|
TÊYRÊ
BÊREF Zagros
Rihayî
Niha
weke têyrekî baskþikestî li ser axa bêwariyê di halê xwe diperpitî.
Ketibû dehfika felekê û çar aliyên wî bi qedexeyên bênav hatibû
dorpêçkirin. Ew têyrê bêref bû ku bi salan li dûv refgirtinê bask çerpandibûn.
Ji
berê ve wiha dihate gotin, "her têyr bi rêfe xwe re difire" lê
ger refên mirovan mirov derveyî bikin dê bi kê re bifire? Di cîhana ku
bav kurê xwe nasnake de, kîjan ref dikare ji têyrekî bêref re malovaniyê
bike? Wî bi dilgermî pêþwazî bike, hezkirinê pê re parvebike û
manewiyata wî xurt bike? Ew
jî têyrekî bêref bû, hîna beriya ku bi baskan bikeve ji refê xwe xerîb
ketibû. Tu caran bi germahiya dilê dayikê þad nebibû, bi þefqata baskên
bavê xwe bi ewleyî ranepêçabû. Ji lewra hîna di temenekî gelekî biçûk
de ketibû lêgerîna peydakirina refekî dilsoz û dilgerm. Bi salan li
welatên biyan xwe goþtê laþê xwe xwedî kiribû. Bi hêsrên çavên
xwe tînîbûna xwe þikandibû, bi rondikan bedena xwe veþuþtibû, bi
agirê cegerên xwe laþê xwe germ kiribû. Bi
salan bi tenêbûnê re bibû dost, sebra xwe bi xeyalên dilpak ên sêwî
anî û roj bi roj di paþila xwe de hesret mezinkiribûn. Wexta
bû þopgerê xeyalên dilsaf û xwe di nava refên bêrefan de dît, ji
dilsarên teniþt û pêþiya xwe bêxeber xwe bi hêviya dîtina refeke
dilgerm dabû bawerkirin. Qedexeyên biyan di kêliyekê de parçe kirin û
kete nava têkoþeriya felata warê refê xwe yê jê biyan ketî. Tirsonekî
bi wêrekiyê tûj kirin, dilê xwe di mista xwe de veþart û bû serwerê
balindeyên welatê bênav. Ji þayiþ û gumanan dûr wî êdî xwe teyrekî
biref dihesiband lê felekê tevna xwe hunabû. Weke
libên tizbiya kehrîbar sal dan dûv salan, li wî þax û daxî, li wî
dehl û baxî pêlav li dûv pêlavan qetandin. Lûtkeyên çiyan de ji xwe
re hêlîn kolan, her demsalê bi hêviyeke nû firiya. Di biharan de bi þiravên
zelal re herikî, di havînan de bi tînegermên azwer re heliya, di payîzan
de bi pelên zerav re weþiya, di zivistanan de bi bahozên dînemêr re
gobiliya. Di
nava derya bêperav de bibû lêgervanê refekî bejayî. Bibû yarê
guleyeke hesinî û li ser sînorê mirinê piyase dikir. Çend caran kefenê
mirinê li bedena xwe pêçabû û piþtre qetandibû. Çend caran bi mîrê
mirinê re rabibû cenga jiyînê û çend caran bi þahbanuyên tunebûnê
re rabibû reqsa hebûnê. Ew
niha teyrekî bêrefbû, ne di welatekî biyan de biyanî bû, ew di welatê
xwe de biyan bû. Ne di nava êl û êþîrên nenas de xerîb bû, ew di
nava mirovên xwe de bêkes û xerîb ketibû. Ew mirovên ku bi girîna wan
re rondik dibarandin û ji bo dilopek xendeya wan cîhan dikirin bedêl. Bi
wê boneyê salên temenê xwe yên herî biha belaþ firotin, mûyên porê
xwe yên ji rengê simbilê zêrîn bi xeman werandin, jîndilopên xwîna
rihên jiyanê bi mêrxasî herikandin. Ji germahiya jînwaran dûr, bi
koviyan re bêxewî parvekirin, tevî direndeyiyan bû hevkarê nêçîra
aramiyeke diltevizî. Her bû dozvanê birefbûneke dilgerm û her derveyî
ma. Niha
di nava pêlên bayê payîzeke jibîrbûyî de her lêgervaniya birefbûnê
dike. Lê ref belave ne, bêhaya ne, bêkevî ne, bêxwedî ne û ji lêgervaniyê
dûr in. Di
nava bêhêviyan de dil þikestî li ser halê xwe dinale. Di kêliyekê de
sed hizrên bêser û ber tolaz tolaz ramanên wî dagir dikin. Zerbûn tenê
rengê demsalê nîne, rûyê wî bi zeriyê cilmisiye, spîbûn tenê rengê
ewrên asîmanan nîne, porê wî jî bi heman rengî diteyîse. Ketiye himbêza
tevna felekê her xwe dilivîne lê tê gerîn. Weke diriya bêar bi kîjan
alî de dilive stirî aliyê din diþewitînin. Lîtav e her hewla jêderçûnê
pê ve çûyîne. Heyfa ew hevokên wî yên dilgerm in ku, wî bi zora xîmava
þîn li ser lênûsên spî reþandine û îro hemû bêxwedî ketine.
Wexta xwedî biref nebe, hevokên dilsaf û wategiran ku hemû nexþ û
dewlemendiyên jiyanê di nava xwe de hilbigrin jî, biref nabin û li ber
bayê dema bêrefan dirizin. Ew
niha mexdûrê feleka çavnebar, di welatê xwe de bêref û bêxwedî ketibû.
Ku her roj ji aliyê mirovên xwe ve pê dihate kenîn û dihate qehirîn. Ew
teyrê bêrefbû ku her roj di mista jiyanê de dimir û her roj di baxçeyê
hebûnê de tûne dibû. Ew
teyrekî bêref bû, jim jî di welatê xwe de, weke min, weke te û weke me
yên din hemûyan.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org