SIWARO

 

Nusret Kurt

 

Siwarên stêran

            Di rêçika kadizan re

            Xwe berdan qesra Gelawêjê

Roj vegeriya û tariyê boxçika xwe vepêça

Û di asoya çavên te re Gelawêj qulibî

            Lewra yekem çirûskên rojê li eniya te dan.

Dê rabe Siwaro

            Tu jî konê xwe li ser piþta þevan rapêçe

            Û xwe bispêre siwariya bagera roja leylanî

Hefsaran biþeqitîne ji stûyên

                        Hespên rewanî

                        Mehînên seklawî

                        Kihêlên pêsîr bi rext û serî bi riþm.

Gemên Diyarbekrî lê bixîne siwaro

Zînên Þamî li nav milan bîne

Zengiyan biþidîne

Lingê xwe bike rikêbê

Dê destên xwe biavêje dizgînê

Rabe þevxwun li nava zînê bixe siwaro!

Yek bi yek tîran di zikê kevanê de rêz bike

Barê rabirduyê li cih bihêle Siwaro!

Dest biavêje rima azakirina dahatuyê

Dê rabo Siwaro!

Bi destekî çepik lênakevin

Bi tenê govend nayên gerandin

Dê rabe çar siwarên ji tovê egîdan

            Di malzaroya Mezrabotan de mezin bike

Bi nanê deþta Heranê

Bi hingivê çiyayê Þerefdînê

Û bi ava zozanê Firehþînê bigihîne

Bila yek li ser piþta Edman

Derwêþê kurê Þêx Evdî be

            Û ji bo xatirê Edula Milî

            Li dij eskerên Çilosman þûr bihejîne

Bila yek li ser piþta Eznawir

Ferzendeyê beranê Celaliyan be

            Û ji bo meqseda taca Agirî

            Li dij Romiyan kuçikçapliyê bireþîne

Bila yek siwarê babelîskên Herekolê

Evdilwehabê egîtbavê Omerê Omyanûsî be

            Û bi navdariya Ehmed Rapo ve

            Bi ser dagirkeran ve çiyayên Botanê birûxîne

Bila yek siwarê Lalo

Seîdê lawê Nadoyê Xerzî be

            Û bo xatira tola girtiyên Kurdan

            Riman bi ser zindanên Roma reþ de daweþîne.

 

Dê rabe siwaro

Zû bike û bilezîne

Zendên xwe hilmale

Delingên xwe rakiþîne

Li lutkeyên çiyayên cengê

            Agirên nûnewrozan pêxîne.

Dilên ji tirsan westî

            Hînî wêrekiyê bike

Û bila halana wêrekan

            Bibe gora tirsan

Em ne deyndarên mirinê ne Siwaro!

Ku em her heyamê baca jiyanê bidin

Mirinê bi gurzê Rusteman kêdî bike

Zorê bi tifinga Egîdan êrî bike

Û bila li ber dîwarên kenên hilweþiyayî

            Bibe parsekvanê hinaseyeke êrî.

Dê rabe Siwaro!

Çar siwaran bike çar beþ

Çar beþên ji yek neqþê

Weke çar lawên ji yek dayikê

Weke çar demsalên ji yek salê

Bila yek di biharê de dakeve Bakur

Yek, di zivistanê de dagere Baþûr

Yek, di havînê de hilpere Rojhilat

Û yek jî di payizê de derkeve Rojava.

Siwarên Xemrevîn

            Reþêboz

            Rexþê Belek

            Û Leylanan ji bîr neke

Gurzên Rustemî

            Û xençerên Salihî di ber re bike

Di berbangên hêviyan de

            Kelehên dilên asê fetih bike.

Zarokên Helepçe ji xewa þêrîn þiyar bike

Yên Amudê bi wan re rêheval ke

Yên Amedê ji wan re piþtevan ke

 

Dê rabe Siwaro, dereng e

Niha dema piþkivîna keskesora heftreng e

Erê siwaro riya me dûr e

            Û neqeba heyaman jî teng e

Jixwe di heyameke Gelawêjî de

            Em bûn kujerê tirsa dilên lerzonek

Bi guleya yekem ve herifî

            Keleha giryanên çavên me

Dê binêr çawa tufanên kenên me

            Li çiyan deng vedidin

Bi rejneyan re dibin lehî

            Û melisandina dîrokê hildiweþînin.

Dê rabe Siwaro!

Tevî siwarên cenga vejînê

Tevî rêwiyên vepiþkivandina jînê

Tevî halanên kuþtina tirsa mirinê

Tevî helbestvanên hesta evînê

Û tilîliyên þahiya serkeftinê

Em di riya kadizan re dakevin

                        Ser qesra Gelawêjê

Û li ser singê asoya rohilat

            Biþidînin konên hebûnê

Dê rabe siwaro!

Biþidîne hespê rewanî

Girêbide xemla þervanî

Û dakeve deþta Heranê

            Da ku em ji nû ve

                        Li ser kokên xwe þîn werin

Dê siwaro dereng nemîne

            Hîna þoreþa aþtiyê

            Li benda me ye!!

 

Îlon -06

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org