|
SIWARÊN
XEYALAN Nusret
Kurt Xeyal bingehên rastiyan in, lewma siwarên xeyalên me li çiyan perdeyên tirsê qetandin û niha bi babelîskên lêgerînan re hespan dibezînin. Bi tîrebayan dibin nêçîrvanên ewrên tarî yên ku konê xwe li ser singê asîmanên welatê me þidandine. Hevsarên bêyomiya reþebayên çileyan bi dest xistine, dizgînên tirsan þidandine û bi lingên xwe ve zînên lehiyên talankar diguvêþin. Vaye siwarên xeyalên me tên, dema berdana hespên hêviyan e keko, di berbanga xwe wendakirinê de ji zikê mijên korane yên dîrokan bi rê ketin. Bi neynûkan hilperiyan bilindahiyên vejînan. Lewma her yek di heqîw û têra xwe de mizgîniyeke nû ragirtiye û ji me re merhema saxkirina bîrîna aþtiya welatê kewokan tînin. Vaye siwarên xeyalên me li ser singê reþebayan termê tirsê di erdê re dixiþkînin. Em êdî ji pistepistên ber quncikan filitîn keko, vayê di qadan de em bi dengên bilind dikin qêrîn û dengê me li çiyayên piþtrast vedide. Bi dilopên xwîna bedêldêran birînên vî welatî dikewînin. Her diruþmeyek dibe tîreke dijwar û di singê tirsa dilan de diçike. Lewma awazên me êdî bi kurmancî dilorin. Bila dilê Apê Musa þad be keko, vaye li gel dengê bilûran êdî fîtîkên me jî bi kurdî ne. Di çêrgehên þaristaniyan de, em keriyên xeyalên serbestiyê diçêrînin keko, lewma gilobînên bayên pûç ên qedexeyan li zora me diçin. Bi vê boneyê em ji reþmalên talankirî rabûn, bûn siwarên xeyalan û niha yek bi yek qonaxên rastîn ava dikin. Siwarên xeyalên me li ser piþta stêran di riya kadizan re berbi rojê dûrbûnan bin pê dikin. Keþtiyên nûvejînê berdane kûrahiyên deryayên asîmanan keko, carna li banên Zagrosan bêhn didin, carna dibin niþtecihê Cih-dî. Geh konan diþidînin li zozanên Fireh-þînê, geh bi pêlên Hêzil re xwe berdidin deþta Cizîra Botan û dibin mêvanê Mem û Zînê. Bila dilê Mem û Zînê jî geþ be keko, vaye hemû Beko di bin lingên girseyên evîndariyê de diperçiqin. Siwarên xeyalan ji xewnên hezar þevan rastînan berhev dikin. Di paþila xewê de çirûskên berbangeke nû vedidin. Bila Celadet Bedirxan jî rabe û ji miþextiyan vegere keko, êdî hevokên me bi vaca kurdî tên sazkirin û kurd jî bûne xwedî rêzimaneke xurt. Bila Xanî ji nû ve pênûsê bihejîne, çiyayên me bi Mem û Zînan tije bûne. Siwarên xeyalan in em keko, bi bayên tekoþînê re digobilin, hespên me rewan dibezin, weke tîrên navdar ên Med’an mertal xwe li ber awirên me nagrin. Em pêlên bayên vejînan di baskên xwe de dicivînin. Geh li Zagrosan dibin tufan û diteqin, geh li peravên gola Wanê dibin babelîsk û diqetin. Rastîn ji derya xeyalan bi rê dikevin. Piþtî tekoþînên giran ên bi pêlên reþebayên xezeban re li peravên jiyanê rastînan tomar dikin. Siwarên xeyalên me niha gihiþtine qeraxên dîrokeke nûjen. Lewma janên dilên me bi ber sulavên demê dikevin, firmêskên ji kaniyên çavên me dibin heyvanê meyandina destpêkên nû. Bila dîrok xeman nexwe, vaye siwarên xeyalên me li çiyayên Mezra Botan bûne þervanên nûvejînê û bi agirên luleyên xwe ve xelata aþtiyê diyarî Rojhilata Navîn dikin. Em li xwe vegeriyan keko, edî hemû xeyalên me rast dibin weke ev gotara niha di destên te de ku tu bi kurdî dixwînî.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org