Di Hebûna Kurdan de Rola Wêjeya Devkî û Rewþa Vê Rojê

 

Nusret Kurt

 

Gelê Kurd, ji gelên herî kevin ên Mezopotamyayê ye. Îro êdî gelek netewên ku berê li ser axên Mezopomtamyayê xwedî nirxên hebûnê û xwedî çandeke bingehîn bûn tunene. Ger ji van gelan gelek mabin jî, niha di nava çanda popûlîst û polîtîkayên asîmîlasyonê de bi tunebûnê re rû bi rû ne. Gelek ji van gelan li ser axên Mezopotamyayê bi salên dûr û dirêj desthilatî dan meþandin, lê pir mixabin îro êdî weke keviya berfeke biharan li ber tîna germîna asîmîlasyonên serdestan tune bûne.

Gelê kurd rexmî bi hemû van pêvajoyên asîmîlasyon, qirkirin, tevkujî, çewisandin û qedexeyan re rûbirû maye, îro ji gelek serdemên dîrokê zêdetir bi çand, huner, wêje û nirxên xwe yên netewî ve li ser piyan e û zindî ye. Bêguman di xala zindemayîna gelê kurd de gelek xalên girîg hene. Lê ji beriya her tiþtî bandora kûr a çanda kurd pir diyarker e. Hetanî niha tu çandên serdestan ew hêz raber nekirine ku çanda kurdan bandor bikin û kurdan ji xwebûnê dûrbixin. Ango hetanî niha tu çandên ji çanda kurdan kûrtir û dewlemendtir peyda nebûye.

Gelê kurd li hember hemû çewisandin, zorî, zextî û dijwariyan tu caran ji axa xwe negeriya ye, -her çiqas di van salên dawiyê de koçberiyeke mezin ber bi bajarên mezin ên tirkan û ewropayê ve çebûbe jî- li ser van axan zû bi zû serî li hember serdestan netewandiye. Ango her dem di nava berxwedaniyekê de bûye, vê berxwedanê jî her dem çand û welatperweriya kurdan zinde hiþtiye. Lewma ew bêhempayiya wêjeya devkî ya ku behsa wê yekê dikin jî hindekî di encama van berxwedanan de derketiye holê.

Ji aliyê olî ve jî her çi qas gelê kurd bi zora þûrê tûj ê misilmaniyê ve îslamiyetî pejirandibe jî, lê tu caran ji puxteya (cewher) xwe ya Zerdûþtiyê dûr neketiye û di her awayê xwe yê jiyanê de bi bandorên vê puxteyê ve tevgeriyaye. Lewma ji vî alî ve gelê kurd xwedî hîmekî bingehîn û zexm e.

Weke me li jor jî diyar kir gelê kurd xwedî gelek nirxên zexm ên çandî û hunerî ye. Lê mijara me niha di hebûna kurdan de rola wêjeya devkî ya kurdan e. Me li jor jî diyar kir ku gelê kurd li hember sistem, hebûn, zordestî, çewisandin û înkarên serdestan her dem bûye xwedî tekoþîn, serhildan û berxwedanan. Lê mixabin rexmî ku nivîsa yekem li ser axên Mezopotamyayê hatiye peydakirin, ev çanda nivîskariyê ji ber zorî zextan û bêaramiyê di nava gelê kurd de nehatiye rûniþtin. Li gel van bêderfetiyan netewa kurd dîsa jî wêjevanên xwe yên navdar ên weke Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Elî Herîrî, Baba Tahirê Hemedanî, Melayê Cizirî, Seydayê Cîgerxwîn, Celadet Bedirxan ûhwd. afirandine û bi keda wan ve stûna nirxên hebûna xwe zeximtir kirine. Lê dîsa jî gelê kurd li gel vê yekê hest, çand, berxwedanî, serpêhatiyên xwe bi çanda dengbêjiyê, çîrokbêjiyê ve ku em niha weke wêjeya devkî bi nav dikin aniye ser ziman vegotiye û bêmirinî kiriye. Ev serpêhatî û bûyerên ku li ser gelê kurd pêk hatine, bi zimanên herî xwerû û dewlemend li hev hûnane. Hema ji her serpêhatî, bûyer û qewimînê kilamek an jî çîrokek peyda kirine û bi vê rêkê ve ji bo neyê ji bîrakirin derbasî nifþên piþta xwe kirine. Wisa nifþ bi nifþ ew çîrok, serpêhatî û qewimîn hetanî roja me ya îro jî hatine.

Bi riya vê wêjeya devkî hema hemû þêweyên bûyerên jiyana kurdan hatine bi lêvkirin û dengbêjên dengþekir bi dengên xwe yên xweþ ve hemû miletê kurd bi van bûyeran hesandine. Bi salên dûr û dirêj dengbêjên weke Þakiro, Evdalê Zeynikê, Gerabêtê Xaço, Salihê Beynatî, Husênê Farê, Cahidoyê Muþî, Kazo, Salihê Qubînê, Bakiyê Xido, Cemîlê Horo ûhw. gelek dengbejên dengþekir bi klam û çîrokên xwe ve wêjeya kurdî ragihandine nifþên nû û bêmirinî kirine.

Gelê Kurd bi klam û serpêhatiyên weke “Derwîþê Evdî û Edulê” ve camêrî û evînên xwe anîne ser ziman, bi klamên weke “Geliyê Zîlan” ve karesatên xwe bi lêv kirine, bi Klamên weke “Ferzende beg” ve mêrxasiya xwe dane diyarkirin, bi klama “þerê Newala Qeremusê” ve serhildêriya kurdan vegotine, bi klama “þerê Pêncînaran û Elîkan” ve þerê navxweyî ya Kurdan anîne ziman û wiha bi klamên weke “Genc Xelîl û Edulê” ve pehlewanî û girêdaniya evînên bêhempa daye diyarkirin.

Lewma îro di hebûna gelê Kurd de ev çanda dengbêjiyê xwedî cihekî cewaz û jêneger e. Yek ji stûnên herî zexm a zindîmayîna kurdan çanda dengbêjiya kurdan e. Vê çandê him kevneþopiyên kurdan zinde hiþtine, him zimanê kurdî ji piyan hiþtiye û ya girîngtir jî li hember êrîþên asîmîlasyonê bûye mertala parastina çanda gelê kurd. Lewma gelê kurd weke gelek gelên din ên Mezopotamyayê neheliyaye û tune nebûye.

Di nivîseke din de emê rewþa wêjeya devkî ya îro ya kurdan þîrove bikin.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org