ZAROKÊN KURDAN BÊXWEDÎ NÎNIN

 

Nusret Kurt

 

Dema ku li kolanên Qudsê yan jî Gazzê zarokên Filîstiniyan di destan de kevir û li hember leþkerên Îsraîliyan têdikoþiyan, li Tirkiyê her kes xemgîn diket û rayedaran daxuyaniyên mafdariya zarokên Filîstiniyan didan. Li gor me jî zarokên Filîstiniyan xwedî maf bûn. Di roja me ya îroyîn de heman dîmen li kolanên Amedê û her wiha li hemû bajarên din ên Kurdistanê jî xuyabûn. Lê vê carê raya giþtî ya Tirkiyê çi reaksiyon raber kir?

Di destpêkê de Serokwezîr derket û got; “kuþtina jin û zarokan rewa ye” li kolanan bi guleyan zarokên kurdan hatin qetilkirin. Her wiha her kesê/a devê xwe vekir zarokên 7-8 salî tawanbar dîtin û kuþtina wan rewa pejirand. Her kesî/ê diqêriyan digotin, “divê ev raperîn werin fetisandin.” Lê tu kesî nedipirsî gelo çima ev zarokên 7-8 salî kevir xistine destên xwe û di kolanan de þer dikin? Tu kesî nedipirsî ji ber ku ew ji bersiva vê pirsê gelekî ditirsiyan.

Li pêþiya hemû çavên cîhanê zarokên kurdan hatin gulekirin, hatin kuþtin û hatin birîndarkirin, lê tu kesî deng dernexist û negot gelo ma ev yek di kîjan hiquqa cîhanê de peyda dibe ku hûn wisa dikin. Dewleta tirk bi awayekî eþkere zarokên kurdan dikuþtin ji ber ku zarokên kurdan bêxwedî didîtin, cîhanê dengê xwe nedikir ji ber ku zarokên Kurdan bêxwedî didîtin.

Gelo ma bi rastî jî zarokên Kurdan bêxwedî ne? Ji ber ku ew bixwe li xwe xwedî derbikevin wan sîngên xwe yên biçûk dan tank û panzerên dewleta tirk, ji ber ku ew bikaribin xwe îfade bikin wan bi awirên tûj li nîva çavên cîhan kor temaþe kirin.

Bêguman raperîna zarokên kurd û tekoþîna xwe heyînîkirina zarokên kurd ji bo dewleta tirk tirs û xofeke pir mezin e. Ji ber ku dahatuya her civakê zarokên wê civakê ne, zarokên ku îro li hemû kolanên Kurdistanê bi daxwaz û dilxwaziya azadiyê û mafên xwe yên demokratîk ve radibin piya, dê sibê ji bo doza kurd bibin têkoþerên mezin.

Lewma dewleta tirk li Sakaryayê zarokên tawanbar bi cezayê xwendina pirtûkan û hînbûna compîtûrê ve ceza dike, lê li ser zarokên kurdan ên 12-13 salî dozên muebetê vedike û ji bo zarokên kurdan rizîna zindanan rewa dibîne.

Di hemû hiqûqên cîhanê de zagonên parastina zarokan hene, bêguman di makezagona tirkiyê de jî ev xal peyda ne, lê ev xal ji bo zarokên kurdan ne derbasdar in, ji ber ku ew bêxwedî ne! Mafê wan ê parastinê kuþtin e, lêdan e, îþkence ye, mûebet e, rizandin e!

Gelê kurd hetanî niha li Helepçe, li Mako, li Amûdê, Amedê û hemû bajarên din ên Kurdistanê bi deh hezaran zarok fedayê riya azadiya welat û netewa xwe kirin, dê ji vê û pê vê jî hîna dê gelek zarok û ciwanên me bibin bedêla azadiyê. Lê divê ev yek baþ were zanîn ku zarokên kurdan tu caran bêxwedî nînin. Ew li Helepçeyê bi çekên kîmyewî werin kuþtin jî, ne bêxwedî ne, ew li Amûdê di sînemayan de werin þewitandin jî ew ne bêxwedî ne, ew di Sibatên qerîsonek de li Makoyê bi guleyên çekan werin qetilkirin jî ne bêxwedî ne û ew li Amedê laþên wan ên biçûk di bin panzeran de werin parçekirin jî ne bêxwedî ne!

Îro di vê demsala biharê de zarokên me yên ciwan û canên teze di zindanên dewleta tirk de tên rizandin û di temenên nû biþkivandinê de bi cezayên mûebetê ve tên darezandin, li wan girtin, îþkence, lêdan û rizandin rewa tê dîtin. Ji ber ku dewleta tirk van zarokên kurdan bêxwedî dibînin. Baþ e gelî kurdan! Ma ev zarokên kurdan ku ji bo mafên xwe yên jiyanê rabûnê raperînê bêxwedî ne?

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org