwenasînê de ye û xwedî biryarên xwe ye.

Li gor nêrîna min, bidestxistina azadiyeke mezin, bi qetandina sînorên tarî yên nezaniyê ve pêkan e. Di nava civaka Kurd a heyî de, mirov dikare vê yekê çawa rave bike, yan jî binirxîne? Bêguman rasteqîna asîmîlekar û înkarî ya ji aliyê serdestan ve li ser gelê me hatiye û tê sepandin li ber çavên her kesî eþkere ye. Wexta ku ji aliyekî ve nirxên me yên çandî vedidizin û bi qedexeyan ve nirxên me yên bingehîn weke ziman, perwerde ûwd. tune dihesibînin, ji aliyê din ve jî bi riya oldarî yan jî tarîqetan ve zanîn û hesta mirovên me yên netewî pûç dikin. Her wiha di vê mijarê de gelek xalên ku divê mirov li ser hûrbibe û bi þêweyeke dorfireh dahûrîne hene. Li hember van rasteqînên ku ji aliyên serdestan ve tên sepandin, weke netewa Kurd pirseke wiha derdikeve pêþberî me, “riha azadiyê di kû re derbas dibe?” ku divê bi leztirîn were bersivandin.

Eþkere ye ku di hemû civakan de rênîþanêr û rêber mirovên xwedî hizir in, yanî mirovên ronakbîr in. Gelo ev rastî di þênberiya Kurdistanê de çawa pêk tê? Bêguman netewa me jî xwedî gelek rewþenbîran e, lê gelo ma di nava rewþebîrên me de hizreke yekgirtinê ya li ser esasê armanca ronîkirina gel peyda ye? Li gor min ev yek mijareke girîng a li ser lêhûrbûnê ye, lewra her çi rewþenbîrek çiqas jîr û zana dibe bila bibe, bi tena serê xwe nikare hêza ronîkirina gelekî weke kurdan raber bike. Lewma hewceyî di asta netewî de bi yekgirtina hizreke hevpar a rewþengeriya Kurd heye.

Weke rewþenbîrên neteweke bindest, gelek kompleksên cihê yên rewþênbîrên me hene. Di gelek kesan de jî li þûna berjewendiya netewî, berjewendiya kesî li pêþ e. Her çiqas bi me zehmet were jî ev rastiyên me yên eþkere ne.

Weke her kes dizane ji bo gihandina asta ronîbûna rast bi qandî hewl, ked û westanê, feraseta rast jî xwedî bandoreke diyarker e. Lewra rewþenbîrekî bi feraseteke rast nêzî ronîbûnê nebe, nikare ronakbûneke rast bi dest bixe û bibe xwedî vîneke azad.

Hevalên hêja! Em dibin rejneya gule û bombeyên serdestan de hînî hizirînê bûn ku bi vê sedemê niha gelek mirovên me yên hizrînêr li miþextiyan in, durî welat in. Lewra di erdnîgariyeke weke Kurdistanê de, – ku bi rastî jî bedewiya wê bûye bela serê wê – bedêla hizirandinê gelekî giran e. Ji ber ku hizirîn bi xwe re lêgerînê tîne, lêgerîn ronakbûnê û ronakbûn jî azadiyê. Lewra ji ber giraniya vê bedelê gelek mezinên me, canê xwe dan, hîna îþkenceyan dixwin, lêdanan dixwin û bi salên dirêj in ku di tarîtiya zîndanan de li ber rizîbûnê ne.

Ji ber van xalên eþkere daxwaz û hêviya min ew e ku hemû rewþenbîrên kedkarên zanînê yên vî gelî ku hînî hizirandinê bûne û di riya ronakbûnê de ber bi azadiyê ve dimeþin, li ser esasê feraseteke rast a rewþenbîriyê milên xwe bidin hev û di oxira ronîkirina gelê xwe de xebatê bimeþînin.

Her dilopa nû ya roniyê, dê behra zanîna hizrê mezintir bike û gaveke din ber bi azadiyeke giranbiha ve bibe. Ji lewra afirandina civakeke zana û ronak afirandina azadiyê ye. berovajiyê vê xeniqîna di tarîtiya nezanînê de ye û jêçûna ji rûpelên xubarî yên dîrokê ye.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org