|
Standartkirina
ziman babeteke netewî ye Zagros
Rihayî
Li
van demên dawîyê nîqaþa ser standartkirina zimanê kurdî yan jî zimanê
fermî gelekî germe û divê mirov di vê babetê de hindek hiþyariyan
bike. Em
weke netew bi egera nebûna xwedî derfeteke xwendin û nivîsandinê her
demê bûne xwedî arîþeya zimanekî yekgirtî û standart. Bi wê boneyê
her kesê rabûye di vê mijarê de rastbûna xwe parastîye û dîsa her
herêma kurdistanê jî ya xwe rast zanîye, îro jî heman rewþ didome, ji
lewra vê gavê alîgirên kurmancîya jêrîn nêrîna xwe li ser fermîbûna
vê zaravayê disepînin û israr dikin. Bêguman her kes xwedî nêrînekê
ye û li gor xwe raste belê divê hindek tiþt ne ji bo demekê yan jî herêmekê
ji bo hemû paþerojê û ji bo hemû welat werin nirxandin. Arîþe
yan jî babeta zimanê kurdî ji duh û îro ve ne tenê arîþeya parçeyekî
ye ku li benda çareserîyê ye. Divê baþ were zanîn ku pêþvebirin, yek
kirin yan jî standartkirina zimanê kurdî yekser bi deshilateke yekgirtî
ya netewî ve girêdayî ye û yekgirtina deshilatê yan jî yekgirtina
netewî re girêdayî ye. Ji
lewra dibe ku îro li baþurê kurdistanê hindek derfet çêbûne û kurd
diþên li dibistanên xwe bi zimanê xwe bixwînin û binivisînin, ji bo vê
derfeta biçûk jî bêguman divê zimanekî yekgirtî û standart yê
xwendinê hebe, belê ev yek nayê wê wateyê ku zaravayek xwe li ser
zaravayê din ferz bike. Yeqîn li baþûrê kurdistanê nifûsa kurmancîya
jêrîn zêde ye belê, baþurê kurdistanê bi tenê temsîlîya hemû
kurdistanê nake. Lê bingeheke li baþûrê kurdistanê were avêtin yeqîn
û misoger hemû kurdistanê bandor dike. Lewma îro kêmnifûsa kurmancîya
jorîn ya li baþûrê kurdistanê sibê dibe pirnifûsa kurmancîya jorîn
ya li kurdistana mezin. Bi
wê boneyê, bo ku em sibê weke netew dîsa tuþî arîþeya ziman nebin em
paþerojê bidin ber çavên xwe û wisa xwe bigihînin biryaran. Ger dê
biryarek li ser standartkirina zimanê kurdî were dayîn divê ev yek bi
deng û qanehbûna hemû parçeyên kurdistanê encam bide, ji ber ku kurdên
parçeyên din jî bi kurdî dixwazin binivisînin, bixwînin û ev yek mafê
wan yê herî xwezayî ye. Bi
ya min wisa ye ku divê mirov ne li gor pirjimarîyê, li gor yekbûna netew
biryarê bide, ji lewra ezê nebêjim bila zimanê fermî yan jî standart
kurmancîya jêrîn be yan jî kurmancîya jorîn be, ji herduyan bila
zimanek were damezrandin, ku ev yek vê gavê bi sirûþtî bi xwe tê
dadimezre, ji ber ku kurmancîya jêrîn ji alîyê hevoksazîyê ve û
kurmancîya jorîn jî ji alîyê peyvan ve þikestîye. Bêguman
amadekirin, standartkirin û bihêzkirina zimanekî têkil yê ji her du
zaraveyan wê demeke dirêj bixwaze, bila, divê ji bo me hîç arîþe
nebe, da ku piþtî bîst yan jî sî salên din em xwe bigihînin zimanekî
kurdî yê xurt, yekgirtî û dewlemend. Dê
ziman di hundirê demê de bi rêbertiya zimanzan û zimanhezan ve jixwe berê
coka xwe dîyar bike û biherike lê ya ji me tê xwestin em bi kiryarên
xwe ve biryareke xelet nedin û rê li pêþiya alozîyên mezintir venekin.
Ez
dubare dibêjim babeta standartkirina zimanê kurdî babeteke netewî ye û
ji lewra divê bi deng û nêrîna hemû parçeyên kurdistanê biryareke li
gor hemû netewa kurd were dayîn.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org