ZAGROS AN JÎ ROJ ZA

 

Nusret Kurt

 

Weke tê zanîn axên di navbera çiyayên Zagros û Torosê de weke kevana zêrîn tê bi navkirin. Bêguman ev nav vala nehatiye lê kirin. Ji ber ku vê axê di avadaniya þaristaniya yekem de rolekî bingeh û serekê lêyîstiye ev nav girtiye. Lewma quntarên çiyayên Zagrosê ji ber vê taybetmendiyê xwedî çandeke pir û kûr dewlemend e. Her wiha çiyayê Zagrosê bi xwe jî di nava pêlên van þaristaniyan de xwedî cihekî cewaz û giranbiha ye.

Di roja me ya îro de li ser Zagrosê gelek çîrok û serpêhatî tên vegotin. Mînak li ser navê Zagros hindek têgînên cewaz hene. Gelek kes wisa qaneh in ku navê Zagros bi hatina Îskenderê mezin (makedonî) a vê qadê ve ketiye ser van çiyan. Lewma çîrokê vê jî wisa vedibêjin. “dema ku artêþa mezin a Îskender tê van deran di zivistaneke xedar a çiyan de xwe li Zagrosê didin û bi deh hezaran leþker li ber pûk û sira Zagrosê diqefilin û dimirin. Van hemûyan li dola kûr a biniya lûtkeyê mezin a Zagrosê Dalampêr dicivînin (ku niha hîna jî navê dolê weke “xedarê” tê binavkirin). Wê demê Îskender tê ser terman û li Zagros temaþe dike û dibêje ev çiyayê Zagros e. “

Wisa îdîa dikin ku Zagros di mîtolojiya Yewnanan de xwadayê sir û seqemê ye. Di vê mijarê de me jî hindek lêkolîn kirin lê em di mîtolojiya Yewnanan de li tu navê Zagros ê xwedayê sir û seqemê rast nehatin. Ev vebêj dibe ku ji bo çiyayên Kato derbasdar bin. Ji bo ku wateya Kato di zimanê Makedoniyan de “lenet”e. Weke ku min bi çavên xwe dîtine cihên ku leþkerên Îskenderê Makdonî avakirine hîna jî ji piyan in. Belê di mîtolojiya Yewnanan de Zagros derbas dibe û çîroka wî jî wisa ye. “Zagros kurekî pir çeleng ê xwedayê mezin Zeus e, ku ji Hera xwedewanda bin erdê çêbûye. Ji ber ku kêfa Zeus gelekî ji kurê xwe re tê, Hera gelekî diheside. Zeus vê yekê dizane û kurê xwe di cihekî ewle de vediþêre. Mixabin Hera bi Tîtanan re peyman dike ku ew Zagros bikujin. Tîtan di encama lêgerînên xwe de di þikefteke veþartî de Zagros dibînin û dikujin. Dema ku Zeus bi ser vê yekê de tê, gelekî hêrsdar dikeve. Li wê derê Tîtanan dikuje, hevîrê Zagros û Tîtanan bi hev re distrê û ji wan mirovan çêdike.”

Îro jî tê bawerkirin ku aliyên mirovan ên xirab Tîtan in, û aliyê mirovan ên baþ jî Zagros e. Ger em li gor vê mînakê jî tevbigerin eþkere ye ku navê çiyayê Zagros ê esas ne navekî xwedî bingehê mîtolojiya Yewnan e. Bêguman artêþa îskenderê mezin hatiye vê qadê, hindek navên ku li hindek þûnwaran kirine hîna jî tên bikaranîn. Mînak navê Diyana ku niha bajarokekî girêdayî bajarê Hewlera Baþurê Kurdistanê û li Baþur rojhilatê Zagrosê dikeve. Dîsa navê gundê Helena ku bi ser navçeya Þemzînanê ve ye û li bakurê quntarên Dalamper (lûtkeyê herî bilind ê Zagrosê) dikeve.

Li gor têgîhiþtina me ya rast ew e ku navê Zagros esas bi xwe kurdî ye. Me di serî de jî got ku quntarên Zagrosê qadên destpêk ên þaristaniya mirovahiyê ne. Li van deran gelek kom û komikên Mezopotamyayê jiyane. Lê yên herî diyarker kurd in û pêwendiya kurdan a bi çiyan re hetanî roja îro jî gelekî eþkere ye. Yanî kurdan her dem xwe spartine çiyan û çiya ji xwe re kirine jîngeh. Lewma li gor têgîhiþtina me Zagros xwedî wateya zayîna rojê ye. Za weke ku niha jî di devoka kurdî ya kurmancî de bi kar tê jixwe her zayîn e. Ros jî dîsa di wateya rojê de ye û bi kurdî ya kevin e ku îro jî di devokê Dimilkî de ev yek bi kar tê. Yanî bêyî ku em herin navê Zagrosê di mîtolojiyên biyaniyan de bigerin û bînin li ser Zagrosê bikin mal, wateya Zagros di zimanê me kurdan a resen de peyda ye. Yanî roj ji ser ew çiyayê bilind û semyan ve dizê ser kevana zêrîn û di ser Torosan re jî diçe ava. To –çû- ros –roj-.

Ev navên wisa ku bi serdema neolotîk re li qadên kevana zêrîn hatine kirin hîna jî peyda ne. Mînak di quntarên Zagrosê bi xwe de ji ber xweþî, delalî û lihevhatiya wî cihî weke Xakurk hatiye bi navkirin. Wateya xwe kurê xweda ye. Ev rastî lehçeya kurdî ya Soranî tê. Xa –xwedê, kurk jî kurik e. Lewma dibe kurê xwedê. Ev nav jî ber bedewî û çelengiya xwe girtiye. Dîsa di quntarên Zagrosan de qada Xinerê heye. Esas ev jî bi devoka Soranî ye û wateya xwe “hemû nêr” e. “Xir” bi devoka Soranî “hemû” ye, û nêr jî jixwe nêr e. Yanî li vî erdî zêde tu tiþt þîn nayê yan jî ji bo çandiniyê dest nade. Lewma erdekî nêr e.

Di Kurdistanê de her qadek, cihek, avek an jî çiyayek xwedî navekî Kurdî ye. Ev nav jî misoger xwedî wateyekê ye. Çawa ku Agirî ji ber wolqanê xwe bûye Agirîn, çawa ku Çarçela ji ber çar çelên xwe bûye Çarçela her wiha Zagros jî ji ber ku roj lê dizê bûye Zagros.

Pir mixabin Zagrosa ku berê ji mirovan re roj dizand û jiyan dida mirovan. Îro çar aliyên quntarên wê bi mayinan ve hatiye rapêçan. Betonekî qerase (sêkuça sînorên Tirkiye, Îran û Iraqê ye) li ser eniya wê çikandine û weke birîna sê devên þuran hatiye parçekirin. Ev birîn her roj xwîn diavêjin. Ev dilopên xwînê þewqa geþ a roja Zagrosê dinuxumînin.

Belê Zagros zayîna rojê ye, ne mezinê sir û seqeman e. Lê îro ji ber ev sê birînên devxwîn li hêrsa zemheriya seqemê ye. Hetanî ku ev xwîna ji sê birînên xedar raneweste jî, dê Zagros her rêberê babelîsk û pukên giran be. Ji kerema xwe hetanî hun van birînan sax nekin xwe nêzî Zagrosê nekin, an jî dê Dalamper bi ser serê we de birûxe.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org