XWEBÛN

Zagros

Em di van rojan de cejna Newrozê pîroz dikin, cejna me ya herî nirxdar, semyan û resen e, li hemû mirovahiyê pîroz be. Me weke penaberên wargeha Maxmurê bi coþeke pir rewneq û semyan ve pîroz kir. Ev roj bibû peyitîna xwebûna me. Di vê rojê de em ji hemû teqlît û bêesasiyan dûr, ê xwe bi xwe bûn. Dika me bi remz û rengên netewî ve hatibûn xemilandin. Lê ya herî balkêþ! Bêguman dîsa dayikên me, keçên me yên ciwan û xortên me yên ciwan bûn. Dayikên me bi xeftanên xwe yên kevnare ku remza bedewiya jinên Kurd raber dikirin li ber xwe kiribûnû weke dara jînê pel vedabûn. Keçên me bi cil û bergên kurdî di nava coþeke rengan de weke kulîlkên biharê vebibûn. Gelek xortên me bi þal, þapik û qutik dîmeneke rastîn a reseniyê pêþkeþ dikirin. Ji her alî, ji her bizav û tevgerê bêhna xweþî û rindiyê dihat. Li gel hemû reng û curbecuriya xwe li ser girseyê heyî xwerûtî serdest bû. Çima xwerû û sade bû, ji ber ku yê xwe bi xwe, li gor rastiya xwe bû. Ma qey nabêjin her kes bi çerm û eyarê xweþik e, þêr bi yê xwe, xezal bi yê xwe. Em jî weke Kurdan bi rengên xwe xweþik û bedew bûn. Ma ji vê xweþikiyê pêtir tu xweþikî dibin?

Hozanên me bi dengên xwe yên dilþewat dema ku strana Derwêþê Evdî û Têlî dilorandin hestên me dikeliyan dibûn lêhî. Dema zarokên me yên dilgeþ bi hev re kulma xwe bilind dikirin û bi qêrîn digotin “Bijî Newroz!” em bi dahatuya xwe ya hêvîdar bi þanaz dibûn. Di vê rojê de me hemûyan bi hev re heman hest parve dikirin, hemû nakokî, þikestin û xemdarî ji xwe hatibûn ji bîrakirin. Hemû dil bi coþa Newrozê ve hatibûn dagirtin, mil dabûn milên hev, dest dabûn destên hev û bi hev re dîlan û govendên þahiyê dikiþandin. Hemû rengên me di hundirê kevaleke rengîn de li hev civiyabûn, ew keval bibû diyardeya reseniya me, ew keval bibû nîþana xwebûna me.

Dema ku li ser dikê bi strana “ez xelefim” ve xort û keç rabûn dîlanê, her kes dibû Xelefê Botanî û li dijî neyara di þer de bû, dema strana “tu bi xêr hatî Newroz” dihate sitirîn, her kes dibû Newroz. Lê rexmî hemû dilêþî û dilsotinan dîsa jî Newroz dibû peyama aþtî, biratî û dostaniyê. Newrozê em bi hemû rengan ve di nava xwe de radigirtin, em dikirin yek û em li xwebûnê vedigerandin. Hemû çav bi hev re dikeniyan, di xetên her rûyî de þanazî hebû, þadî hebû dilxweþî hebû.

Di 21 ê Adarê de coþa wargeha me bi tu peyv û hevokan nedihate ravekirin. Lê her kesî dizanîbû ku di roja 21 Adarê de Roj û Þev weke hev dibin û êdî roj ji þevê dirêjtir dibe, yanî ronahî tarîbûnê têk dibe, Roj nû dibe û dibê Newroz (Roja nû). Bêguman em serpêhatiya Kawayê Hesinkar ji bîra nakin, lê Newroz dibû remza vê yekê, di wê rojê de hemû dil bi ronahiyê ve dihatin dagirtin, her kes dibû xwedî coþeke mezin, ji ber ku her kesî parek ji wê ronahiyê di hundirê xwe de diçand. Em hemû kes li rastiya xwe ya seretayî vedigeriyan, em dibûn reseniya çanda xwe û em dibûn yê xwe bi xwe. Ev xwebûna me bû. Xweziya her roja me weke Newrozê bûya, xweziya di her rojê de em weke reseniya xwe bûna û em bibûna yê xwe. Þanaziya mezin ewe ku mirov li gor reseniya xwe mirovhez be, aþtîxwez be û yê xwe bixwe be.

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org