XEYALA BAVÊ XANÎ

 

Nusret Kurt

 

Eger li vê dinê rojekê xweziyek ji min were xwestin, misoger ezê xweziya xwe ya þagirtiya dibistana Bavê Xanî bînim ser ziman. Ji ber ku Xanî fîlozof û zanayekî herî mezin ê dîroka mirovahiyê ye. Bi felsefe û ramanên xwe ve, bi afiranêrî û berhemên xwe ve Ehmedê Xanî di nava fîlozofên navdar de cihekî giranbiha û rêzdar digre.

Dema mirov hindekî li ser Xanî dixwîne û lêkolîn dike, bi rastî mirov ji wan ramanên wî yên mezin û cîhana wî ya zana têr nabe. Xanî di dema xwe de (PZ 1650-1720) xwedî gelek taybetmendiyên cewaz e. Bi bergeha xwe ya zana û dewlemend ve her wiha xwedî xeyalan e jî. Xanî gelek xeyal di cîhana xwe ya zanînê de hunandine. Ji welatekî demokratîk bigrin û hetanî laîktiya olê gelek raman di hiþên xwe de afirandine û ji bo gihandina van jî gelek xebat dane meþandinê.

Lê xeyala herî balkêþ û ya ku herî zêde ji bo wê ked rijandiye xeyala xwe ya “neteweke kurd a zana” ye. Bavê Xanî destpêkê bi armanca tîniya xwe ya zanînê biþkîne ketiye seferên dûr hetanî li Heleb û Kirmanþahê di zanîngehan de hindekî dilê xwe bi zanînê hênik kir vê carê ji bo ku deriyê hiþên zarokên Kurdan ji derya zanînê re vebike hema li seranserî welatê Kurdan mamosteyî kiriye. Ji welatê Serhedan bigrin hetanî bi Botan û Xerza li gelek deverên Kurdistanê xizmeta zanakirinê daye meþandinê

Bavê Xanî di temenê xwe de weke zanayekî mezin tevgeriya, belkî temenê wî têra pêkanîna xeyala wî ya “neteweke zana, ronî û kêrhatî” nekir, lê ev yek weke mîrate hiþtiye ji neviyên xwe re.

Bavê Xanî evîndarekî zanistiyê bû û gelekî ji hêza zanînê ewle bû. Lewra di xeyalên wî de neteweke kurd a zana her dem zindî bû. Bi hêza xurt a vê xeyalê ve jî Bavê Xanî hînkariya sê nifþan kifþ kir û ji bo perwerdeya zarokan Nûbar afirand. Ji bo ciwanan Eqîdeya Îmamê afirand û ji bo mirovê kamilbûyî jî ew berhema bêhempa Mem û Zîn afirand.

Gelo roja îro ma dilê me kîjan rewþenbîrê Kurd de þopên xeyalên Bavê Xanî tune ne? Bêguman her kes ji me welatekî demokratîk û neteweyeke zana dixwaze. Lê ji bo pêkanîna van em çiqas xwedî ked in, xwedî hewl in û xwedî berhem in? Bêguman her kesek ji aliyê xwe ve xwediyê hewlekê ye, gelek kes ji bo van armancan kedên biha jî didin, lê ma têr dike?

Em neviyên Bavê Xanî ne, lewra xeyalên wî xeyalên me ne, xweziyên me jî gihandina asta zanîna wî ya pak û zelal e. Li gor hizra min barê xeyalên Bavê Xanî li stuyê me ye. Lewma divê em li van xeyalan xwedî derbikevin û ji bo zanakirina gelê me yê ji gelek kifþên jiyanê bêpar maye hewleke awarte raber bikin. Em vê yekê baþ dizanin, gelekî ne zane weke mihiya ber tava havînê ye, lê gelekî zana di hemû þertan de riya xwe ya jiyandin û gihandinê dibîne.

Xeyala Bavê Xanî gelekî Kurd ê ronî û zana bû, bi vê evînê Mem û Zîn afirand. Weke neviyên Fîlozof û zanayê mezin bi vê evînê ve divê em jî berheman biafrînin û hemû berhemên xwe diyariya zarokên Kurdan bikin, da ku ew zana bin, jîr bin û xwedî jiyaneke ronî bin. Weke birêz Abdulah Ocalan jî dibêje; “gelê me hewceyiya xwe bi Xaniyan heye, lewra hîna gelek destanên me yên weke Mem û Zînan werin kifþkirin hene.”

Ma Bavê Xanî jî bi xwe ji we re nabêje?

“...

Ger dê hebûya me jî xudanek, Alîkeremek letîfedanek

Ýlm û hiner û kemal û izan, þihr û xezel û kitab û dîwan

Ev cins biba li ba wî mamul, ev neqd biba li nik wî meqbûl

Min dê ilm û kelamî mewzûn, alî bikira li banê gerdûn

Bîna ve riha Meleyê Cizêrî

Pê hey biqîra Elî Herîrî

Keyfek we bida Feqiyê Teyran

Heta bi ebed bimaya heyran

...”

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org