ÞERBIKA
XEMÊ
Nusret Kurt, 23. 02. 2005, Maxmur
Dilteng im îro
Nêzî te û ji te dûr
Weke bagera asîmanên jor
Weke çemê geliyê kûr
Serxweþ im bi te re û bêyî te
Ne bi ava tirî
Ne bi þeraba sor
Þerbik bi þerbik xeman vedixwim
Ez dibêjim badenoþ
Ew dibêjin him can û him jî noþ
Dîsa hinarokan avdidim bi ava þor
Ne serxweþê giyanî me
Da ku bi ewran re bifirim
Ez sermestê dildariya te me
Nizanim ji xwe û pê ve têperim
Ez westayê derdan im
Nikarim bi nediyariyan ve hilperim.
Ditirsim! Yara min! Ez ditirsim
Ji çikiya hendefên evînê
Ji direndeyiya kendalên jînê
Ditirsim careke din vexwim
Þeraba ji ava janên evînê
Di gêra êþan de bifetisim û bibêjim
Badenoþ ha badenoþ
Çiqas rind e û xwedî tameke xoþ.
Ez hestyar im îro
Him bi te re
Him derveyî te
Weke çivîka li ser hêlînê daniþtiye
Weke pepûleya li ser gulê veniþtiye
Berdoþ im bêyî te
Ne li meyxaneya þerabfiroþî
Ne li firoþgeha ava tirþî
Mist bi mist hesretan vedixwim
Her dibêjim badenoþ ha badenoþ
Ew dibêje him can û him jî noþ
Dîsa çavan diþewitînim bi dilopên tîr û soj
Ne miriyekî zindî me
Da ku di bihuþtan de bikim seyran
Ez þervanê hezkariyê me
Nikarim piþtçav bikim dewran
Dixwezim bibî remza bedewiyan
Ne em bibin benîþtê devan
Ne bila bixwînin li ser me ferman
Dê ava dilxweþiyê dagire þerbikê
Yekê tu bi ser dilê xwe de berde
Ya din jî ez
Em bi hev re biqêrin û bibêjin
Badenoþ ha badenoþ
Him can û him jî noþ
23. 02. 2005.
Maxmur
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org